Serok Barzanî lotikek li Erebên qûnreş xist

 Serok Mesûd Barzanî, di derbarê mafên Kurdên rojava de wek her carê helwestek Kurd û Kurdistanî danî û lotikek li Erebên qûnreş xist.

Li gora ku malpera înternetê Al-Arabîya radigihîne, çima ku bi fermî mafê Kurdan nasnakin, serok Barzanî gilî û gazind ji opozisyona Sûrîyê kiriye û çewalek Kurdewarî xistiye serê wan. Serok Barzanî ragihandiye ku herêma Kurdistanê bi her awayî piştevanîya Kurdên Sûrîyê dike û wan bi tenê nahêle. Barzanî, herweha ji Kurdên rojhilat û bakurê Kurdistanê jî daxwaz kiriye ku ji bo stendina mafên xwe rêyên aştîyane bi kar bînin.

 Werhasilî kelam, serok Barzanî herweha anîye zimên ku heke gelê Kurd bi rêya referandûmekê deng bide serxwebûna Kurdistanê, ewê piştgirîyê bikin û bedel çi be di ber de bidin. Ez serê we bêşînim û neêşînim, serok Mesûd Barzanî Kurdên rojava ji bîr nekirin û destê xwe li pişta wan xist.

Xwedê xêra wî qebûl bike û wî ji ser serê Kurdan kêm neke rebbî..

Qamişlo

About The Author