ŞÎRETEK WEK ŞÛJIN !

 Teknolojî kete jîyana mirovan, jîyan lewitî. Qirêj û gemar bi xwe re kire nav me mixabin. Kesayetîya mirova  jî  pêre qirêj girt.

 

       Remezan li bajarê Eskîşehîrê firoşkarê xalî ya bû. Rojekê ji hevalê xwe Betal (herdu jî Kurd in) re got “ Ezê biçim Ispartayê ji bo xalîyan, tu jî bi  min re were  baştir

dibe.“

 Betal got “ Temam bira ez kêrhatî me, belê em tevde biçin.

 Remezan got “ Here razê, emê berbanga sibê  saet di 5’ an de bi rê kevin

       Remezan serê xwe danî ser balîfê ku razê, telefona wî ya berîkê lê xist. Got “ Elo, eloooo “ tu dengek nehat û bê bersiv ma. Lê vegerîya îcar ew kesê telefon kiribû venedikir. Neçar cardin pal da, dîsa  ew telefon lê gerîya. Werhasil heta saet 3’yê şevê telefona bê wate dom kir, xew li Remezan herimî.

      Remezan telefon Betal kir û got “ Kuro tu amadebî em hema niha derkevin biçin dibe gelo? “ Betal got “ Erê bira çima nebe, ez cilê xwe li xwe dikim, tu were min hilîne.

      Bi rê ketin, li bajarê Afyonê ketin restoranekê ku şorbe vexwin. Ew mirov cardin bi telefonê  li Remezan gerîya “ eloooo eloooo” cardin bê bersiv ma. Betal bi meselê hesîya werhasil…Betal bi tecrûbe bû, got “ Ev çeqelê (wawîk) şevê ye, tu bise ezê sibê çi bînim serê wî teresî.

Şorba xwe vewwarin, bi rê ketin çûn Ispartayê, danûstandina xwe qedandin.

 Piştî nîvro li vegerê, Betal  got “ Bira, hela nimroya wî teresî bide ez lê bigerim.

  Betal lê gerîya telefona xwe vekir, Betal bi dengekî  nerm wek yekî nas,  got “ Tu li kûyî? Çi dikî? “ (Remezan jî baldar li wan guhdarî dikir û tirimpêl diajot.)

Teres got “ Ez li malê me, tiştekî nakim.

 Betal got “ Zû xwe tazî ke.

 Teres got “ Çima ?

 Betal got “ Çawa çima? Xwe tazî ke, ez têm dinim te lewma.

 Betal wek keleşkofê çêrên rojnedîtî da rêzê . Remezan bi ken ji xwe ve çû, trîmpêl lê bû biketa şerampolê biqelibîya. Êdî bi qasî  çend deqeyan (hûrdem) kenîyan, Remezan got “ Ka cardin lê bigere, te dilê xwe rehet kir, ez jî heyfa xwe jê hilînim.

Teresê ehmeq cardin bersiva telefonê da, Remezan jî wek çeka otomotîk  jê re da çêra û telefon girt werhasilî kelam…

      Carinan dijûn, çêr jî ji hinek kesan re dibe şîret. Bi pakî nayên rê, îla ji şîretên  tundî hez dikin. Heta mirov şûjinê di qûna wan re neke fêm nakin…

Kurdistan

About The Author