Me bêrîya serokwezîrtîya te kiriye kaka!

Li ser bextê sîxurên me yên di nava hikûmeta Bexdayê û hikûmeta herêma Kurdistanê be, dibêjin wextê serokwezîrtîka kek

 Nêçîrvan Barzanî hatiye û Kurd bi çar çavan li benda serokwezîrtîya wî ne. Dibêjin wê di 15.11.2011an de hikûmeta Kurdistanê dest biguhere û kekê me Nêçîrvan Barzanî serokwezîrtîyê ji kek Berhem Salih bistîne.#

Li gora sîxurên me dibêjin, Kurd li benda serokwezîrtîya Nêçîr in û bêrîya serokwezîrtîya wî kirine.

Ê helbet canim, ma wê Kurd serokwezîrekî wek kek Nêçîrvan ciwan, lihevhatî, seksî û bi bejn  û bal ji ku peyda bikin kaka? De li temamê dewletên dinyayê bigerin, heke we serokwezîrek wek kek Nêçîrvan lihevhatî û babaegît dît, ezê simbêlên xwe kur bikim. Serokwezîrên xelkê yan kalemêr in û tirr di wan de nemaye, yan hacûc û qamkinik in, yan keçel û gurî ne, yan pozmezin û guhbel in. Lê yê me qisûr misûr tune şikir ji xwedê re.

Axir, em wek eşîreta Lotikxanê ji niha ve serokwezîrtîya kekê xwe Nêçîrvan pîroz dikin û emê ne bi çar çavan, lê bi 14 çavan li benda wê rojê bin ellawekîl…

Hewlêr

About The Author