Dirankişandin an zayîn zehmet e?

Wexta diranê mirov diêşe tirsa diransaz dikeve dil û hinavê mirov. Gelek car ji tirsa hinek kes êşa diran  dipejirînin,  lê dîsa jî naçin ba diransaz.  Gava behsa êşa diranan vedibe, qewlik û metelokên diransazan jî tê vegotin bi xof, bi tirs û carna jî bi ken.

Rojekê jinikek sosyete ji ber êşa diran , bi  tirs diçe diransaz. Diransaz  xêrhatinê lê dike û dibê “ Keremke li paldankê rûnê ez mêzekim çi bûye?

Jinik neçar li paldanka diransaz rûdinê . Diransaz haceta xwe hildide destê xwe û dibê “ Ka devê xwe veke xanim

Dibe  ayyy, offf a xanimê, diransaz dibê “ Te hîna devê xwe venekiriye û min hacet li diranê te nexistîye, tu çima dikî ayyy offf ? “ 

Jinik bi dengekî nimz dibê “ Xwezî ez niha bizama, min  zarokek bianîya dinyayê ji vî halî hêsantir bû.

 Diransaz hacetê dike devê jinikê , jinik cardin diqîre “ Ayyy offff ! Zayîn ji vî halî hêsantire “ filan û bêvan.

Diransaz  ji nişka va haceta destê xwe datîne dibê “ Deqekê misade bike (destur bide) ez paldankê eyar (mîheng) bikim, dixwazî ez zarok çêkim, bizê; naxwazî ezê diran çêkim “ werhasil.

Ev mesele wek mesela “xwelîserîya demokratik”e, em bixwazin jî nexwazin jî dibên “Emê ji xwe re herêmek hegemonîk çêkin, Kurd çi xwelîyê li serê xwe dikin bila bikin” cîgerim….

Kurdistan

About The Author