GREYFÛRT

   LEYMÛNA BEHIŞTÊ/PISTAN BÛK / SITRUS PARADÎSÎ (GRAPEFRUÎT)

Greyfûrt riwakek darane ji malbata narincîyan e. Fêqîyek tama wê tahlemiz e. Dara wê 6-15 metro bilind dibe. Belgên wê keskê tarî, biriqok, kevilane, mezinahîya belgan bi qasî 15 cm hêkane û naweşin. Kulîlkên wê wek hûşîyan spî û bi hev re ne. Di nava kulîlkê de navikek û tozdanka dolkirinê heye. Ji wê kulîlkê 

fêqîyek  ji pirteqalan mezintir, serûbinê wê hinekî dewisandî (pahn) û qaşilzirav, têravî û têrgoşt çêdibe. Aha ji wê fêqîyê re greyfûrt tê gotin. Rengê wan spîyane, peyazî an jî sorane ne. Her weha rengê goştê fêqî ji wisa nin. Bixwe rengê goştê wê dide qaşil. Du cûreyên wê hene, yên bi sîsik û yên bê sîsik. Lê yên herî bi qîmet yên goştsor in. Bi piranîya zimanên din jî ew nav lê tê kirin (bê guman navên wê yên şibandî jî

hene, wek memikên keçan, fêqîya biheştê, pirteqala tahl û hwd.)  Fêqîyek gellek faydedar e, lê nabit bi dermanan re bê xwarin ( ji ber ku bandora dermanan zêde bilind dike, dibe sedema (mirin jî têde) xisardayînên mezin. 

Welat û dîrok: Welatê greyfûrtê Çîn û Hindistan e. Herçend dîroka narincîyan xwe digehîne 5000 salan jî, lê ya greyfûrt ê baş nayê zanîn. Tiştê tê zanîn di sala 1750 an de Barbados ê Portekîzî wê keşif dike û Portekîz wê di welatê xwe de diçînin û bi vî awayî belavî welatên din dibe. Niha bûye fêqîyek sereke û derman. Lewre li gellek welatan ji bo ticaretîyê çandinîya wê tê kirin. Welatên herî zêde lê tên çandin YDA, Çîn, Afrîqa başûr, Meksîqa, Sûrîye, Îsraîl û Tirkîye ye. Li dinê di salê de 5061023 ton tên hilberandin. Lê divê bi dermanan re neyê xwarin û ava wê bi dermanan neyê vexwarin.

Berhevkirin: Greyfûrt jî wek pirteqalan di payîzan de tê berhevkirin. Herweha wek pirteqalan tê bikaranîn.

Têdahîyên pistanbûkê: Bandora dermanan bilind dike, bi dermanan re x

warin û vexwarina ava wê qedexeye.  Av, şekir, rûn, lîf, kalîum, magnezyûm, kalsîyûm, asîdên strîk, cûreyên flavonîtan, (narîngin/ narîngenîn) potasyûm, paxir, sodyûm,  fosfor, vîtmîn A, cûreyên B, C û hwd.

Bikêrhatîyên greyfûrtê : 1Ji bo hemû awayên sermagirtinan bikêrhatî ye. 2- Mêlakê (kezeb/ cergê reş) dixebitîne. 3- Hezmê hêsan dike û iştahê vedike. 4- Zixt (tansîyon) kolestrol û şekir dadixe. 5- Beden û zêhn kişt (zinde) dike û destavê diqulipîne. 6- Goştê diranan diparêze, diranan spî û saxlem dike. 7- Rewşên tevlihevîya mejî, xiyalşikestin, hesûdî, bêqirarîyan ji holê radike. 8- Hinek madeyên xisardar yên nava rovîkan tavêje der. 9- Xwînê paqij dike, dostê dil e û jiyanek bi tenduristî pêk tîne. 1o- Madeyên xisardar ji bedenê tavêje. 11- Li hember penceşêhran bedenê diparêze. 12- Pêşîya destistan ( şêl, felc) bûn û xwînhatinan digire û hwd. Lê qedexeye bi hemû cûreyên dermanan re (aspirîn jî tê de) bê xwarin an jî ava wê bê vexwarin.

