Stêrk li Çîyan Diçirisin

Li gundan û bi taybet li gundên çiyan, di şevên havînan da gelek tişt di alema sirran da veşartînin. Gundê me, di qontaxa çîyayê Sîserê da bû. Pişta xwe dabû çîya, lê ji rast û çep û pêşîya xwe va bervekirî û ji her derî bilindtir bû.
Erê raste; ji Çîyayên Mereto, Qelemis, Gurdilan, Zengan, Reman û Meymûnîyê bilintir nebe jî, ji ber ku ev çiyayên bilind ji dûr va dixuyan, me xwe ji wan bilindîyan bilindtir dîdîta ra. Navê Çîyayê ku gundê me di nîvê wê da hatiye avakirin Sîser bû. Li welatê Zirikan ev çiya bi navê ‘Sîsera Minar’ tête bi navkirin. Li herêma ku dikevê navbera başarên Sêrt û Bedlîs û Şêrwan da, 2 Sîserên ku ez dizanim yên bilind û têrdar henin. Sîsera Minar û Sîsera Werqanis’in ev herdû çîya. Sîsera Werqanis, bi navê Sîsera Siqembo jî tê ziman. Lê mezinan digotana 30 heb Siser hene, ji ber vê yekê navê van çiyayan Sî-serin. Kurtê xeberê ji wan Sî-seran yek payê me ketîye.

Li pişta gundê Minar Hafê, Raspoqan, Meydanê û Şehîdok û Xizênokê jî dikevine ber singe vî çîyayî. Li serê pozê çiyê, di nava darên mazî da, gorek (tirbeke qedîmî) heye, ango tabyeyeke ku (kozik +meteriz) bi zangên mezin û ferşan hatiye çêkirin. Van salên paşîn defînecîyan vê derê serobin kirin e.
Gava ku li gundê Minar êvaran roj dice ber ava, em dibêjinê ‘tavzerek’. Tavzereka gundê me, pêşî ronayîya rojê sist dike, sivik dike ku çavên merivan napıspısînê, piştra kevanek li asîmanên bilindên li ser çîya û bilindîyên Batman, Farqîn, Mûş, Sasûn, Motkan û biber Qelemisa nêzî Bedlîsê va dipêçê, sor dik e, roj bi hemdê xwe bere bere noqê pişta wan bilindîyan dibî û ji ber çavan winda dibî, dice ava. Ew sorayîya rojê sor dibî, dibe weka qaqîjok, qederek ev tar ango kevanê sor li ber xwe dide, didomê, paşî şewqa rojê hêdî hêdî di zikê asîmanên bê stun da dixeriqê û ‘ rojek ji umrê me’ kêm dik e.
Rojderketina gundê me jî, taybetîyeke xwe hey e. Heya wextê ‘dana’ tav nade gund. Gava ku zereqên tavê dertên, pêşî Çiyayê Mereto dihingêvê, Çiyayên Farqîn û Sasonê zer dike, di ser Hezzo, Melefan, çiyayên Xerzan û Babosîyê da xwe dighêjînê Weysilqeranî, Deyrûdovan, Prekurtê, Weteras, Girê Cobê, Girê Mişmişê û Mila Hasan dihingêvê tê dikevê nava rez û bostanan û şewq û şemala xwe dide sere daran û serê banan.
