Bavê min, Memedî Zaydo Mehmet Bayram

Her zarokek, di tevahî jiyana xwe de, tim ji vê ditirse ku kesên xwe yên ezîz ji dest bide.

Her tim di hişê wî/wê de ev gotin derbas dibin, „heke tiştek bê serê bavê min, heke tiştek bê serê dayika min“.

Dema ez zarok bûm, her tim ji vê ditirsiyam ku bavê xwe ji dest bidim. Her şev, dema min serê xwe datinî ser balîfê xwe, min dua dikir ku tiştek neyê serê bavê min û mirovên min. Beşek mezin a şevê, min dua dikir. Xewa min nedihat, te digot qey dema ez dest ji duakirinê berdim, dê tiştek bê serê wan.

Çi bikim zaroktî ye, derûniyek pir cuda ji ya niha. Ez û bavê xwe, her tim wek du hevalan bûn. Min her tişt ji wî re digot û her tiştek digel wî behs dikir.

Me bi hev re, li ser hemû gund daxivî, ji ber wê jî, ez xwe pir bextewar dibînin. Ez hevala bavê xwe bûm, her tiştê xwe ji min re vedigot.

Min jî, jê re vedigot tiştên xwe, em dikeniyan û hinek caran jî, digiriyan.

Bavê min, seknek wî ya hişk hebû. Lê dilê wî pir nerm bû.

Her çiqas li malê henek nekiriba jî, lê henek û espiriyên ku dikir, di demek kurt de digihîşt guhê me. Niha jî, hinek henek û gotinên wî li ser zimanan digere.
Di her mijarekî de, gotina wî hebû. Pir bi kevneşopvan ve girêdayî bû.

Dema ez zarok bûm, min girêdana wî bi kevneşopan, zêde qebûl nedikir. Ez gelek caran, hêrs dibûm û min digot, çima bavê min wiqas dikeve derdê milet. Lê niha ez dibînim ku ew di gelek mijaran de heq bû.

Min pir hez dikir digel bavê xwe bigerim. Wî jî hez dikir min digel xwe bibe. Em bihevre diçûn Enqerê, Antalayê û gelek bajarên din. Di nav rê de, teyiba erebê venedikir, digot „teyiba min tuyî“.
Ji destpêkê heta dawiyê, tenê strana „ey dîlberê“ bi min dida gotin. Dengê min jî zêde xweş nebû, lê ji wî re xweş dihat. Tê bîra min, carekê, em bihevre çûbûn cihekî dûr. Min di riya bi hezaran km de, tenê yek stran got. Min dilê xwe de got, „Ev dîlber kiye gelo, ez wê bigirim dê porê wê verom!“. Yanê min wiqas ew stran gotibû!

Heke xizmek we yan jî kesekî we, dest bi karê ku qet nekiriye, bike, ez dê bêjim bitirsin.

Tenduristiya kalkê min pir baş bû. Tu pirsgirêkek wî yê tenduristiyê tune bû. Di jiyana xwe de, qet mûz nexwaribû, heke tu li ber jî bigeriyay, dîsa nedixwar. Min rojekî dît, kalkê min, lo salonê, mûzên ser masesyê dixwe. Kalkê min ku heta wê demê, devê xwe nedabû mûzê, wê rojê 4 mûz xwar. Ez mat mam, min xwe negirt û jê pirsî, „o kalo, çi bû, te xûyê xwe guherî?“. Ew tenê dikeniya. Mixabin, wê şevê, di hemamê de, xwînrijiya mejî derbas kir û çavên xwe li jiyanê girt.
Min ji wê rojê ve ji xwe re got, „heke kesekî tiştekî ku heta wê demê nekiribe, bike, nêzîkî mirinê bûye“

Sala 2002ê, li Enqerê, em li pişûya xwe ya salê de bûn. Apê min Cevdet Kayhan jî ji gund hatibû. Bavê ez hildam got, „Em dê bi apê te Cevdet re bigerin.“

Ez pir ji geriyanê hez dikim. Ji ber ku bavê min ev taybetmendiyê min dizanîbû, kuve çûba, ez jî bi xwe re dibirim. Jixwe ez her tim amade bûm. Dema behsa geriyanê dibû, min zû solê xwe li pê dikir û amade dibûm.

Em wê rojê derketin derve. Hinekî li nav çarşiyê geriyan, me xwarin xwar. Piştre, bavê min em birin pastexaneyekê. Min dondurmeyek tevlihev xwest, bavê min baqleve û apê Cevdet jî qadayif.

Min him dondurma xwe dixwar û him jî, li bavê xwe dinêrî. Dema min dît bavê min baqlevên xwe xelas kir û carek din jî xwest, ez mat mam. Wê demê, dilê min qetiya. Ji ber ku bavê min, tu carî porsiyonek baqleve xelas nedikir, niha jî porsiyona duyem dixwaze. Ez fikirîm gelo çi diqewime.

Wê demê, mûzên ku kalkê min xwaribû, hat bîra min. Dondurme ji gewriya min neçû xarê. Ez tirsiyam gelo bavê min dê bimire û min dilê xwe de got, „towbe, towbe, xwedê neke, xwedê neke“.

Ez tenê carkî tirsiyam. Du porsiyon baqlevayê ku bavê min xwarî, wek fîşekê di hişê min de çik bû. Min dikir nedikir ev ji bîra min nediçû.

Piştî çend rojan, pişûya me xelas bû. Em dîsa vegeriyan Danimarkayê.

Bavê min pir dikuxiya. Doktor, ji wî fîlma rontgen girt. Piştre, ji bavê min re gotin bila biyopsî bibe. Encama biyopsiyê, 17ê meha 9ê hat. Doktor, wiha got, „Tiştek ji destê me nayê, tenê mehek jiyana wî maye.“

Ez bi bavê xwe re çûn nexweşxanê. Doktor ji wî re jî gotibû. Bavê min li çavên min nihêrî, min nekarî pêşiya hêsirên xwe bigirim. Min nikarîbû tiştekî bêjim. Ma mirov dikarîbû çi bêje. Heta niha jî, nihêrîna wî tê bîra min. Nihêrînek wisa bû ku dema herî bêrehm a jiyanê didît û nedixwest vê bide ferqkirin.

Bavê min, ji wê demê ve, 9 mehan jiya. Me qet wek nexweşekî lê nedinêrî. Dema kar zêde dibû, gelek caran me jê re digot, „Bavo, kar pir e, weke alîkariya me.“

Lê her roj, me digot gelo bavê min dê kengê bimire, 9 mehan xew neket çavên me. Dema dengê sîrena ambulansekê dihat, em li dû wê direvîn û me digot, gelo termê bavê min tê de ye.
Xwedê vî derî nîşanî tu kesî neke.

Bavê min, jiyana xwe da bo ku zarokên wî jiyanek xweş bijîn. Her çiqas hez nedikir li Ewropa bijî, lê ji bo ku em xoşbext bibin, li welatekî ku qet jê hez nedikir, rûnişt.
Em ji bo wan tiştên ku ji me re kiriye, minetdarê wî ne.

Bavê min, bidil û dilovan bû. Çend riste nikarin wî binînin ziman. Hêvîdarim nivîsandina pirtûkek derbarê wî de mumkun bibe.

Jiyana pir kurt e, hezkirina xwe ji hezkiriyên xwe dereng nexin. Dibe ku sibe, pir dereng bimînin…

 Avesta

About The Author