„Sosyal ajantî“ temam, ma „asosyal ajantî“

Wek hûn zanin yan dixwînin, A.Ocalan û Mûrat Karayilan gellek caran ji xalê me Şukru Gulmuş re gotine „ajanê Almanya ye“ û ew dane ber lotik û şeg û pegan. Xuyaye vê dawîyê Mûrat Karayilan di hevpeyvînek xwe ya di ANF de dîsa jê re gotiye „Şukrî? Kuro wî ruhê xwe firotiye Almanan, ew sosyal ajanê Almanan e ellawekîl“ û mîrkutek li nav serê wî xistiye.

Axir, xuyaye xalê me Şukru Gulmuş ji gotinên Karayilan pir aciz bûye û psîkolojîya wî bûye şorbe.  Hema rabûye belgeya ku çiqas peran ji dezgeha Alman distîne weşandiye û îspat kiriye ku ew ne sosyal ajanê Almanan e.

Xalê me Gulmuş, belgeya xwe weşandiye ku ew mehê 973.44 euro ji dewletê distîne, ji wî pereyî 230.10 euro diçe ji bo kirê, 95.00 euro ji bo mesrefên din, kalorîfer 56.00 euro, sîgorta 145.04 euro û 425.88 euro jî safî di destê wî de dimîne.

Ev pere her penaberê ku li Almanya dijî ji dewletê wek alîkarîya debarê distîne. Xalê me Şukru Gulmuş jî kêm zêde heman peran distîne û heta serê mehê pê debara xwe dike.

Lê tiştê ku pirsê di serê min de çêdike ev e:

Çima tu dixwazi xwe îspat biki cîgerim? Tê bersiva kê bidi û ya kê nedi? Tê xwe ji kê re îspat biki û ji kê re neki? Yanî tu baweri wê hevaller ji te û ji wê kaxeza meaşê te bawer bikin?

Na na xalo, xwe nexapîne û dev ji îspatkirina „neajantîya“ xwe berde. Carekê hevalan xistiye serê xwe, bi ellawekîl tu Incîl û Quranê pel bi pel biqetîni jî tu di çavê wan de dîsa ajani lo, wî!

Lê ez dibêjim rabe, rûnê û dua ji Mûrat Karayilan re bike.

Çima tu zani?

Ji bo ku tu nekiriye „asosyal ajan“.

Qe nebe xîret û şerefek „sosyal ajantî“yê heye, meriv çend qirûşan bistîne jî lê hêja ye.

„asosyal ajantî?“  

Yanî, ajantîya belaş û beredayî ha!

Îcar ez dibêjim nameyek qerase ji Karayilan re bişîne û spasîya wî bike.

Spasî bike ku navê „asosyal ajan“ bi dû te nexistiye û ji te re nekiriye dûvik.

Ez serê we neêşînim, objektîf ajantî temam, sûbjektîf ajantî temam, sosyal ajantî va temam bû, ma asosyal ajantî.

Bi xêr û selamet, wê sala pêşîya me „asosyal ajantî“ jî di nav Kurdan de bibe mode.

De li ser xêrê be û çavê me ruhnî be kaka….

Almanya

About The Author