Gava ku tavê da gund, wextê taştê, ango çaxê dana ye. Gundîyên me maneya ‘Danan’ nizanibin jî, ya rast ewe ku ew çağ, çaxa ‘uretimê’ ye. Pez bi şev diçêrê û tavgermê tê şîrê xweyê têr nîvişk did e. Lewra ew pezê ku bi şev şevîn dibî, di vî wextî da tê gund, karikên xwe dimijînê û şîrê zêde dide xwedîyê xwe, qederek jî bêna xwe dide û careke din berê xwe dide çêreyê, heya êvarê weqatê bêrî yê. Di vî weqatê ‘dana’ da, dengê kar û berxan, merêna mêşinan û bera bera bizinan, weke orkestrayê gundê Minar radikira ser pîyan. Dengê qîz û bûk û dayîkên ciwan jî, tevlî vê orkestrayayê dibe û gund bi carek li ser pîyan bûn.
Wextê ‘Dana’ ku pez daxilê gund bû, şivan diçin mala xwe dikevine xewê. Lewra bi şev ranezan e. Pezê xwe şevîn kirine, yanê bi şev çêrandin e. Kûçikên wan jî xwe didane çepîyek û çavên xwe digirtan mexel dibûn. Şivanên gundê me, xwedî lojman bûn. Mala şivan, xanîyeke gelek qedîm bû. Digotan ku ‘gundê Minar heft caran xira bu ye, heftcaran ava buye, lê xanîyê şivan tenê li ser pîyan ma ye’. Bi rastî jî dîwarê xanîyê Emê Şivan li ber tavê weka xunê sor bibû û pijîya bû. Navê jina Emê, Emîne bû. 2 keçên şivan hebûn. Herkesî bi nave ‘Emê Şivan’ wî bi nav dikiran.(1)
Piştî ku keç û bûkan beroşên şîr tanîne mal, gund keredeng dibuya û kebanîyan xwarina palan ango xebatkarên nava rez û bostanan hazir dikiran û exleb gazî me zarokan dikiran ku em wan xwarinan bibine nava mılkan. Ew xebatkarên ku me nan ji wan ra dibira, giya û genim didirûtan, milkan av didan û xebata nava bostanan çı hebî bi eşk û şewq dikiran. Her bostaneke gundê me kanîyeke xweza lê hey e. Ku li bostanek nebî jî, li bostanê teniştê ava vexwarinê tê temîn kirin. Qe nebî sewîlek av jî ji wan xebatkaran ra diçî cîyê kar û xebatê. Li gund, herkes dixebitîyan. Jin, zarok, biçûk û mezin. Bûkên taze, zarokên xwe tanîna nava bostanan, hêlekanek (Zenzîloq) ji wan ra girê didan, şîr didane wan, biçûkên xwe radizandan û berjêrî zevi û lehtikan dibûyan. Giya û genim didirûtan, şaxikan ji nava rezan berhev dikiran, hefir û eşêfê dikiran, pîvazan datanîyan, kuncîyan direşandan, biber, bacanên reş û sor datanîyan, birkê berdidan û avdanê dikiran û bi dil û can û bê tirs û telaş dixebitîyan. Zarok, biçûkê hemi malbatê bûn. Ew li alek, milk û mal û eyal li alek bû, ji ber vê yekê meriv dixwesta ku hema heta hetayê zarok bima ra.

Giyadirûna gundê me, di nîvê meha gulanê da dest pê dik e. Mêrg û erda me ya cot û cobarê kêm e. Ji ber ku gundê çîya ye, em giyayê nava milkan û hebek jî li dor û berê gund li rastik û kortikên çiyan û newalan digerin, me li ku qevdek giya peyda kir em didirûn û dirêsin weka kezîyên keçikan dikin rîsî, sê ba lê dixin, weka metreyek dirêj û 20 cm stûr li hev dilevînin û li ker û hêstiran dikin tînin li sere banan radixin, ziwa dikin, dîsa li ser banan ji berêva dêz dikin, wê dêzê dixine kolik, ji bejnek zêde bilind dikin û havînan mal û dû di van kolikên giya da radizên. Ev kolıkên giyan sê rexên girtî û rexê roava, vekirî ye. Evan kolikan nedihiştan ba û bager merivan rihetsiz bik e. Lewra başûr û bakûr û ji piştê va rexê çîya dêz û çeper bû, ji roava jî hiç ba nedilibitî ya.
Gundî êvaran hebek dereng derdikevine sere banan, lewra piştî nîvro berê rojê diketa nava van kolikan, nivîn û palas ji ber wê tava havînê germ dibûyan. Piştî mexrebê ew livîn têne rastkirin, heya piştî nimêja işayê hênik dibin û malbat derîyên xanîyên xwe digirin derdikevine serê ban. Di her kolikek da mêr û jin û zarokên xwe dimînin. Kolika pîrê û zarokên gir, başqe ye. Hema hema herkes bi silmên dar (pêlpêloka rotikan) dertên jor. Zarok, di van çon û hatinan da gelek hay ji xwe dimînin, piyên xwe bi hizir û pîvan davêjin, li ser banan bi şev naleyîzin, car heye ku mîza xwe digirin, xwe qaîm dikin, heya bibe ronayî paşî dicin mîz dikin. Ev yek, dibe dîsiplîn û xwe ragirtin ji bona van biçûkan.
Li gundan hertişt bi pîvan e. Lê ne metra wan metre ye, ne sieta wan siet e. Wextên xwe bi roj; ji rojê, bi şev; jî ji stêrkan dizanin. Gava ku bêna ronayîyê bigrin, ew sewgur e. Ew kazib e. Ronayî dikeve erdê, şefeq e. Serê tavê dide, zerraq e.Tav dide, tavdan e, Tav germ dibî dana ye ango taştê ye. Siya meriv bikeve bin meriv, nîvro ye. Si carek û nîv li meriv dirêj be, esr e. Ro here ber ava rojzerek e. Gava ço ava mexreb e. Me bêra xwe ya avdanê çık dikira û siya bêrê dipîvara, ku siya bêrê carek û nîv li bêrê bihata, banga esrê bû. Gava tavê bida kevanê Mizgevta Minar, nîvro bû. Kevanê mizgevta Minar, pîvanekê astronomik bû.
Pîvanên şevan jî, hebûn. Weka mexreb, sewgur, wextê şîvê, piştî şîvê, işayê, piştî işayê, wextê razanê, nîvê şevê, kuranîya şevê û berê sibê. Lê pîr û kalên me, bi taybet ew kesên ku hebek mereqa tiştan dikiran û sere xwe dixebitandan, hemû demên şevê bi stêrkan dipîvan. Tiştên ku wan pîr û kalan digotan hemi nemane di huşê min da. Ji ber ku gava sala 1958ê ez ji gund qutbûm, çom esker û carek jî danegerîyame vî gundê xwe yê xoşewîst, mixabin gelek tişt mane nîvişkan. Tenê dikarim vê bêjim ku, kal û pîrên me nizaniyan başûr û bakûr ango roava û rohilatê bi stêran bipîvin. Gava meriv romanên klasîkên Ewropayîyan dixwînin, bı vê kêmasîyê dihesin. Kurd, bi tenê hevraz û berjêr dizanin. ‘Mezopotamya jêr û jor, Kurdistana jêr û jor, berjêr û berjor, nişîv û hevraz’.
Ya here giring ew bû ku sitêr û Pêwir ji ezmanên Kurdistanê bi taybet li gundên çîyan xweştir û geştir diçirisin. Kurd bo çî Stêr û pêwir dibêjin ez nizanim lê pê-wir tiştek weka (uydu) tine bîra merivan. Pê-wir, pê-xwegir, êwir, ev tişt hemi gotina wan ne belesebebin. Alimên Astronomîyê bi sedsalanin ku li Kurdistanê hebûn e. Stêrkên pêwir, işaretên xilaziya ( dawîya) şevan in. Zêde ronayî didin, jiber gelek bilindin, roj wan baştir diçirisînê. Niha wisa hizir dikim, lê gundîyên Kurdistanê ronayîya hîv û stêrkan, ji hîv û stêrkan dizanîyan, ronayîya wan ‘Nûr û qudreta Xweda’ bû.
Komka Sêwîyan, Termê Vacî, Stêra Mexrebê, Stêra Sibê, Stêrka Karwankuj, Kadiz û Leyl û Mecnûn baş têne bîra min. Stêrkên ku me zêde eleqedar dikiran û em pêva dimaran Leyl û Mecnûn bûn. Bi taybet jinan ji me zarokan ra digotan: “- Leyl û Mecnûn aşiqên hev bûn e. Xwedê li vê dinyayê miradê wan nekirî ye. Ji ber vê yekê wan şandîye asimanan û ji hev dûr xistî ye. Yekî danîye vî serî, yê din danîye wî serî. Yek li zozana ye, yek li Deştê ye. Zivistanan Leyl li deştê dimînê, mecnûn li Zozanan, havînê Leyl tê Zozanan, Mecnûn dice Deştê. Salê carek li hev dikevin. Gava Leyl û Mecnûn li hev dikevin wisa şewq didin ku dibe weka nava rojê. Tam di lihevketina wan da meriv çi miradî ji Xwedê bixwezê, Xwedê miraz û daxaza meriv qebûl dik e.”

Zarok hemi dixwazin ku vê menzereyê bibînin û tiştan ji Xwedê bixwazin. Belkî qîz û bûkan, pîr û kalan jî bi vê çîrokê bawer bûn. Lê mirazê Kurdan, ango mirazê Minarîyan çîbûn û wê çî bixwestan ez nizanim. Ez dizanim ku eşq û evîn hîç nebû.
Eşqa Leyl û Mecnûn heqîqî bû. Ew eşq û evîna İlahî ne bi destê insanan bû, Xwedê vê qencîyê bi kêra bikira, bi evîndarîyê ceza dikira û li wê dinya din daweta wan dikira, wan li cenetê digihande hev. Lê ev evîndarî cefa bû, ezab bû, bareke giran bû, kes nikarîya vî barê giran ragirta ango hilgirta. Ji ber vê yekê diva ku kes eşq û evînê neynê bîra xwe û dînîtîyeke waha mek e. Ez ne bawerim ku yek qîz û xorteke Kurd di wî zemanî da miqayesa xwe û Leyl û Mecnûn di bazara eşqê da kiribin. Lê gava ku ev herdû Stêrk li hev biketan, şewqa wan dinyayê ronî bikira û meriv li ser hemdê xwe buya wê ji Xwedê çî bixwesta?
Hemin di wî zemanî da tû kesî azadiya Kurd û Kurdistanê nedixwesta. Keseke gundî koçk û seran û kezîzer û esmeran jî nedivaran û serên xwe nedixistane gêjîyê. Kesî pere û pûl jî nedixwesta. Belkî tenekeyek zêr ango kewarek dejî genim bixwestan.

