Lotikxana Kurdan

Ez nizanim çawan bêjim, willeh em Kurd gelek ecêb in, tu tiştên me wek  yên xelkê nînin.

Rojekê em Kurdên her çar perçan lê bi piranî Kurdên rojhilat,  li pêşberî UN (Neteweyên Yekbûyî) li bajarê Genevê (Swisrê) li hev hatin û li dijî binpêkirina mafê Kurdan, kuştin û zilm, zor û daliqandinê me xwenîşandanek bi rê xist. Hal û hewayek gelek xemgîn jî hebû, me bi dûrişmên xwe hewar dikir û wêneyên şehîdan di destên me da, yanî me dixwest dunya hay ji dengê me hebit û bêne hewara me.

Lêêêêê, way lê!

Di wê navberê de me dît makîneyek mezin (Bûs) bi amêrên deng û muzîkê hat. Em gelek keyfxweş bûn, me got êdî emê bi wan amêran bi dengekî bilind durişmên xwe biqîrin û erdê bihejînin, tirsê bêxin dilê dijmin.

Welhasil, dem û dezgehên xwe dabezandin, hazir kirin û hema CD ya Ezîz Weisî xistine ser û dest bi helperkê (govend) kirin. Xelkê Swisrî, kamera û rojnamevan hemû ecêbmayî man, zimanê xwe geztin û çavê wan fireh bûn.

Ez serê we neêşînim, ne me zanî em ji bo çi hatine û ne çapemenîyê. Li dawîyê wextê ku nûnerê me çû hindir û di gel karbidestên UNê peyivî, wan jê re gotibûn “willeh me jî nezanî hûn ji bo çi îro hatine lêre (vir)?”

Em Kurd, li şahîyê her govend, li rêpêwanê gowend, li xwenîşandanê govend, li şin û tazîyê govend, li şer govend, li malê govend, êdî govend û govend û govend, heta kengî!?

Ez gelek fikirîm lê min  jî nizanî, feqet min şîya (karîbû) vê helbestê binivîsim.

 

Gelê bê miraz, bi tenbûr û saz

Delal û pir naz,reben û belengaz

 

Şivanê mirîşk û qaz, rê dûr û ser evraz

Wa me dijmin kuşt, bi tirr û fis û gaz

 

Em xweş mirov in, ew hirç û hov in

Em aşiq û meşûq, wek zava û bûk

 

Lê çi bikim radibe, her gav tiştê me

Agir dixîne nava dilê me

 

Kurd û Kurdistan dice ji bîra me

Bêhna barûtê, têtin ji bin me

 

Pexş û belav kir hiş û aqilê me

Agir berbûye, willeh qûna me

 

Dîsa wek cara, Kurdo hev bigrin

Li her çar perça, govendê bigrin

 

Bikevin çîya, dîsa wek şêra

Lêxin lotikan bi dihol û zirna

 

Ûrmîye

Rojhilatê Kurdistanê

About The Author