Çêran bidin û rehet bibin

Birastî min pir ceribandiye. Gava ez pir aciz dbim, ez xeber û çêran didim, dilê xwe rehet dikim û stresa xwe davêjim. Ez bawerim piranîya mirovan bi xeber û çêran rehet dibin. Xeber û çêrkirin heta bi cîyekî wek dermanê stresê jî tê nirxandin.

Zanîngeha Keele ya Ingilîztanê, lêkolînek qerase di derbarê xeber û çêrkirina mirovan de çêkir û encamên kesanedî ji lêkolîna xwe derxistin.

Di encama lêkolînê de derketiye holê ku kesên di dema acizîya xwe de xeber û çêran dikin, rehet dibin, acizîya wan derbas dibe û êşa bedena wan kêmtir dibe. Xeber, çêr û dijûnkirin bandorek mezin li rehetbûna reh û damaran dike û bedena mirov tedawî dike.

Di vê derbarê de Psîkolog Dr. Rîchard Stephens, dibêje ku di dema xeber û çêrkirinê de di bedena mirov de girêzek diafire û ew girêz rehetîyekê dide laş û bedenê.

Îcar tembîya min li web e gelî xwendevanan….

Çi dema ku hûn aciz bûn û bêhna we teng bû, derkevin serê ban yan ber devê derî, tilîya xwe têxin guhên xwe û xeber û çêran bidin.

Lê xeber û çêran ji jina xwe re nedin haaaa, eman eman, guneh e.

Lê heke hûn xeber û çêran ji dijminên xwe re, ji dijminê Kurdan re bidin, bawer bikin xêra bi 100 xêrî ye…

About The Author