Kongreya Sosyalîst Enternasyonalê li Yewnanistanê li dar ket û dê weledê xwe avêt. Serokê CHP gundî Kemal jî wek Sosyal Demokrat be?darî kongreyê bû û çend lotik avêtin derûdorê.
Êêêêê, ma mamê me Talabanî ji kongreyê kêm dimîne? Na canim, sosyalîzm li ku mamê me li wir.
Axir, serokê Kurd û Erebên Iraqê mamê me Celal Talabanî jî di kongreyê de silavek da haziran û bi gundî Kemal re hevdîtinek li ser pêyan kir. Li gora agahdarîyên sîxurên me yên Sosyalîst Enternasyonalê, dibêjin mamê me Talabanî gundî Kemal dawetî Bexdayê kiriye û gotiye: “Were Bexdayê em go?tê elokan bixwin kaka” û keniyaye.
Li gora salixdanên sîxurên me, dibêjin gundî Kemal jî gotiye:”Tamam cîgerim, lê ezê eloka xwe bi xwe re bînim. Ez ditirsim Erdogan li Bexdayê go?tê elokên nexwe? bi min bide xwarin” û destê mamê me hejandiye.
Ez serê we neê?înim, bi xêr û selamet wê festîwala go?tê elokan li Bexdayê çêbibe û xwedê ji elokên Iraqê stend ellawekîl.
Ne xwezî bi dilê elokên Iraqê…
Atîna


Berdevkê gelê Kurd dîsa li zirnê xist
Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt