Min derî li şiroveyan asê kir

Belê qurban. Me derî li şiroveyan asê kir û me mifte li beşê şiroveyan xist. Me xwest ku di beşê şiroveyan de xwendevanên me dilê xwe rehet bikin, dîtin û lotikên xwe li ser nivîsan pêşkêş bikin, baş yan xerab helwesta xwe deynin holê. Lê me nizanîbû ku wê pelûl û şorba vîrûs û emaîlên bi serê me de birije û me kezebreşî bike.

Niha hûnê xwe aciz bikin û bêjin “Çima we derîyê şiroveyan li me asê kir bavê min” ez zanim. Lê heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîska ne.

Ez rojê 10 seetan dixebitim. Seetek çûn û yek hatin, dike 12 seet. Bawer bikin ez dibim wek darekî hişk û wek wan kesên ku ji kerê bikevin û binermijin. Ez bi dilekî xweş têm malê û dikevim admîna Lotikxanê ku çend lotikan bavêjim. Lê ez çi bibînim başe hûn zanin? Her carê 200-290-300 emaîlên vîrûsan ji min re hatine. De were û ji nav vê pelûlê derkeve. Heta ez wan emaîlan bak dikim û ji malperê davêjim jî 2-3 seetên min diçin, herdu çavên min sor dibin û dibin wek zotika mirîşkê. Ew jî ne bes e, îcar xanima malê jî dest bi pitepitê dike û wek mirîşkê bi nikilan bi nav serê min dikeve, dibêje: “Wey wey wey, 12 seet kar ne bes in îcar bi vîrûsan jî dakeve ne, na wele hema bi înternetê û Lotikxanê re bizewice çêtire bavo” û seravdan dide min rebenê xwedê.

Ez serê we neêşînim, ez ji 12 seet çûn û hatina kar neditirsîyam, lê ku min berê xwe dida malê, ez diketim heyr û tirsa ku dîsa 300 emaîlên vîrûsan ji min re hatibin û ez wan yeko yeko ji malperê bavêjim. Min dît wilo nabe û ez nikarim derdê vîrûsan û pitepita jinikê bikşînim, min go a baş ezê derî li şiroveyan asê bikim û serê xwe rehet bikim. Hem ezê ji kezebreşîya emaîlên beredayî xilas bibim, hem jî ezê ji nikilên mirîşka malê azad bibim.

Aha ji ber van herdu sedeman, min derî xilqand û êdî derî ji şiroveyan re venakim gelî xwendevanan. A baş hûn şiroveyên xwe bi jina xwe yan mêrê xwe re par vekin bixêrtire. Lê ku jina we yan mêrê we jî dest bi nikilan bike û pirça serê we hilçine, ez ne mesûl im babam…

Ev 2 roj in serê min rehete hûn zanin. Ne emaîlên beredayî ji min re tên û ne jî mirîşka malê nikilan li nav serê min dixe. Oxxxxxxxxx, ma ka ji vê xweştir!

Pîrkemal

Başçawîşê Lotikxanê

About The Author