Bekçî û parêzerên ala Tirko!

De werin û xwelîya heft gundan li serê Kurdan nekin û çewalan nexin serê wan. Ez bawerim heke Kurd ne misteheq bûna, rebbê alemê Kemalîst û dewşîrme nedikirin serok û rêberên wan.

De ji xwe re li zîtirka xalê me Hasîp Kaplan û partîya wî binerin û têra xwe bifikirin.

Xalê me Hasîp Kaplan, di dema serdana heyeta TUSÎAD ê de lotikek Tirkane û Kemalîst avêt û li ser navê Kurdan li Kurdan siwar bû.

Kaplan efendî çi bêje başe hûn zanin?

Gotiye: “Jina min ji min berdayî be, bi şeş telaqên jinberdanê, heke ne ji partîya me be ala Tirkiyê bi azadî li Kurdistanê pêl nade. Ez pir vekirî dibêjim, tabûrek û bînbaşîyek nikare li serê çiyan ala Tirkiyê biparêzin, lê em diparêzin. Em diparêzin ji ber ew nirxê me yê hevbeş e” filan û jehr û ziqûm.

Law Kurdo!

Law xwelîsero!

Law ehmeqo, peppûko, bêmecalo!

Tu keç û xortên xwe bişîne serê çiyayên Kurdistanê,  bela ew ji bo xeyala Kurdistanek serbixwe şehîd bikevin, bela serokên wan ên Kemalîst, bekçî û parêzerên yekîtîya xaka Tirkiyê û ala wan jî li ser pişta xwîna keç û xortên Kurd zikê xwe mezin bikin.

Wey tifûûûûûûû li me be ku em didin dû van sermezin û zikmezinên Kemalîst û xelas!

Amed

About The Author