Kîne em?

Gelê perçe perçe may

Wey wey li min way

 

Perçek li Tirkan, bin destê Farsan

Iraq û Sûrî, bimrim ez heyran

Hêstir têne xwar, ji her du çavan

Axîn û nalîn, girîn wek caran

Kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ka em werin bakur

gelek neçin dûr

em çend milyonin

li  jêr û li jor

Li zimanê xwe, xwedî derkevin

Li derve û malê, Tirkî nepeyvin

Bese qardaşim, bese canê min

Te agir berda can û dilê min

Ev gelek şerme, yahû fedîye

Ha eve Kurdî,  ma Tirkî bo çîye

                Kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Gava tu dibêjî bese bi Tirkî

Yahû qardaşim willeh tu Kurdî

Kurdî pir başe, şirîn û xweşe

Ne wek Tirkîye, Tirkî wek kaşe

Êdî ev dem hat,  bese ev qasî !

Bîne ser ziman peyvên bi Kurdî

Li ber destê te helbest û sitran

Êdî ne bese, tu ji  xwe napirsî ?

Kîne em ?

Hey hey hey kîne em?

Mala xwe barkir asîmîlasion (assimilation)

zalim  û zordar hemû tevde çûn

Zimanê Kurdî bo me nasname

Xelatek zêrîn, ji alîyê dêya me

Kurdî ji me re bûye emanet

Werin  li Kurdî nekin xîyanet

Dilê xwe negrin, bînin bîra xwe

Ev gotinên min, rexne bûn ji xwe

Ji îro pêve bikeve bi şûn

Pirtûk û zanist, jîyan û hebûn

 

Dest nav destê hev, em yekgirtî bin

Rojên serkevtin waye nêzîk bûn

 

Kîne em ?

Hey hey hey kîne em?

Ûrmîye

Rojhilatê Kurdistanê

About The Author