Mûzîka meqamî ya Kurdên Xorasanê

(Spas ji bo kekê me Cecoxan Xorasan ji bo ku ev nivîs û agahdarî ji me re şandiye – Lotikxane)

Gelo, aya ji mûzîka Kurdî ra destebendîyek taybetî lazime?

موسیقی مقامی (آوایی، آهنگی) کُردهای خراسان

Nivîsende : Dr. Afrasiab Shekofteh

Debîrê giştî ê Sazimana Xelkî Kurmanj

Shekofteh.afrasiab@gmail.com

Awa = dengê hengdar

Awaz = kilam / stirane

Mûzîk, honerek e ku ji rêya cemhev bûna (cembûna) dengan û çê kirina hengên rîtmîk, hisên  (êhsasên) sazvanan dinimîne û dibêje. Mûzîka folkloric (mûzîka qomî / mûzîka mihelî) ya Kurdî pêywendî bi hikayet, çîrok, cengawerî, qehremanî, dilawerî, dildan ên evînî / aşiqane, nêyayêş ên dînî û arîfane, tezîye û mersimên xemgînîyê, û îtifaqên napesend û derd û êş û renc û xweşîyên xelkî Kurd li dirêjîya tarîxê bûye,heye û didome (êdamedar e). Li nav xelkî Kurd bi piranî sê cûr mûzîk ên sonetî (orfî) hebûne: Olî (dînî, xemgînî), Bezmî (ceşin û geş), Rezmî (ceng û tewlase), helbete li ceşnên ku peywendî bi tebîyet (xweza) û rojên tarîxî û milî ra hene jî mûzîka xisûsî (taybetî) bi kilam û awazên minasib va îcra dibûne û dibin.

Li dora (zemana) Qacar (destpêka qirna / sedsala 20,an a zayînî) sîstima meqamî a mûzîkê kêm kêm bi sîstima redîfî a destgahî hat guherandin û şûna meqamên çend cûrî heft destgan girt (helbete pirtir li barey mûzîka hevwelatîyên Faris wek qoma hakim bi kar têye, qomên dine Êranî heta mûzîka wan jî mehkûm bi bêhurmetî û cuda kirinê ne, wer ku zimanê wan ê zikmakî mehkûm bi bêhurmetî û nebawerî ye, hêvosandin û perwerdeyî bi zimanên qomên Êranê li debistanan û medresan qedexen e, mûzîka wan ji ne ku bi tenê li merkezên hêvosandinê qedexen e daku pêşva çûna wan bi ser nekevin û hezim û ji beynê herin belko heta li Tilivîzyûnên mihelî û Ostanî ji belav nabin). Îro li piranîya merkezên hêvosandina mûzîkî (ên hevwelatîyên azîz ên Faris) dersa notên mûzîkê têne dayîn (mixabin / bi esef me Kurdên xorasanê merkezên hêvosandinê sa notên mûzîka Kurmancî tunin).

Mûzîka sonetî / urfî (bi resm û rêça berê) ya Êranîyan ji destgehan, tevlêbûnan tiştên alîkar û goşehan û meqamên mûzîkî çê bûye. Qism kirin (bir kirin)a mûzîka sonetî / urfî li Êranê bi piranî li du sîstim yan nizaman (Nizama meqamî û Nizama redîfî / rêzî, qorî) tarîf dibin. Nizama meqamî, li vir esas û bingeh a karî, tîkên mûzîkî ên dirêj û ji hev cuda dibî lê (hema) bi nasîna serbixwe ne ku “ Meqam “ têne nav kirin, mîna meqama Ela mezar, meqama Lo, meqama Ceferqolî û … hwd. Nizama redîfî / rêzî, ku li vir esas û bingeh a karî, tîkên mûzîkî ên qol / kurt bi nasîna sabît in ku li kêleka hevdu redîf / rêz dibin û bedena “  Destgeh “ çê dikin. Heft desgehên redîfî ên mûzîka sonetî li Êranê ev in : Destgeha Şûr, Destgahê Sê-gah, Destgeha Çar-gah, Destgeha Homayûn, Destgeha Mahûr, Destgeha Newa, Destgeha pênc-gah ne.

