Piştî şerê 43 salî ji bo serxwebûna welatê BASK ê, rêxistina ETA destmala spî hilda hewayê û got: “Êdî bes e baba, tirr di me de neman û em çek datînin.”
ETA û Îspanya tam 43 sal in şerê hev dikin û wek mişk û pisîkê didan dû hev. Di şerê 43 salan de 829 kes hatine kujtin û kesî zora kesî nebiriye.
Şerê 43 salan û kujtina 829 kesan kuro!?
Kuro law ma ev jî şer e babam? Şerê ku 43 salan dom bike û tenê 829 kes bên kujtin.
Wey ez di nava wilo şerê serxwebûnê de bimîzim erê welle û hew! Ma law şerê ku bi hezaran kes tê de neyên kujtin, şer e?
Werhasilî kelam, fîşekên ETA neman û keleşkofên xwe yên bê fîşek danîn alîyekî, dev ji şerê çekdarî berdan.
Gelo wê aqûbeta ETA bê serê PKK jî yan na, we go çi?
Îspanya
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin