Kesek wî naxwaze

 Ecêb e, tofan û bahoz tenê li ser serê xalê me Mûrat Karayilan radibe.  Her çi hikmet be kesek behsa grûpa Enqerê nake . Halbûkî lotikvan û govendgêrên mezin  grûpa Enqerê ne. Dûran Kalkan e, Cemîl Bayik e, Mûstafa Karasû ye, Alî Haydar Kaytan e  û filan û bêvankes in. Lê pelûl tenê bi serê xalê me Mûrat Karayilan de dirije, herkes li dû girtina wî ye.  Kesên li ser navê PKK bi MÎT ê re hevdîtinan dikin ( di çapemenîyê de hat eşkerekirin) Dûran Kalkan û Mûstafa Karasû ne, lê kes nizane ne ew hene ne tunene, kes behsa girtina wan nake. Lê xalê me Mûrat Karayilan bûye wek golikê beş û herkes bela xwe li wî dixe.

Axir, rojnama Yenî Şafak îddîa kiribû ku Îranê Mûrat Karayilan du rojan girtiye û dîsa serbest berdaye.  Lê rojnama Sozcu gavek pêşdetir avêt û îddîayek mezin avêt holê. Rast yan derew li ser bextê rojnama Sozcu û nivîskar Velî Toprak be.

Velî Toprak, jina xwe ji xwe berdaye, bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwariye û gotiye ku „Îranê Mûrat Karayilan girt û xwest wî radestî Tirkiyê bike. Lê rayedarên Tirkiyê xwe avêtine tor û bextê Îranê û gotine „eman eman, em di bextê jinên we de bin, me Ocalan stend me serî li xwe gerand û malik li xwe bir mîratê. Em naxwazin Ocalanek din li serê xwe bikin bela. Em Mûrat Karayilan naxwazin yabo, bi ser û guhan ve li we pîroz û bimbarek be“ û xalê me Karayilan paşûpê li Îranê vegerandine.

Ez serê we neêşînim, dibêjin piştî ku rayedarên Tirkiyê xwe ji xalê me Karayilan sitirandine û nexwestine wî bînin Tirkiyê, rayedarên Îranê ji Karayilan re gotine „Cîgerim, wa Tirk naxwazin te bikin bela serê xwe babam. Em jî nikarin barê te hilgirin, ji xwe rê di zindanên me de nemaye, zindan tijî ne. A baş hema dîsa vegere Qendîlka xwe û tu sax“ û ew serbest berdane filan û fîstan.

Werhasilî kelam, xuyaye barê xalê me Karayilan barekî giran e, kesek newêre xwe bide ber barê wî. Rebeno di navbera Xelîl û Celîl de maye. Hem dixwazin wî bigrin, hem jî naxwazin wî bigrin.  Îcar ev çi pelûl û şorbe ye min jî fêhm nekir ellawekîl..

De ya bi xêr…

Qendîl

About The Author