Zubêr Salih lotikek ji dostên xwe xwar

Hunermendê germik û nermik, kilê çavên keç û jinên 20, 30, 40, 50 salî, xizmetkarê muzîka Kurdî kekê me Zubêr Salih, dev ji Dîcle TV berda û tê de hew dide lotikan.

Di destpêkê de dost û hevalên Zubêr Salih ne li dij bûn ku ew di Dîcle TV de bernameyan çêke, digotin „em ne li dij in brako, here têra xwe tê de lotikan bavêje“ û serî li kekê me Zubêr mezin kirin. Kekê me Zubêr Salih jî kêfa xwe anî û di Dîcle TV de dest bi çêkirina bernameya Dengê Xerîbîyê kir, kul û keserên xerîbîyê anî ser ekranên Dîcle TV. 

 Li ser bextê fitne û fesadan be, dibêjin wan dost û hevalên ku ew rakiribûn ser tapanan û digotin „em ne li dijî Dîcle TV ne“, hêdî hêdî ling avêtin ber Zubêr Salih, zixt tê rakirin, ew şemitandin û gotin “ Na exûyî naaaaaaa, Dîcle TV kanala cahş û xayînan e, tu çawa tê de bernameyan çêdikî bavê min“ û pelûlek germ bi serê kekê me Zubêr Salih de rijandin, ew ji muzîkê sar kirin û destê wî ji bernama Dengê Xerîbîyê û Dîcle TV kişandin.

Dîsa li ser bextê fitne û fesadan be, li gora ku jin li ser tenûran dikin galegal, dibêjin piştî vê lotika bêîman, kekê me Zubêr Salih ji muzîkê sar bûye, tilîyên wî hew li ser têlên tembûrê diçin û tên û ji ber vê helwesta dost û hevalên xwe hew nemaye ku tembûr û biziqa xwe bişkîne.

Werhasilî kelam, Zubêrê me jî lotikek bêîman ji wan dost û hevalên sexte xwar. Xuyaye wê Zubêrê me jî wek min û gellek hunermendên din, yan bibe pîzzacî û yan jî bibe donercî û firaxên xelkê bişo. Bela serê wan dost û hevalan sax be lo, çawa be ne xema wan e, hunermendên Kurd têr bin, birçî bin, ji wan re hêç e.

Bêhna xwe fireh bike kekê Zubêr, xwedê kerîm û rehîm e lo…

Bi soz û peyman, heke rojekê Lotikxane TV dest bi weşana xwe kir, emê 2-3 bernameyan li ser hev bidin te. Îcar tu bernama Dengê Xerîbîyê çêdikî, tu bernama Dengê Tembûrê çêdikî, tu serbest î.

About The Author