Di vê hindavê da ezê serhatîyeke kurt bînime ziman:
Sala 1968ê em 11 kes li ser Dawa PDKT li bajarê Entelye yê di hepsêda ne. Yêkê ji gundeke Kırcewz ya qezayê Batmanê li ser tişteke ne tişt avêtine hepsê, em lê xwedî derketin û Seîd Elçî ji Sawcî rica kir lê da berdan. Navê wî zilamî Emer bû. Me jêra digo ‘Emero’. Rojek min û wî olte davêt, min Emero test kir. Min go Emero! Niha Xwedê ji te bipirsê ka çi daxaza te heye, wê tû ji Xwedê çi bixwazî?” Go:” Ezê ferek ga, heya biharê savar û nîsk û dims bixwazim.” Min go: “ Bo çî te ferek ga xwest?” Emero go:” Ferek gayê min heye, ku fereke din hebuya mine bikira cot.”
Di salên 60’an da Emerokê Kırcewzî ku ji Xwedê bi tenê van tiştan bixwazê, di salên 1940’an da wê gundîyên min çı bixwestan. Bigotana eşq û evîn, wê xwedê qencîya ku bi Leyl û mecnûnê ra kirîye, bi wan ra jî bikira, wê heryekî bavêta dereke dûr. Kurd û Kurdistan û heyata şar û şaristanan jî hîç nizanîyan. Eşq û evîn û derdê dilan li ser ruyê erda gund û dor û berên gundê me hîç tinebû. Belkî çendek ji wan bigotana: “- Ya rebbî iman û axret.” Lewra dinya ji destê Kurdan derketibû, dijmin dinya me tarî kiribû. Min bi sedan car dîtîye ku qîz û bûk bi hevra şabûr bûne çune pincarê. Dîsa min dîye ku ev keç û jin li devên cûkan, li ber kanîyan, nava bostanan pincarê berhev kirin e. carek tenê min nedîye ku kulîlkên deşt û çiyan, binevşên bendên cuyan, nêrgizên devê lêvên zevîyan, ango gulecorên nava rezan demed kiribin, bi destên xwe girtibin, ango anîbine mala xwe.
Gelo kî ango kîjan hêz û qewete ku navê eşq û evîn û hezkirinê bi Kurdan dabû jibîrkirin? Bo çî bab ji zarokan ra, jin ji mêran ra, mêr ji jinan ra hezkirin û eşq û evîna xwe deşifre nedikiran û nedigotana hev. Eşq û evîn di kilaman da, bêlîtan da, çîrokan da, qesîdan da, diwanan da û hetta di Quranê da jî hebû. Lê bo çî li ba Kurdan, bi taybet li ba gundîyên Kurdan tinebû?
Em zarok, şevên havînan, li ser banan, di kolikên gîya da, li ser piştê dirêj dibuyan û me stêrkên geş dihêjmarta. Hêjmartin ji ya stêrkan zortir nînin. Hêjmartına stêrkan cefa ye. Lewra gava berê te li asîmanane stêrk hin winda dibin û hin derdikevin. Ew dewr û gera li wan kûranîyan li benda te namînin ku tû sererast bihejmêrî. Car caran me dûa dikira ku gava Leyl û Mecnûn lihev bikevin em şîyarbin. Minê ji Xwedê çî bixwesta? Tenekeyek zêr. Lewra wê demê qala kûpık û tenekeyên zêran dihate kirin. Em bi wan xeyalan di xewda diçun.
Gava bi şev me çavên xwe vedikira, hema me bere xwe hevraz dikira û li asîmanan mêze dikira ka gelo hê şeve ane na. Lewra di wan kolikên xweşên serê banan, wan banên bilindên bê mêş û kermêş da, xewên me pir xweş bûn. Carcaran tav germ dibûya, di ser dêza gîya da didara nava çavên me, paşî em ji nava cîyan dipekîyan di silman da berjêrî xarê dibûyan. Kesî tûcar min neda ber singe xwe û nego rojbaş ango siba te bi xêr. Tiştê tê bîra min digotin “- Heeew! Nivroye, nivro! Ev te çewa fêmkir tû rabûyî? Yekê din digo: “- tavê daye nava qoqê wî, ji ber tavê revîya ye.”
Şevên havînan û xewên li sere banan, ne tenê bi hêjmartina Stêrkan û xeyala lihevketina aşiq û mehşûqan dixemilîyan. Gava ba dilebitîya û xuşşên bi heja darên sêv, mişmiş, hêjîr, goz û spîndaran diketa, gava dengê teyr û tûran, viza viza kêzikan, zîza zîza zîzîyan, qura qurq beqikan, dengê bilind yê bazîdan, weqa weqa rûvîyan, ewte ewta san, zûrêna guran û dengê avê ku di çirên bilind da şirraşirr dikiran, te digo ka Xwedê bi xwe jî hema li vî gundî cîyê xwe girtî ye. Bi rastî jî ew Xaliqê hemû xulqîyetan her li ba me, li gundê me bû. Ewî, gundê me xweş kiribû. Ewî, di wan şevên tarî da, stêr û pêran li ber çavên me geş kiribû.(2) …

11.08.2011

Hewlêr/ Kurdistana Azad ya Başûr
Şakir Epözdemir
(1) – Çîrokeke min bi nave ‘Emê Şivan’ di Kovara Gulistan ku Weqfa Maf û Azadiya Kurdan ya Stenbolê neşir dikira di hêjmara 4’an da derketî ye.
(2) – Xweda ne tenê li gundê Minar, lê li hemi mekanan û sekanan e. Li gor Mela Xelîlê Sêrtî ku di Nehculenamê da dibêjê, Xweda ji birû/bjangên meriv nêzîktirê meriv e.

 Netkurd

About The Author