Têkdan û şewitandin diyardeyek xerîb e

Hevwelatiyên xweştivî yên Kurdistanê, hevalên ezîz, ev dema we baş

Mixabin, dûr ji hemû qanûn û yasayan, carek din alozî û têkdan li hindek deverên herêma Kurdistanê çê bûn ku vê yekê jî em gelek dilgiran kirin. Vê carê dûr ji peyrewa ol, kultur û rewiştên civakî çend kesan dixwest diyardeya têkdan,  şewitandin û wêrankirinê bîne Kurdistanê. Bê guman ev jî diyardeyek xerîbe bo xelkê Kurdistanê. Em hertim şanaziyê bi wê yekê dikin ku gelê me kultura hevqebûlkirinê peyrew dike û di dirêjahiya dîrokê  de her wesa bûye. Ji ber hindê ji bo vê diyardeya xerîb tu hêcet nînin.

Nabe û nayê qebûlkirin ku cudahiya olî û bîrûbaweriyên siyasî, civakî û kulturî ji bo encamdana şidetê bibin fakterek. Em wek aliyekî sereke di desthilata herêma Kurdistanê de, di demekê de ku em hewla pêkanîna aramî û asayîşa herêma Kurdistanê didin ji egerê tirsnakên derve, di vê demê de em dibînin li nav xwe xerîke kulturek nû serî hilde ku digel buhayên tu civakek pêşkeftîxwaz nagunce.

Ew alozî di demekê de çêbûn ku em dibînin guhertinên mezin li tevaya heremê bi rêve ne û tê çaverêkirin ku Kurdên parçeyên din jî bigihîjin mafên xwe. Ji ber hindê, bi dîtina me, pêwîste di vê qonaxa hesas de derî ji bo milmilaneyên bi vî awayî venekin û berjewendiyên bala yên gelê me li bar çavan bigirin, ew jî bi parastina yekrêzî, biratî û pêkvejiyanê dibe.

Herêma Kurdistanê di pêşveçûnên berdewam û lezgîn de ye, digel pêşveçûnan diyardeyên nû jî serhildidin, hevwelatiyên Kurdistanê, yan jî partî û aliyên siyasî divê maf, azadî û azadiya kesî li ber çavan bigirin ku ji bo hemûyan hatine misogerkirin. Eger na, em dikarin bi rêya qanûn û parlamentoya Kurdistanê gilî bikin û dîtin û hizrên xwe berçav bikin, ne bi rêya mînberên mizgeftan ji bo diyardeyên têkdanê  teşwîqa xelkê bikin. Ji ber hindê ka çawa di hemû qonaxan de mamosteyên birêz yên olî xwedî helwest bûn û rastî gihandiye cemawerê, îro jî divê bi heman awayî hest bi berpirsiyariya olî, netewî û civakî bikin û peyama aşitî, yekrêzî û pêkvejiyanê bigehînin.

 Di bûyerên vê dawîyê de, li Zaxo û hindek deverên din, bi awayekî ne adil êrîş kirin ser milk û malê birayên me yên mesîhî û êzidî û gelek ziyan û zerer gihandine hotêl û cîyên din yên tûrîstîk ku ev diyarde cîyê nerehetî û dilgiraniyê ye. Di heman demê de em dibînin di dema her aloziyekê de hindek kes êrîş dikin ser baregayan û dixwazin alkoziyan kûrtir bikin. Ji ber hindê êrîşkirina ser baregayên Yekgirtûya Îslamî ji aliyê hindek kesan ve cîyê dilgiraniya me ye. Bê guman diviyabû karên cidî bihatina kirin da ku ew yek nehata kirin. Lê belê ew diyardeyek e û divê hemû alî kar ji bo nehêlana wê diyardeyê bikin. Ji ber ku ji bilî têkdana yekrêziya gelê me tu fêdeya wê nîne.

Em di dirêjiya dîrokê de neçar bûne bergiriyê ji hebûn û nasnameya xwe re bikin û ji bona azadiyê xebatê bikin. Îro li jêr sîbera azadî û demokrasiyê hindek dixwazin rewşê aloz bikin û kulturek xerîb bînin nav civaka me.

Em hemû rewşa deverên din yên Îraqê li ber çavên xwe dibînin ka di çi rewşek xerab da ne. Wan hevdu qebûl nekir û karesat bi serê xelkê xwe de anîn. Ji ber hindê em rê nadin ku herêma Kurdistanê ber bi aqarek aloz û hejiyayî  ve biçe.

Nabe azadî bibe hokarek ji bo bêdengkirina hindek kesan ji aliyê kesên din ve. Cîyê wan kesan di nav civaka me de nabe ku li jêr sîbera azadî û demokrasiyê, azadiya xelkê din binpê bikin. Divê hemû alîyek rêzê li buhayên olî,  civakî û dîtinê cihê yên siyasî bigire.

Ez berê gotinên xwe didim partiyên desthilatdar û birayên me li nav  opozisyênê ku ew dem hatiye em bi diyaloga niştimanî pabend bin û hemû pirsgirêk û giriftariyan li ser masê behis bikin. Nabe cudahiyên siyasî bibin hokarê têkdana struktura civarî, çunkî herêma Kurdistanê cîyê tevaya ol û neteweyan tê de dibe. Ez piştrast im ku bêyî hevkarî û piştgiriya hemû aliyan pirsgirêk çareser nabin û em nikarin yekrêziya xwe biparêzin. Hestkirin bi perpirsiyariya zêdetir wê zûtir me bigihîne armancên me yên pîroz û bidestxistina destkeftiyên zêdetir bo gelê me.

Hêvîdarim hemû alî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka medenî, saziyên ragehandinê û hevwelatiyên ezîz li nav xwe û derve, li astê berprisiyariya dîrokî bin û hewl bidin kirîzê bi diyalog û bi rêya qanûnê çareser bikin. Divê em hemû bi hev re rê  li pêşiya vê diyardeya xerîb bigirin û nebin beşek ji azirandina  kultura nexwestek. Bila yasa serwer be û derfet bidin desthilata dadweriya herêma Kurdistanê û ew komîteyên ku ji aliyê cenabê serokê herêma Kurdistanê ve hatine pêkanîn bi wê wezîfeyê rabin ku jê re hatiye diyar kirin. Çunkî yasa di ser hemû tiştan re ye û parlamentoya Kurdistanê jî ku nûneratiya tevaya hevwelatiyên Kurdistanê dike, yekane mercîyete ji bo biryardana li ser her pirsekê ku  berjewendiya gel û herêma Kurdistanê tê de be.

Nêçîrvan Barzanî

About The Author