Çûna Amerîka lê nehat

Hunermendê dengxweş, lotikvanê germik û nermik Delîl Dîlanar, ji bo çend qirûşan bide ser hev û bêrîka xwe germ bike, berê xwe da Amerîkayê û dest bi konser û monseran kir. Dibêjin piştî konseran Delîlê me bi dilekî xweş vegeriyaye Almanya bajarê Koln ê û bêrîya mala xwe kiriye. Lê gava derî vekiriye û ketiye hindur çi bibîne başe, diz û keleşan mala wî kirine wek koxika mirîşkan û tiştekî saxlem di malê de nehiştine, hema çi ketiye ber wan dizîne.

Li ser bextê fitne û fesadên nava Akademî û Mîr Muzîkê be, dibêjin gava Delîlê me mala xwe di wî halî de dîtiye, çavên wî tije hêsir bûne, kelegirî bûye û dilê wî bi wî şewitî ye, li çûna Amerîkayê poşman bûye, li nav serê xwe xistiye û yekser telefonî polîsan kiriye.

Werhasilî kelam, çûna Amerîka li Delîlê me nehat. Felekê derbek qerase lêxist, li Amerîkayê çend qirûş dan wî lê li Almanya dîsa jê stendin. Belkî jî bandora hewa û demsala Amerîkayê li bextê Delîlê me xistibe ma kî zane.

Ê heyran ma emê çi bêjin. Bi sala ye qarewara Lotikxanê ye û dibêje: ” Law heke hûn çûn kêf û seyranê, pare, hebûn û nebûna xwe teslîmî “Lotik Bank” ê bikin ji bo kesek nedize û serî li we negerîne”.

Lê kes guh nade me babam, ne sûcê me ye.

Êêêêêê,  gava hûn guh nedin me çi dibe?

Wê diz û keleş têkevin mala we û her tiştên we bidiziiiinnnnnnnn……!

Almanya

About The Author