Bes e kerê hejar û birçî, tu jî bixebite ji bo kursî!

 Partîya Kerên Kurdistanê (PKK a başûr) dest avêt xebata legal û demokratîk, taktîk û stratejîya xwe kifş kir û biryar da ku beşdarî hilbijartinên meclîsên wîlayetên herêma Kurdistanê bibe.

Di vê derbarê de sekreter û Serokê Partîya Kerên Kurdistanê Omer Kilol daxuyanîyek qerase belav kir û stratejîya kerên partîya xwe ji rojnama Awêne re eşkere kir.

Serokê Kerên Kurdistanê birêz Omer Kilol, da zanîn ku;

– Wê partiya me Partîya Kerên Kurdistanê, bi lîsteyek cuda beşdariyê di hilbijartinên meclisên wîlayetên herêma Kurdidstanê de bike û tirre ji meselê berde.

– Lîsteya me wê bi navê Lîsteya Grûpa Kerên Gelê Kurdistanê be û ez kandîdatê yekane yê lîsteyê me.

Serokê kerên sererd û binerd birêz Omer Kilol, gotiye ku “Min ji niha ve hemû endamên partiya xwe agahdar kirine ku ewê di bin dirûşma (Bes e kerê hejar û birçî, tu jî bixebite ji bo kursî, ji tu kes netirsî û ji pêşerojê berpirsî) beşdariyê di hilbijartinan de bikin.

Lê zêdebûna ser kezebê çiye? Pare ne!

Omer Kilol, dibêje ku pirsgirêka wan a pareyan heye û ji bo kampanya hilbijartinê ew muhtacî pareyan e. Li gora Omer Kilol dibêje, PKK partîyek feqîr û perîşan e û hikûmeta Kurdistanê jî devê xezîna dewletê ji wan re venake.

Lê ya xweş çiye?

Xalê me Omer Kilol ji xwe piştrast dibêje: “Ez bi xwe û partîya xwe bawerim. Ezê di hilbijartinan de ji %100 dengan bistînim û serketinek mezin bidest xim. Zêdetirî 10 hezar endamên me hene û ji xwe hejmara dost û alîgirên partîya me bê hed û bê hesab e” filan û fîstan.

Xuyaye mebesta wî ji gotina “dost û alîgiran” jî elokên Silêmanîyê ne. Ji ber mamê me Talabanî qirra elokan anîye, elokên Silêmanîyê piştgirîyek mezin didin Omer Kilol û partîya keran.

PKK a ku baregeh û meqerê wê yê sereke li bajarê Silêmanîyê ye, mafê kerên Kurdistanê diparêze.

Silêmanî

About The Author