Xalê me Alinak barîqat û çeper derbas nekir

Wek hûn zanin, gunikreşê Kurd û boxê beranan xalê me Mahmûd Alinak, dixwest bibe serokê BDP û daw û delingê xwe hilgavtibû. Birastî min jî dixwest mêrxasek wek Alinak bibe serokê BDP û BDP siyasetek serbixwe û bi îrade bimeşîne. Lê herweha Lotikxanê bala xalê me Alinak kişandibû û gotibû “Serokatîya BDP ne rehete xalê Mahmûd, tê de sofîtî heye, îbadet heye, Mek û Medîne, qible û nimêj heye, ma ku tu van tevan bi cîh neynî û heta ayet ji Îmralî û Qendîlê neyên, tuyê çawa bibî serok babam” û şansê serokatîyê nedabû xalê me Mahmûd Alinak.

Ez serê we neêşînim, xuyabû ku çawîş û başçawîşên eşîreta Lotikxanê mafdar derketin û fala qereçîyê baş nirxandibûn.

Xalê me Alinak bi daxuyanîyekê eşkere kir ku wî xwe ji namzetîya serokatîya BDP vekişandiye û kiriye nekiriye nikarîbû barîqat û çeperên navenda BDP derbas bike.

Alinak di daxuyanîya xwe de dibêje ku “Xeyalên min ên mezin hebûn. Minê BDP bi tekoşînek sivîl bigihanda asta herî bilind û rê li ber şerxwazîya AKP bigirta. Lê xuyaye wê hê gellek xwîn bê rêtin û gellek xort û ciwan bên kujtin. Lê mixabin tu guhertinek di siyasetê de naxuye” filan û bêvan.

Werhasilî kelam, hem xeyalên xalê me Alinak têk çûn û hem jî xeyalên me. 

Yaw xalê Mahmûd, ez qurban,  law ma dewlet û partîyên sererd û binerd dixwazin yekî wek te  Kurdperwer bibe serok babam? Ma xwedê ji wan stendiye ku hefsar ji destê xwe derxin û serê xwe têxin qeda û belayê qardaşim?

De heta kongreyek din xwedê kerîm û rehîm e wesselam…

Enqere

About The Author