Gerîlla temam, ma başqan Ocalan

Kasimpaşalî Receb, dozger û dadwerên wî, ketûber dane ser pişta PKK, KCK û BDP û roj namîne ku endam û kadirên wan nagrin û navêjin zindanê. Ji alîyekî siyasetmedarên BDP digrin, ji alîyê din jî operasyonên li dijî gerîllayên PKK didomînin. Ê helbet di çavê wan de PKK, KCK û BDP hemû terorîst in, qatil û xwînrêj in. Ji ber vê jî kirasekî li operasyonên xwe dikin û bi mahneya terorîzmê keç û xortên Kurdan dikujin.

Axir, mesela me li ser gayê xwedê wezîrê navxweyî Îdrîs Namîs Şahîn efendî bû.

Erê dirûvê Îdrîs efendî dişibe mirovan, lê bawer bikin gavanê gundekî jî jê biaqiltir û şarezatir e. Mêro berî niha gotibû “pirsa Kurd tuneye, heke pirsa Kurd hebûya minê bidîta” û xwe kerr û lal kiribû.

Û niha?

Niha xuyaye hişê wî piçekî hatiye serê wî û ji terorîstên PKK re (ji qewla wan ve) dibêje “Gerîlla”.

Ê helbet ev lotikek erênî û baş e. Lê ez ditirsim sibê dusibê Kasimpaşalî Receb guhê wî bikşîne, bêje “bîzî rezîl ettîn lan” û tilîyekê bavêje bin dûvê wî û Îdrîso jî bêje “dînime îmanime dîlîm surçtuzimanê min li hev herbilî” û xwe ji bin bar derxe.

Ez serê we neêşînim, Îdrîs Naîm Şahîn efendî halîhazir bêhemdî xwe be jî got “gerîlla” û lotikek erênî avêt. Heke sibê dusibê ji “çoçuk katîlî (dîsa ji qewla wan ve) re bêje “başqan Ocalan” qet şaş nebin û ecêbmayî nemînin. Çawa be ziman bê hestî ye û zimanê Îdrîso jî her roj li hev diherbile..

De ya bi xêr…

Stenbol

About The Author