Seloyê me vê carê tofan rakir

 Piştî ku wekîlên me yên BDP vegeriyan meclîsê û bêrîka wan tije pare bû, êdî dengê wan jî bilindtir derdikeve û xweştir li tembûrê dixin.

Serokê BDP kekê me Selahattîn Demîrtaş, li bajarê Mersînê beşdarî kongreya şaxê partîya xwe bû, bû agir û pizot û salona kongreyê hejand.

Seloyê me destê xwe li masê xist û gîrîya: „Cegerno, kezebno, em vê tirrê ji hikûmetê re nahêlin. TRT6 vekirine û dixwazin em bi çend bernameyên TRT bên xapandin. Lê naaaaa, divê ew kundir zanibin ku Kurd li Kurdistanê bi azadî dijîn, wê ew kundir vê fêr bibin“ û hespê xwe ajot.

Ez serê we neêşînim, Seloyê me pêde çû û got: „Em ne parsekên aştîyê ne. Me çi got wan qebûl nekir. Em dixwazin li ser xaka xwe, bi azadî, bi ziman û çanda xwe bijîn. Lê ew kundir tehamilî vê nakin. Gelê Kurd bi rastîya Kurdistanê heye, bi rastîya niştimanê xwe heye. Lê zihnîyeta kundiran vê qebûl nake, nahêle Kurd li ser xaka xwe bi zimanê xwe biaxive. Mafê Tirk û zarokekî Tirk çiqasî li ser vê axê hebe, divê mafê zarokên Kurdan jî ewqasî hebe, êdî bes e“ û serê hefsêr berda.

Ez serê we bêşînim, vê carê Seloyê me xweş got, germ û nerm got û gotina „Kurdistan“ ji ser zimanê xwe neanî xwarê.

De xwedê xêra wî qebûl bike, xwedê 71 horîyên germik û nermik bike qismetê wî rebbî..

Mersîn

About The Author