Kasimpaşalî tirr di wan de kir fis

Ka hûn nabêjin, BDP çima neçû meclîsê û niha çima tifa xwe alast û vedigere meclîsê gelî xwendevanan?

Birastî ez bi xwe meraq dikim, yanî başçawîşên BDP bi neçûna meclîsê çi bi ser xistin, çi şoreş kirin, çi darbe û lotik li AKP û Erdogan xistin û piştî vê rûreşîyê çima vedigerin meclîsê? Madem çûna meclîsê di dilê we de hebû û we bêrîya sûnda “Yuce Turk mîlletî onunde ant îçerîm” kiribû, ev çi şorba nîskê bû ku we bi serê xwe jî, bi serê Kurdan jî û bi serê dewleta Tirko jî dakir babam?

Çiye?

Xwedêgiravî wê ji bo xurtkirina aştîyê û cîhlêtengkirina AKP 1ê Çile herin meclîsê, sûnda “Vatanin ve mîlletîn bolunmez butunlugune” bixwin û dest bi lotikan bikin.

Hele em dev ji sûndxwarinê berdin, sûndxwarin belkî mecbûrî û taktîkî be, lê ev serê sê  meha ye ji bo çi we Kurdên xwelîliser rakir ser tapanan cîgerim?

Ez serê we neêşînim, BDP li lotika xwe polîpoşman bû û wê 1ê Çile berê xwe bide meclîsê, têkevin odeyên xwe yên germ û nerm û meaşên xwe bistînin.

Ê helbet canim, va zivistan hat û dema sur û sermê ye, dema berf û baranê ye. Ma ji meclîsê germtir ciyekî din nabînin ne wilo!

Li vir divê meriv kê pîroz bike hûn zanin?

Kasimpaşalî Recebo.

Çima?

Ji bo ku cîgerim tifa xwe nealast û digot „Yan wê wek zilaman bên meclîsê û sûnd bixwin, yan jî ez hesabê wan û pîvazekê nakim lan“ filan û fîstan.

Birastî jî ciwamêr hesabê wan bi pîvazek xerabe nekir û ew mecbûr kirin ku bên meclîsê û wê sûnda qerase bixwin.

Îcar piştî sûndxwarinê wê Kasimpaşalî Receb çi ji xelkê re bêje hûn zanin?

Wê bêje: „We dît ne? Min digot qumaşê wan ne tu qumaşe we bawer nedikir. Aha mecbûr man û hatin ber lingên min“ û BDP lî yan bide ber şeg û pegan.

De ya bi xêr…

Enqere

 

About The Author