XWEDÊYO TU MIN EFÛ BIKE

Osmanê  Gewaşî mir0vek gelek nîyetpaqij e. Osman di daîreyek dewletê de notirvanîyê dike. Dema teqawît dibe, nîyet dike ku biçe Hecê û wê nîyeta xwe ji jina xwe re jî dibêje.

 Jina wî xwe li erdê dixe û dibê :

-Divê tu min jî bibî.  

Osman mecbûr dimîne jina xwe jî bibe û ji bo hindê jî çend zevîyan jî difiroşe.

Xesûya wî dibihîze ku zavayê wî û keça wî diçin hecê, ew jî dozê li wan dike û dibêje:

-Hûn hêjta ciwan in, hûn diçin hecê, ez kesek tinê me, kes li min xwedî dernakeve.

Û pîyê xwe di rikêbê de dişidîne.

Osman jî diponije û ji xwe re dibêje:

-Xesûya mirov dîya mirov tê hisêbê, xêr e ! Ezê wê jî bi xwe re bibim.

Dîya Osman dibihîze ku Osman xesûya xwe jî bi xwe re dibe, dikeve inadê û ji kurê xwe re dibêje:

-Ez jî bi te ra têm, tu çawa xesûya xwe dibî û min nabî ! Heke tu min jî gel xwe nebî, ez heqê dayînîyê û şîrê xwe li te helal nakim û roja qîyametê eaê dewayê li te bikim.

Osman ji bêçareyî wê jî bi xwe re dibe.

Axir, bi hev re diçin hecê ku gunehên xwe bidin efûkirin. Israra jin, xesû û dayîka wî, di serê Osman de dibe pirsgirêk. Osman xwebixwe dibêje:

-Bi xwedê ezê guhdarîya wan bikim û zanîbim ka efûkirina çi ji xwedê dixwazin.

Guhdarîya xesûya xwe dike, xesîya vî dibêje:  

-Xwedêyo! Min ewqas rê da ber xwe û ez hatim derazînka te, tu min efû bike. Di filan wextî de, dema mêrê min leşker bû, min çend xort girtin nava nivîna xwe.

Guhdarîya dîya xwe dike, ew jî dibêje:

-Xwedêyo! Tu min efû bikî, min mêrê xwe dixapand û çend caran bi şivanê me re razam.

Guhdarîya jina xwe dike , ew jî dibêje:

-Xwedêyo! Dema mêrê min bi şev bekçîtî /notirvanî dikir, min çend caran dostikê xwe bir malê.

Li ser van gotinên dê, jin û xesûyê, Osman hêrs dibe û dibêje:

-Xwedêwo! Tu min efû bikî ku min ev hersê qahbik anîne hizûra te.

Bi vê wesîlê cejna qurbanê ya hemû Kurdan bi taybet ya erdhejzedeyên bajarê Wan ê pîroz dikim. Hîvîdarim wê ev cejna qurbanê bibe sedemê aramîyê û hizûrekê bîne nav Kurdan.

 

 

 

 

 

 

About The Author