Siltanê me banga aştîyê kir

 

Bejna Siltan Kose her ku diçe dirêjtir dibe. Niha bejna wî bûye 2.51 santîm û di dinyayê de kes nikare lingê xwe li lingê wî xe. Siltanê me herweha di dinyayê de mirovê herî destmezin û lingmezin e jî.  Bi vî awayî cîgerim 3 caran rekorê dişkîne û dikeve pirtûka Guînnees ê.

Siltan Kose yê Dêrikî, li ser bûyerên li Kurdistanû Tirkiyê jî axivî û banga aştîyê li herdu alîyan, li dewlet û PKK kir. Kose, dibêje ku êdî bes e, bela hew ocaxên xelkê vemirin û ev şer bisekine. Kose, ji herkesî dixwaze ku destên xwe têxin bin kevir û di vemirandina vî şerî de rola xwe bilîzin.

Ez serê we neêşînim, Siltanê me niha li bajarê Enqerê tedawî dibe. Mêro lingê xwe şikandiye û ji lotikên Dêrikkî mehrûm maye, tizbîya xwe dikşîne û tew dixwaze bibe stêrkek ji stêrkên sînemayê jî.

Ê de derbasbûyî be qurban!

Heke rojekê we Siltanê me li Hollywoodê, di fîlmên sînemayê de wek sereklîztikvan dît, qet şaş nebin.

Mêrdîn

About The Author