Tirra wî deng veda

Fûtbolgerê Tirk (belkî eslê wî ne Tirk be) Arda Tûran, piştî ku di maça Tirkiye-Kazakistanê de golek avêt û derpî ji Kazakan şemitand, derket pêşberî çapemenîyê û tirrek ji gola xwe mezintir kir.

Arda Tûran ê kinik û kurtik, ji çapmenîyê re got „Ez vê golê ji hemi ewladên şehîd ên milletên Tirkiyê re dikim diyarî “ û lotikek zêdeyî bejna xwe avêt.

Arda efendî daxuyand ku ew naxwazin êdî ewladên Tirkiyê bên kujtin û bela êdî dilê kesekî neşewite.

Ê welle babam ez jî naxwazin dilê kesekî bişewite ha.

Law Arda beg, ji wan sermezinên dewletê re bêje bela şer bisekinînin û mafê Kurdan bidin wan, mesele safî dibe û dilê kesî hew dişewite ellawekîl. Yan na, bi avêtina çend gol û lotikan dawî li karwanê şehîdan nayê cîgerim..

Stenbol

About The Author