WEY LIMINÊÊÊÊ EZ PÎRO BIM !

Li devera Mû?ê di gundekî de zilamek hebû navê wî Pîro bû. Pîro  gelek ?erûd bû. Bi cîranên xwe re ji bo ti?tên beredayî û vala her roj ?er dikir û dida çêra. Gundîyan xûyê wî dizanibûn, ji ber wê dengê xwe nedikirin.

     Du pîrekên Pîro hebûn, ji wan re jî qet ne ba? bû. Ji bo ti?tek vala dilê wan di?ikand û li wan dixist. Ji lêdanê herdu jinên wî nizanibûn çi bikin, bi kuda biçin. Kutan dixwarin û rûdini?tin digirîyan belengazan, bêçare bûn.

    Di salên 90’î  de rojekê çend zarokên mala apo (gerîla) tên wî gundî. Ji gund yek pîrekên Pîro teme dike û dibê: “ Keçê herin ba gerîlayan gilîyê Pîro bikin, yan wê dev ji lêdana we berde yan jî wê bê cezakirin.

Herdu hewî bi dizîka diçin ji gerîla re derdê xwe dibêjin. Gerîla gazî Pîro dikin û dibêjin: “ Me bihîst tu bila sedem li herdu pîrekên xwe dixî, ku cardin tu ti?tekî wilo bikî emê te ceza bikin, te bikujin ha”.

  Ev ?îyarî gelek li zora wî diçe lê nikare li dij derkeve. Pîro ji tirsa êdî newêre têkilê pîrekan be.

    Pîro  car caran hêrs dibe ku ji tirsa ji destê wî ti?tek nayê, dibê: “ Wey liminêêê ! Ez Pîro bim û nikaribim li pîrekên xwe bixim, ez çima namirim lo “.

Werhasil…

    Îro  rew?a  hemi Kurdan wek ya Pîro ye, ji tirsa nikarin dengê xwe derxînin û hinek ew hildane bin bandora xwe, weke bira pez diajon !

     Êêêê cîgerim, ew jî nikarin bibêjin: “ Wey li minêêê, wey liminêêêê! Ez Kurd bim û çawa vê qebûl dikim!

De ya bi xêr, ka hela dawî çawa dibe…

Kurdistan

About The Author