Perwerde ango Jenosîda Spî

Perwerde erkeke yekane ye û pêwîstiyek bê emsal e di jiyana mirovan de, bi taybetî jî ji bo zarokan.

 Bi perwerdeyê, mirov maf, sînor û hebûna xwe dinasin, her wiha bi jînbûna xwe digihên. Ji ber ku mirov bi riya perwerdeyê dikarin bikevin nava dan û standinên baş bi derdora xwe re. Bi riya perwerdeyê mirov dikarin pîşeyek bi dest bixin ji bo xwe û ji bo civaka xwe xizmetên bikêr bikin. Lê eger perwerde çewt be û ew çewtî wekî realîteyê bi zarokan bidin hînkirin, wê demê wê ew perwerde bibe sedemên pirsgirêkên pir mezin di nava civakê de û wê pêşerojek bi aloz saz bibe.
Hîna îro jî kurd û zarokên kurdan, bi vê perwerdehina çewt re rû bi rû ne.

Niha li Tirkîye perwerdeya salê dest pê kiriye, perwerde hîn jî bi pergala destpotîzmê tê dayîn, bi têgiha yek al, yek ziman û yek welat bi fermî dane pejirandin û didomînin. Zarokên Kurdan her sibeh berî dest bavêjin pênusê, ewil sonda xwe ya înkarkirinê bi wan didine xwarin. Di realîteyê de li Tirkiyeyê gelek etnîsîteyên cihê hene, yek ji van cur neteweyan a ku herî pir şênî ye neteweya kurd e. Çendî Kurd bi çand, ziman û xaka xwe cuda ne jî, ji wan neteweyên din, bi taybetî ji gelê Tirk, lê dîsa jî wekî gelekî cihê ango bi nasnameya xwe di fermiyetê de realîteya wî nayê pajirandin. Kurd wekî tirk têne hesibandin, bi vê mebestê Kurdî jî qedexe ye û zarokên kurd jî bi Tirkî têne perwerdekirin. Li nava gel û neteweyên din perwerde ji bo pêşvebirina civak û jiyaneke wekhevî ye, lê ji bo Kurdan tam beravajî vê yêkê yê.

Zarokek di zikê diya xwe de hîs û pêjnê zimanê dayikê dikê, zarokên Kurdan jî di zikê diya xwe de hîs a dengê Kurdî dikin, ku ji dayik dibê jî bi wî zimanê cara ewil navê dê û bavên xwe dibeje û bi wî zimanê dest bi nav û nasîna jiyanê dike.
Heta heft salî zarokên me bi xwarin, rabûn, ziman û pêwendiyên xwe Kurd in, piştî ku dest bi dibistanê dikin û şûnde ji nişkê ve rastiya hebûna wan tê qedexekirin û dest bi zimanekî nenas û li ser riyek şaş çav girêdayî wan didine meşandin, ber bi dahatuyek tijî pirsgirêk de û di nava nakokiyan de mezin dibin. Ev zarokên Kurd bi zagonên înkarê têne asîmîlekirin, ji çand, dîrok, û nasnameya xwe têne qutkirin, di bin jenosîdek spî re derbas dibin.

Rewşenbîrê mezin Xelîl Cibran ji bo nêzîkbûna me ya zarokan wiha dibêje:

Hezkirina xwe bidin wan, lê ramanên xwe nedin. Çimkî wan ramanên xwe bi xwe hene. Hûn dikarin matî ji û çavnêriyê li bedenên wan bikin, lê ne li canên wan, çimkî giyanên wan di jîngeha roja sibê ve dijîn ku hûn di xewnên xwe de jî nikarin biçînin.

Ji bo ku em li hem berî vê jenosîdê zimanê Kurdî li ber xwe bidin , divê em hewldanên xwe xurtir bikin û kêmasiyên xwe bibînin. Mînak: Her sal li gelek bajarên Kurdistan û Ewropayê, festîval çêdibin, lê tev ji bo mezinan e, bernameyên zarokan di van festîvalan de nayên pêşkêşkirin, çima festîvaleke zarokan jî nayê çêkirin?

Kovar û rojnameyên derdikevin, ne ji bo zarokan e, di wan kovar û rojanameyan de hewldenek perwerdeya zarokan jî nîn e, kovarek an jî rojnameyek ji bo zarokan were derxistin wê arîkar be ji bo pêşxistina çanda zarokan a perwerdeyê. Şevên xwendinê, danasîna pirtûkan, (şano û hwd. ) Wê zarokan teşwîqî hezkirina Kurdî bike.
TV’iyek zarokan me nîn e, di TV’an de Bernameyê Zarokan ên heyî jî pir kêm in.
Zarok wê mezin bibin û bi xwe re vî zimanî bi pêş bixin, ger em zemînek baş amade nekin wê ev ziman û çanda bi me re vemirê

 Zimanperwer

About The Author