Îro qisim kirin (bir kirin)a mûzîkê bi piranî bi dîtina perde û nisbetên notên ku îstifade dibin û şîweya îcra û rewşa coş û hisên (êhsasên) ku didin guhdaran, tên kirin (tên veqetandin). Her destgehêk mûzîkî ji hinek goşe (meqam)ên mûzîkî çê dibin (bi gotinek din her destgehêk mûzîkî ji bi dûhev ketina perdên cûr bi cûr ên mûzîkî çê dibe ku coş û hisek xas / taybet digihêjîne guhdaran).

Aya hengên mûzîka Kurmancî (bi gotinek din meqamên mûzîka folklorî (mûzîka qomî / mûzîka bi zamanê dayîkê) ya xelkî Kurd li qalib û çarçova çi form (şîwe) û rêza (redîf)a mûzîkî yan destgehên mûzîkî teqsîm (qisim) û wesif (tozîh) dibin? Aya gişt meqam û awazên Kurdî li çarçova destgehên ku li jûr qala wan bû cîh digirin ya ku hinek ji wan, destgehên xas (taybetî) ji xwe ra dixwazin? Aya mûzîka lîstinê a Kurmancî ku bi piranî ji rîtima giran û aram (yêk qerse û du qerse) dest pê dike û bi rîtima bi lez (zû / bezîn) û heyecanî (çeperaste û diwazdeh qerse) teva dibe, li çi destgehên mûzîkî cîh digirin?

Aya alet û sazên adî û esilî li mûzîka Kurdî kîjan in? Aya stiranbêj / dengbêj û sazvan ên mûzîka Kurdî çi deste (kom / rêz / parçe)ên xwe hene? Aya meqam (heng û awaz)a Lo ku kelîn û şewata hundirî sazvan û stiranbêjan pir tind û tûj dike û tesîr (bandor)ek pir û bêhevta li ser guhdaran datîne, li çarçova destgeha mûzîkî a Şûr e (bi dîtina nivîskar, meqama “  Lo “ ne bi tena serê xwe destgehek cuda dixwaze belko“  Destgeha Lo“   bi xwe dikare yêk ji girtirîn, dewlemendtirîn, pir êhsastirîn û bi tesîrtirîn destgeha mûzîkî ne bi tenê li Êran û menteqê belko li seranserî cihanê be)? Aya meqama “ Heray “ li çarçova destgahê pêncgah e ya … ? Aya meqama îrfanî a  “ Ceferqolî “ li çarçova destgahê sêgah e ya çargah ya … ? Aya awaza “ Xecê lor e “ li destgeha Homayûn e ya … ? û bi giştî (bi piranî) meqamên mûzîka Kurdî li çi destgehên mûzîkî cîh digirin, Aya bi xwe destgehên cudgane dixwazin?

Omîdwar im ku va pirsana û pirsên din ên mîna wan ji alîyê karbidestên Kurd û şagird û karnasên hêla mûzîkî da, cewab ên minasib, zelal û şefaf sa xwe ra peyda kin.

Helbete hinek dibêjine ku bir kirin û destebendîya mûzîka Kurdên xorasanê ku komek ji goşe, beyatî û hengên cûr bi cûr û rind in bi giştî bi bir kirina îroyî dikane bi çar Destgehan pareva be.

Destgehên / dezgahên Mûzîka Kurdî

1 – Destgeha Lo : va destgeha mûzîka Kurdî (li vir Kurdên xorasanê) der esil pişt-mazîya (ostûna) hunerî, ferhengî / çandî, tarîxî û îctimayî / civakî ya Kurdî (li vir Kurdên xorasanê) ye. Destgeha Lo ku pir gir û pan e pirtir sa şewat û êşên evînî (êşqî) ên bê encam / bê dawî, dûr ketin û xemên koçberîyê û cudayîyê û … bi kar tên. Li vir goşêk (beyatîyêk, hengek, stiranêk) ji Destgeha Lo wek nimûne bibînin, helbete kêmek pêştir nimûnên zêdetir dibînin.

