„Serokê Taxa Jêrîn“ û „Nivîskarê Taxa Jorîn“

Ez bawerim heke di Kurdistanê de 10 Kurdên ku dilê wan ji bo Kurdistana mezin û yekgirtî lêdide hebin, yek ji wan Mesûd Barzanî ye. Heke di Kurdistanê de 10 Kurdên ku Kurdperwer û netewparêz bin hebin, yek ji wan Mesûd Barzanî ye. Û heke di Kurdistanê de 10 Kurdên ku ne kîndar û dilpak hebin, dîsa yek ji wan Mesûd Barzanî ye.

Min kek Mesûd di sala 1988-89 an de li Stokholmê nas kir. Di wê hevdîtinê de bandora ku li ser min hişt û bawerîya ku da min ev bû:

Bawermend, mitewazî, Kurdperwer û wek rehmetîyê bavê xwe Kurdistanî bû.

Serok Barzanî, di her wesîleyê de xeyala xwe ya Kurdistanek serbixwe û yekgirtî tîne zimên. Çi li cem dostan û çi jî li cem dijminan be, wek hinek canbazan li ser du şerîtan nalîze, ya dilê xwe dibêje û venaşêre. Çendîn caran dewleta Tirk û hinek dewletên Ewrûpî jê xwestin ku PKK wek rêxistinek terorîst bi nav bike û Kurdan bike dijminên hev jî, kek Mesûd nehat lîztika wan û got “PKK ne terorîst e, heta ez hebim wê êdî Kurd şerê Kurd neke” û xwêsîya xêrnexwazan di qirika wan de hişt.

Ez serê we neêşînim, mesela me li ser dilmezinî û dilpakîya kek Mesûd Barzanî bû.

Wek tê bîra we, başçawîşê malpera Nefelê, kekê me Arif Zêrevan, di nivîsek xwe de (bawerim nivîsa bi navê “Ez li Kurdekî digerim ku bihesidêmê“ bû) rexneyek tûj li serok Barzanî girtibû û ew wek „Serokê Taxa Jêrîn“ yan jî wek „Muxtarê Taxa Jêrîn“ dabû xuyakirin. Digot ku „Kurdistan ji Mesûd Barzanî re taxa jêrî ye û Mesûd Barzanî nikare siyasetek Kurdistanî bimeşîne“ filan û bêvan. 

Helbet herkes di dîtina xwe de azad e. Rêzgirtina wê dîtin û fikra azad jî para me ye. Lê ya ku ez dixwazim bêjim û bînim zimên ev e ku Serokê Taxa Jêrîn (!) ew gotinên kek Arif xistin bin lingên xwe, bincil kir û tu kîn û nefretek li hemberî wî neajot. Ji ber vê jî, kek Mesûd Barzanî dîsa derîyê xwe ji Nefelê û Arif Zêrevan re vekir û „Serokê Taxa Jêrîn (!)“ „ Nivîskarê Taxa Jorîn“ qebûlî meqamê xwe kir.

Di vir de dixuye ku kek Mesûd Barzanî girîngîyekê dide dezgehên Kurdî û  xebata wê dezgehê. Her çiqas xwedîyê wê dezgehê li dijî wî nivîsandibe yan êrîşî cenabê wî kiribe jî, ew xwe naxe şûna êrîşkar û mitawizîtîya xwe, dilmezinîya xwe têk nabe. Ez bawerim heke hinek siyasetmedar yan serokên din  bûna, wê helwestek din li dijî wî nivîskarî bigirtina û hetta wê ambargoyek ji ambargoya Amerîkayê mezintir danîbûna ser wî. Lê kek Mesûd ew diltengî nekir.

Arif Zêrevan hevpeyvînek kamil bi serok Barzanî re çêkiriye. Destên wî sax bin, siheta wî xweş be.

Hêvîdarim wê êdî Mesûd Barzanî ne wek „Serokê Taxa Jêrîn“ lê wek „Serokê Herçar Taxên Kurdistanê“ di serê kekê me Arif Zêrevan de şewq bide.

About The Author