Îran di pornoyê de bû yekemîn

Li welatên paşdemayî tiştên qedexekirî tim balê dikşînin. Bi taybet di Rojhilata Navîn de tiştên qedexekirî û abes girêzê bi devê mirovan dixin. Îran jî yek ji wan welata ye.

Li gora îstatîstîkek berî çend salan, di warê homoseksualîzm û qûnektîyê de Îran pir li pêş bû. Li gora hesabên ser bêjingê, zêdeyî 50 hezar qûnek li Îranê hene. Helbet qûnekên bin bêjingê jî nayên hesêb.

Îcar jî derket holê ku di temaşekirina porno û seksê de Îran welatê yekemîn e.  Li gora lêkolîna ku artêşa Îranê kiriye, di dinyayê de herî zêde ji Îranê dikevin malperên seksê yên înternetê.

Di vê derbarê de serdarek ji serdarên artêşa Îranê (Îbrahîm Beyanî) eşkere kiriye ku di lêkolîna wan de ji nava 182 bajarên dinyayê, herî zêde li Tehranê dikevin malperên seksê û li lotik û zîtirkên kê kir kê temaşe dikin. Bajarê Şîraz jî di rêza 15. de ye.

Lê tiştê balkêş çiye hûn zanin?

Îranî herî zêde di meha remezanê de ketine malperên seksê. General Îbrahîm Beyanî gotiye ku ev lêkolîn ji alî artêşa Îranê ve hatiye kirin û xilafî di lêkolîna wan de tuneye, hertişt rast û dirust e.

General Beyanî, ji encama lêkolînê maye ecêbmayê û heyirî û gotiye „De werin vî kerî di vî borî re derbas bikin, îcar emê çawa xort û keçan bînin mizgeftan û mizgeftan li ber dilê wan şîrîn bikin yabo“ û kiriye niçe niç.

Ez serê we neêşînim, xuyaye ev lêlê ye û lolo jî veşartîye.

Heke Îran di temaşekirina malperên porno û seksê de yekemîn be, îcar xwedê zane bê ew mela û sofîyên şaşikmezin rojê çend carî dikevin wan malperên kê kir kê û rojê çend carî doxînê ji hev dişemitînin..

Mahabad

About The Author