Hengê Lo: elêlê elêlê gul hevalê (Bexşî: Hosên Ezîzî)   آهنگ لو  

http://www.youtube.com/watch?v=cF0xhjndTEw

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/2/cF0xhjndTEw

2 – Destgeha Heray : va destgeha li moqên (wextên) ku zilm û sitem û cewir û cefa ji alîyê hakimên zalim (yan jî ji alîyê meşûq û yara bê wefa) bêhed pir dibûye, îcra dibe, ku ti çare bixeynî (bi xeyr ji) deng berdan û xîjexîj kirin û qîrîn li dijî zaliman namîne. Li vir goşêk (beyatîyêk, hengek, stiranêk) ji Destgeha Heray wek nimûne bibînin, helbete kêmek pêştir nimûnên zêdetir dibînin.

Herayî (xem û hawar û bangî)  ) هرای (غم و فریاد و دادوبیداد 

http://www.youtube.com/watch?v=SY8Sm02o11U

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/1/SY8Sm02o11U

Heray (evîn û şewat)  و سوز و گداز)  هرای (عشق  

http://www.youtube.com/watch?v=zQh5L21Inzk

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/3/zQh5L21Inzk

Heray Mîro (stirana Kurdên bakûr)

http://www.youtube.com/watch?v=HquRUvy0yos

3 – Destgeha Tayî (li qalibên mitirîk) : Va destgeha bi haleta zerbî û rîtmîk îcra dibe, pence (şelpe)a vî destan (destgeh)a pir bi coş û heyecan e û lîstikî ye, mîna duqerse, sêqerse, û …, Li vir goşêk (beyatîyêk, hengek, stiranêk) ji Destgeha Tayî (lîstika Kurdên xorasanê) wek nimûne bibînin.

Lîstin ya Kurdên xorasanê     رقص کُردهای خراسان (شهرستان قوچان)

http://www.youtube.com/watch?v=xaUZ9l_3FaE

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/a/u/0/xaUZ9l_3FaE

Lîstin ya Kurdên xorasanê    رقص کُردهای خراسان (شهرستان بجنورد)

http://www.youtube.com/watch?v=Ey6J1WORT-A

4 – Destgeha heqane : Li vî destgeha rîtim û milodîya pencên wê hikayet ji aşiqane (evînî) û arîfane bûna vî heng ya meqama dike, mîna heng ya meqama Ceferqolî Zingilî. Va destgeha li Kurdistana Rojhilhat bi navî mûzîka Ehlî-Heq tê nasîn. Li vir goşêk (beyatîyêk, hengek, stiranêk) ji Destgeha Heqanî (beyatîya ceferqilî zinglî) wek nimûne bibînin.

Hengê îrfanî a Ceferqolî Zingilî (Kurdên bakûra xorasanê)آهنگ یا بیاتی عرفانی جعفرقلی زنگلی

http://www.youtube.com/watch?v=i6DBJCl21qw

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/0/i6DBJCl21qw

Mûzîka îrfanî ya Elawî (Kurdên bakûra Kurdistanê)  موزیک عرفانی ئه لاوی در شمال کُردستان  

http://www.youtube.com/watch?v=pprpL3QCyio

Mûzîka îrfanî ya Ezîdî (Kurdên başûra Kurdistanê)موزیک عرفانی اَزدایی در جنوب کُردستان

http://www.youtube.com/watch?v=HBvzbW5CSps

Mûzîka îrfanî ya Ahlî-heq / yarisan (Kurdên kirmanşan)موزیک عرفانی یارسان در کرمانشاه 

http://www.youtube.com/watch?v=0Oe9WRuyYjo

Bi piranî mûzika meqamî (mexamî, awayî, hengî) ya Kurdên Xorasanê yêk ji mûzîkên ronahî û zînde (jîndar) û tehqîqî (lêkolînî) li nav mûzîkên Êranê ye. Kelema meqam / mixam / aheng ya awa der esil va ye ku her yêk ji kilam û awaz û sirûdên cûr bi cûr û heng bi heng û reng bi reng yên bakûra xorasanê bi bingeh û rîşe ne yanku her yêk ji van ahengana li ser hadîse (îtifaq / buyer)ekê çê bûne û ji dûy wê da hînga di nav tarîxê da sîng bi sîng û nefes bi nefes hatine domandin ku hîn jî li menteqê berdewam in. Bakûra Xorasanê ji alîyê çand û ferhenga mûzîkî da zahf serwetmend û pir dewlemend e, û yêk ji mohimtirîn cîhên mûzîka Kurdî bi xisûs mûzîka meqamî ye. Mûzîka meqamî cûrek mûzîk e ku alet û sazên wê, kilam û awaz û heng û sebkên wê pir bijarte û kêmzêde bêhempa ne.

