Topa Lotikxanê li Afrîka hat dîtin

Berî bi 2-3 salan astronotên Lotikxanê „Topa Roja Qiyametê“ bi xwe re biribûn ezmanê heftan û dixwestin vê topa nûjen li ezmanê heftan biteqînin, berhem û hêza vê topa kesanedî bi çavên serê xwe bibînin. Lê topa me „Topa Roja Qiyametê“, ji destê astronotên Lotikxanê şemitîbû, wenda bûbû û ev 2-3 sal in sîxurên me li topa xwe digeriyan.

Topa Lotikxanê, ango „Topa Roja Qiyametê“ berî bi çend rojan li Afrîka welatê Namîbya hat dîtin. Li gora ku sîxurên me radigihînin, topa me kod û frekansên xwe tevlihev kiriye, li şûna ku dakeve navenda „LotikNasa“ yê, xwe li Namîbya danîye û tirsek mezin xistiye dilê reşikên Afrîkayê.

Di vê derbarê de Dîrektorê Enstîtuya Tip a Netewî ya Namîbya Paûl Ludîk, raporek ji navenda me LotikNasa yê re şandiye û eynen wisa dibêje: „Hawar, hawar, hawar! Ev top naşibe tu topan. Me lêkolînek li ser temamê topên dewletên dinyayê kir, lê me topa bi vê ecêbê nedîtiye. Em nizanin ne „Bombeya Atomê“ ye, ne „Bombeya Notron“ e, ne „Bombeya Axretê“ ye û ne jî „Bombeya Cin û Pîreboka“ ye. Lê em gihane wê bawerîyê ku hebe nebe wê ev bombeya kesanedî bombeya Lotikxanê be. Ji bo xwedê û pêxember, werin bombeya xwe bibin berî go tirr di me de bibin fis û xelas“ filan û fîstan.

Ez serê we neêşînim, me bombeya xwe li Namîbya dît. Niha sîxurên me yên sererd û binerd ketine rê û berê xwe dane Afrîka welatê Namîbya. Bi xêr û selamet, heke bombeya „Roja Qiyametê“ di nav destê Afrîkîyan de neteqe û qiyametê li dinyayê raneke, wê sîxurên me topa me sipîsaxlem vegerînin baregehên Lotikxanê.

De ma xwedê…

Namîbya

About The Author