Govend berê xwe dide Îranê

Belê, bi “Buhara Erebî” dest pê kir. Piştî Tûnis, Misir, Lîbya û Yemenê, Buhara Erebî berê lotikên xwe da Sûrîyê û xuyaye bêhna buharê nêzîkî Îranê û Ehmedînejad jî bûye.

Serekerkanê Artêşa Amerîkayê Martin Dempsey, li Afganistanê da zanîn ku em amade ne êrîşî Îranê bikin û tirrê ji sofîk û melayên Îranê berdin.

Martin Dempsey efendî, got ku „Bi ellawekîl ew sofîk û melafên Îranê zêde bi ser xwe ve çûne,  dema wan hatiye go em rîh û simbêlên wan bidin ber qwîzan û meqesan û wan şût û rût berdin çolê“ filan û fîstan.

Martîn Dempsey, got ku “Em li benda lempa serok Reşo Obama ne. Heke ew lempa kesk ji me re vêxe û bêjin êrîîîşşşşşşşş, emê di 24 seetan de tirrê ji Îranê berdin û ji zelzela Wanê xirabtir bînin serê Îranê” û pê de çû.

Martîn Dempsey efendî herweha anî zimên ku ew niha îstîxbaratê di derbarê Îranê de kom dikin û dixwazin bizanibin bê ew sofîk û melayên şaşikmezin çi dixwin û rojê çend tirr û fisan dikin. Xuyaye piştî komkirina îstîxbarata tirr û fisan, wê Amerîka biryara xwe bide û çend lotikan bavêje derûdorê.

De xwedê dawîya dinyayê bi selamet bike rebbî…

Hindistan

About The Author