Wê têra xwe bike du tûr!

Dibêjin carekê siwarê kerekê li gundekî peya dibe ku hinekî bêhna xwe berde. Kera xwe li derve girêdide û li malekê rûdinê. Piştî çayekê vedixwe û xwe rehet dike radibe ku riya xwe berdewam bike, lê dimeyzêne ku tûrê kerê wî nemaye, hatiye dizîn. Mîrik bang dike: ka tûrê kerê min! kê tûrê min birye? Welleh eger hûn wî tûrî tînin, bînin ya na, tukes nizane bê ezê çi bikim! Ezê dinyê xera bikim! Xwedyê kerê li valî kir birr birr û li walî kir birr birr û da zîtirk û lotikan û xwe tiro dîno kir! Xelkê gundî jî hemî lê kom bûbûn, û ji zirtên wî ditirsiyan. Çend  aqilên wan bi hev şêwirîn û ji hevre gotin: law bi telaq ev bêbav gelekî çavsorya dike, eger tûrê wî jê re neyê, wê gundê me xera bike, law ka em binêrin bê kê ji gundiyan ev tûr biriye, bera zû bîne, berî malên me bişewitîne heyran!

Piştî tirsê, piştî pirsê, tûrê xwedyê kerê jê re anîn û sed qulhûwellahûehed jî pê re xwendin, eşheda xwe anîn ku ji xezeba xwedyê kerê rizgar bûn! Lê yek ji gundiyan, ji van kesên ku naxwazin tiştekî di dilên xwe de bihêlin, got xwedyê kerê: law birazî, eger me tûrê te, ji te re nanîba, gelo te yê çi kira ji me? Welleh te em gelekî tirsandin bavo! Xwedyê kerê gotê: ma minê çi kiriba ji we?, welleh minê têra xwe kiriba du tûr!

Berî çend rojan, wezîrê derve yê Sûryê, Welîd Elmûşewiş gotibû ku ew dewleta perlemana Sûryê ku li Istembolê ava bû bipejirîne, wê xwedê ji diya wê bistîne, wê ew kevirên wê berdin kûçikên wê, kirasên wan li serên wan bigerînin…ya sitaaar! Gelo wê derpî jî ji wan deynin yan na? kuro bêbavo wek xwedyê kerê ketibûyê û diçirrrrand!

Ê law oxlim! Hey sermezin! Ne gotinên te, bi zorê ji devê te derdiketin, kuro tenê xwedê dizane bê çi xiyar ketiye te û qirikdirêjê serokê te, û ev nîna ye haaa, hîn tirnîna mayeee! Ez bi telaqê Enîsê kim ku devlapûro jê ket, wê miltê Sûryê, we wek Sadam ji qulan bikşîne û rev jî bi dest we nakeve! Wîîî waweylêêê! Bişarko jî zirta li xelkê dike û dibêje ku ewê di 6 katjimêran de, Rojhilata Navîn bişewitîne û wê serûbin bike! Wîîî pepûûûk! law kesên guneh mineh kiribin, bera tobe bikin, berî Devlapûrko roja qiyametê bi ser me de bîne û me bikşîne ser hesab û mesab!

Kuro hey min xirrên hemî kerên dinyayê, di dê û xwehên te û beşar û Bûsayna Şaban kirno, ma hîn jî hûn zirtan dikin? Ez bi wê qirka dirêj kim kû hindik maye di benê darvekirinê keve, wê gelê Sûryê, we yeko-yeko ji qul û milan derxîne û heyfa Hamza, Temo û Hermûş ji we hilîne! De heta wê rojê ku pir nêzîk e, xwedê ji me û we re kerîm û şadîd el-îqab e! 

 

Bazê Qendîlê

 

 

About The Author