Bi dîtina karnas û karbidest û pisporan çanda mûzîka dewlemend ya Kurdên xorasanê bi jîyana wan ya bêlû û nebêlû (dîyar û nedîyar) va hatîye girêdan, û tê da êşq, îrfan, çîrok / dastan, gernasî û cengawerî û qehremanî, dîrok / tarîx, şadî, tirajidî û xem, heta henek û ken û tore (tiatr) tê da heye û bi giştî tê da dîyar û bêlû dibe. Hunermendên hêla mûzîka Kurdî li xorasanê bi tewan û qowet û nazikbînîya xwe qesd û hedefên xwe neqil dikin û digihînine xelkê.

Cuda xistin û tepserî û hêrsa ku li nav tarîxê da hatîye serê Kurdên xorasanê tesîr û bandoreke serast û besît li ser mûzîka wan jî danîye, wer ku li nav mûzîka vê menteqa da bêlû ye hem milodî û şiîrên cengî û şervanî û şerûtî, hem jî xem û derd û jan û kul û êş tê da hene. Meqamên (hengên) mîna “ Ela (la / lo) mezar e, Duqerse, Enarekî û Heray “ li ser qetil û kuştin û xaret û talan kirin, bela û qafilqeda û tengasî, îtifaq û bûyerên tahl û bi jan û şewat ku li rêya cuda kirin û koçberî û xerîbî û aware bûna Kurdan bi vê menteqa da hatine serê wan, dibêjin û çê bûne.

Meqamên (hengên) Zar / zohre û Tahîr, Dustmihemed û Aycemal, Kerem û Esilxan, Perî û Alîxan, êşq û evînê radigihînin. Cecoxan û Serdar Êwezxan, qehremanî û cengawerî û delîrî û dilawerîyê di tarîxa Kurdên xorasanê da radigihînin û însanên (mirovên) natirs û navdar û mêrxas û hêzdar tînin ber çavan, ku neyarên hikûmetî li zemana xwe di menteqê da bi çokan mexel kirine. Torxe, Newayî û Herayî, îrfan û aqilmendî û aramî û rawestîn û bîhn firehbûnê radigihînin. Lo, Ela mezar û Ela yarê, û … helaket û dijwarî û xem û zilm û derdên ku hatine serî Kurdên xorasanê hikayet dikin. Larî larî, Çeperaste û Çobazî (lîstika bi daran), şadî û bextewarî û dilxweşîyê bi têr û tijî nîşan didin.

Hengê Zarê megrî (Zar û Tayîr / Zohrê û Tahîr), (Yelda Ebasî – Mohsin Mîrzade). 

  (زهره  و طاهر)، هنرمندان مجری: یلدا عباسی – محسن میرزاده  زاره مگری آهنگ

http://www.youtube.com/watch?v=4-FnVQKdlkI

Hengê Perî  xanima Kawî û Alîxan  آهنگ علی خان و پری جان کاوانلویی

http://www.youtube.com/watch?v=bpAsZ6oFyrI

Cecoxan  (Serdarê Milî ê kurmanj)

 (سردار ملی کُرمانج) – مظهر آزادیخواهی، دمکراسی پلورال و حقوق قومی در ایران ججوخان

http://www.youtube.com/watch?v=ZoK_K-5wFPo

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/9/ZoK_K-5wFPo

Serdar Yêwezxan

– مظهر رشادت و دفاع از منطقه کُرمانج شمال خراسان سردار عیوض خان

http://www.youtube.com/watch?v=Yuu1xtruEN8

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/10/Yuu1xtruEN8

Xanê kelmîşî

خان کلمیشی – مظهر برابری طلبی و عدالت خواهی در منطقهء شمال خراسان

http://www.youtube.com/watch?v=HEOFI3xLC7w

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/3/HEOFI3xLC7w

http://www.youtube.com/watch?v=gnRDM3Dqb9o

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/a/u/0/gnRDM3Dqb9o

Hengê Torxê   آهنگ تورغه (البته قسمتی از موزیک)،

 تورغه، در واقع نوعی گنجشک / پرنده ای است که به یکباره به طرف آسمان (بصورت مستقیم و عمودی) پرواز می کند و سپس به آهستگی (بصورت مایل) فرود می آید، کنایه از عرفان و عروج اندیشه ای و سپس تواضع و فروتنی است.

