TU KENGÎ ZEWİCÎ SERDARO!

   (Diyarî ji bo Serdar)Pîrê bi tena serê xwe di qula xênî de rûniştiye û pir aciz e. Vedikeve nabe. Radibe nabe. Digere nabe. Rûdinê nabe. Nabe, nabe, nabe…

Lawê pîrê Serdaro karmendê dewletê ye û ji bo karê xwe çûye li Stenbolê bi cîh û war bûye.
Pîrê him bêriya lawê xwe û him jî bêriya neviyên xwe kiriye. Heta tu bê bes aciz e û ji bêhntengî û aciziyan dike bê pelç û biteqe.
Xwendina pîrê tune û bi peyveke tirkî jî nizane.

Serdarê wê jê re telefoneke Nokia 6200 kiriye û telefona wê tim di bêrika binkirasê wê de ye. Dema dibe zirezira telefona wê, wek deh kes jê re bilîrînin bi wê xweş tê. Û her wiha Lawê wê Serdêr ew hînî telefon kirinê û bersivandinê jî kiriye. Her ku bêhna wê teng dibe, aciz dibe û bêriya lawê xwe dike, kirasê xwe li hev dipêçe, destê xwe davê bêrîka binkirês û bi derxistina telefonê re pêlî bişkoka wê yanî “yes”ê dike. Qebqeba wê li taxê li nav cîranan olan dide.

Pîrê dîsa rojekê wek her car aciz e û kurm ketine canê wê. Ew kurmên ku di canê pîrê de digerin û diçêrin, hingî beradayî beradayî digerin, bê zar û bê hal ziman ji devê wan dikşe.
 Sê çar çirivîtkan dide xwe, kurmê wê naşkê. Kirasê xwe li hev dipêçe û telefona xwe ya Nokia 6200 ê derdixe û pêlî bişkoka “yes”ê dike. Ji ber ku tim li Serdarê xwe digriya, jimara telefona Serdêr di serî de hatibû qeyd kirin û çawa ku pêlî “yes” dikir, Serdarê wê li hêla din digot “Elo”. “Elo” ha, ne “Alo”, em vê jî têxin serê hev…
Pîrê dibê: “Elo! Serdaro! Diya te kezeb û gurçikên te xwaro!”
Bûka wê bersivê dide: “Dayê ez im, ez bûka te ya belengaz”
Ji xwe em giş zanin bê navbera xesû û bûkan çawa ye…
Pîrê berî ku li hal û rewşa bûka xwe bipirse, dibê: “Ka Serdarê min? Ma qey ne li mal e?”
Bûka reben jî ji Serdêr heta dev tije bûye, dibê: “Wa ye xirpişiye ser dilê jina xwe.”
Pîrê şaş û matbayî dibê: “Keçê! Porkurê! Jina çi halê çi, qe hayê mi jê tune! Kengî hewî anî ser te? Kî ye? Qiza kê ye?”
Bûk bi qerf dibê, lê xesû bawer dike, dibê: “Ha va min da lawê te yê delalî, bila ew ji te re ta bi derziyê veke.” Û telefonê davê dawa Serdêr.
Serdêr dibê: “Elo dayê tu çawa yî?”
Pîrê dibê: “Quzilqurt! Ne eyb, ne fedî tew dayê tu çawa yî? Kuro hey nizanim çi! Temam rast e, zêde kêfa min ji bûkê re nayê, lê ma bi vê xezebê law? Ev keçik kî ye? Qîza kê ye?”
Serdar êdî nema zane wê bê çi. Şaşomaşo dibe û dibê: “Dadê navê wê kompîtur e û qîza Mikrosoft e.
Pîrê hinekî din hêrs dibe, dibê: “Kuro tew gawir e? Hey Xwedê bi ser de neketo û di bin wî de nepelixyo! Niha bi zimanê me jî nizane. Em ê çi xweliyê li serê xwe kin.”
Serdar dibê: “Dayê bi qur’ana gawir pê dibe misilman, ji min û te çêtir bi kurdî zane. Ji xeynî kurdî jî, bi hemû zimanan zane. Heta bi zimanê kulî, şaqulî û gêrîkan jî…”
Pîrê ji kêfa êdî nema zane wê bê çi. Bi dengekî xurt û bilind dibê kilîlîlîlîlîlîlîlîlîlî!…

About The Author