Remezan firoşkarê xalîçeya ne, him kal e û him jî ji dil nexweş e. Divê zêde xwe newestîne. Lê karê ku dike girane, kiriyar (mişterî) wî pir diwestînin.
Rojekê jinikek (pîrek) hat bi Remezan dinga xalîçan da vekirin û yeko yeko lê mêze kir, bihayê wan pirskir. Got “ Ez biçim hinek bifikirim, werim. “ Jinik çû û du seat (demjimêr) şûn de cardin hat, dîsa xalîçe da vekirin. Werhasil, jınık di rojê de çar caran dinga xalîçan bi Remezan da vekirin û ne kirî, çû. Êvarê bi mêrê xwe ve cardin kete firoşgehê, got “ Min îcar mêrê xwe jî anî bila ew biecibîne. “ Remezan çarneçar cardin dinga xalîçan vekir, jınık û mêrê wê lê mêzekirin û dîsa bêbiryar ma.
Remezanê belengaz di xwêdanê de yek nefes mabû. Jınıkê got “ Em biçin, sibe ez bi jınıka cînarê xwe re werim, bila ew ji min re bibe alîkar û biecibîne.” Remezan êdî hatibû dawîya sebra xwe, jı jınıkê re got “ Qey jınıka cînarê te ev mêrê te eciband, ku tu pê re zewicî ? “ Pilqîn bi mêrê jinikê ket û got “ Wey rehmet li bavê te, te çi xweş got. Vê jinikê emrê min xwar maye hestîyê min “
Weehasilî kelam…
Ev jî mesela hinek Kurda ye. Hinek Kurdên me Kurdan wek kurtanê kerên xwe dibînin, dixwazin xwe li ser wan ferz bikin û piçek şexsîyeta ku bi wan re maye jî tune bikin. Anîne wê astê ku dibên “ Cilê hûn li xwekin emê biecibînin, pêlava lingê we emê biecibînin, şorbe ya we ya vexwarinê emê hilbijêrin, hest û ramanên we emê diyar bikin, xweserî û xwelîserîya we emê biryar bidin, nedewletbûna we jî bi destê me ye”filan û fistan.
Erdheja herî mezin ev e, çimkî Kurdayetîya me dikujin bavoooo !
Êê wele tiştek başe, emê bi kîjan jinikê re bikevin bin lihêfê jî hûn biecibînin bela temam be looo !….Hûn nesax em jî ne silamet cîgerimmm, hela heta ku diçe…
( Erdheja Wanê di dilê me de konê şînê ava kir.Serê gelê Kurd sax be.)
Aqil taca zêrîn e
Kurmê şîrî û xeyalên beravêtî
Lotikxane amade ye kredîyê bide we kaka