Bikêrhatîyên rûnê greyfûrtê : Ji bo kuxik, bronşît, xeniqok, astim, serêş, sellûlît, warês û arîşeyên ketina kincan tê bikaranîn.

Gotinên bisporan di derbarê greyfûrtê de:

Pispora dîyet û xwedîbûnê Banû Kazanç dibêje: Greyfûrt di rewşên tevlihevîya mejî, hesûdî,

xiyalşikestinan de wek derman tê xebitandin. Li gor lêkolînan derketîye holê ku lîf a greyfûrt ê kolestrol bi pîvanek bilind daxistiye. Pispor beyan dikin ku rojê du greyfûrt xwarin ji bo nexweşîyên goştê diranan yek û yek e.

Komela Tenduristîya Dev, li ser  58 kesên ku nexweşîyên goştê diranan bi wan re heye, rojê bi du reyfûrtan ceribandin kirine. Di encamê de hatiye dîtin ku goştê diranên wan kesan ji berê gellek çêtir û saxlemtir in.

Di klînîkek San Dîego de pisporan beyankirine ku berî xwarinan, xwarina nîv greyfûrtê kîloyan dide avêtin. Herweha wan di ceribandinên xwe de dîtîne ku şekirê bedenê dihelîne û nahêle bibe rûn û di bedenê de bicive. Omegaya dostê dil jî ji greyfûrtê tê çêkirin. Lê divê li ser dermanan gireyfûrt neyê xwarin û ava wê neyê vexwarin. Heke bê xwarin an jî ava wê bê vexwarin, dibe ku bibe sedemê( mirin jî tê de) xisardarîyên mezin.

Porf. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje:  Li gor lêkolînên Unîversîta Wîscansîn li Emerîka, di ava greyfûrtê de cûreyên flalafonîtan ên bilind hene. Ew jî pêşîya trombozê (girêkbûna xwînê) digire, lewre li şûna dermanên asetilsalisîlî (ASS)  di hewînin tê amoj (tawsîye/nesîhet) kirin. (NH.6.96. 322.) Di heman unîversîtê de Dr. J. H. Steîn û ekîba xwe li ser 15  kesên nexweşîya sikleroza kroner (hişkbûnên jîy/ rehên kroner) ceribandinên tedawîya bi dayîna ava greyfûrtê kirine. Di encamê de peyandine (tesbîd) ku ava greyfûrtê ji % 6 reh vekirine û % 35 jî kolestrola xwînê daxistiye (NH 7. 2000. 6.)

Bikaranîna greyfûrtê : 1- Rûnê greyfûrtê 2-Maska tûvil (qaşil/kevil) 3- Rêçala tûvilê greyfûrtê.

Rûnê greyfûrtê : 2-3 dilopên rûn ê greyfûrtê bikin ser pirtek şekir an jî parîyek nan û bixwin. Ji bo nexweşîyên li jor qala wan hatî kirin, zehf bikêrhatî ye.

Ji bo aroma : 20/25 dilopên rûn berdin nav qedehek avê û deynin ber pencerê. Bila wisa bisekine wê bêhna xanî xweş bibe û faydê bide nexweşîyan jî.

2- Maska tûvilê greyfûrtê

: Ji bo ciwanmayînê qaşilên greyfûrtan rende bikin û du kevçîyên hingiv bikin nav, baş tevdin û li rûyê xwe xin. 30 deqîqan bisekinin û rûyê xwe bişon.3- Rêçala qaşilê greyfûrtê : Qaşilan hûr kin û bikin nav ava sar, bila 2 rojan di avê de bimîne, lê car û baran ava wê biguherin. Ji bo 1 l av, 1,5 şekir bikin firaxekê bila bikele heta hinekî tîr dibe, paşê qaşilan berdin nav û hêdî hêdî bipêjin. Paşê hinek (2 kevçî) ava leymûn û hinek ava greyfûrtan jî bera ser din û 5-10 deqîqan bikelînin (heke rohn be netirsin, ku sar bû ewê tîr bibe).

About The Author