http://www.youtube.com/watch?v=ce9hjNJzCNQ

http://www.youtube.com/watch?v=6zMkuoRjCdQ&feature=related

Hengê Herayî û derdê xerîbîyêآهنگ هرایی و درد غریبی    

http://www.youtube.com/watch?v=SY8Sm02o11U

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/5/SY8Sm02o11U

Hengê Herayî û jana evînêآهنگ هرایی و سوز عشق    

http://www.youtube.com/watch?v=zQh5L21Inzk

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/7/zQh5L21Inzk

Ela (la / lo) mezar eآهای جماعت این مزار (محل دفن عزیزان) است      

http://www.youtube.com/watch?v=O4R-2T_xBpc

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/8/O4R-2T_xBpc

Lê yarê (xem û nalîn)       آهای خانم یار   (غم و اندوه)   

http://www.youtube.com/watch?v=0h9DjIFjUUM

http://www.youtube.com/watch?v=C_egNuZRHjM

http://www.youtube.com/watch?v=4ebQq0yZP7E

Helbete wer ku aşkar û bêlû ye hinek ji aheng û meqamên ku sa xemgînîyê îcra dibûne, ji dû demeke dûr û dirêj da aram aram hatine guhertin û niha wek hengên şad û lîstika bi heyecan (hilperîn/ hilfirîn) îstifade dibin. Va mesala dikane vê mijara (babeta) nîşan bide û bîne ber çav ku mûzîkên cûrbicûr û hereket û livîna rîtimdar û ahengdar li lîstikên muwazinedar û balansdar (govend) ku lîstikvan lê didin ber hev û pey hev der esil bi merc û şerayîtên zindigî / jîyanê, û şerayîtên sîyasî û waqîyetên ku xelk li her menteqê li ber xwe dibînin heye. Mînakek/ misalek li vê bara va ye ku meqama “ way way reşîdxan “ ku li zemana berê sa jan û êş û bela û qedereşî û tirajidîyan îstifade dibûye (Reşîdxan hakimê kurmanj li bakûra xorasanê, û çav li rê bûna jina wî Esmer xanim) lê niha wek meqamek şad îcra dibe.

Reşîdxan serdarê giştî Qoçan

–  مظهر سیاستمداری فکورانه و حکومت محلی منطقه شمال خراسان  رشیدخان سردار کل قوچان

http://www.youtube.com/watch?v=CsQXPhzfTeM

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/20/CsQXPhzfTeM

Çereyîya / çawayîya zindigî û jîyana Kurdên bakûra xorasanê û koç kirin û barkirina îcbarî ya wan bi vê menteqa ye ku bûye sebeb daku xem û nalîn û şervanî li nav mûzîk û lîstika wan jî xwe nîşan bide û xuya be. Mûzîka Kurdên xorasanê li menteqê bi mûzika Kurmancî tê nas kirin. Wer ku gişt dizanin Kurmancî yêk ji lehcên zimanê pir dewlemend û şîrîn a Kurdî ye ku li bakûra xorasanê, wermeye (warê me ye), bakûr û rojavayî Kurdistanê (Kurdistana Tirkîyê û Sûrîyê), başûra Kurdistanê (menteqa Barizan û Behdînan / şehrên mîna Duhok, Zaxo, …) û hem jî li menteqa qefqazê (qerebax û nextciwan) pê gep dikin (diaxifin). Miletê Kurd ku bi destên neyaran û îşqalgeran (dagîrgeran) yên zalim û bênixûn ji hevdu hatîye veqetandin û parevakirin û paeçe parçe bûn, bi kîjan lehcê Kurdî (Kurmancî, soranî, zazakî, hewramî, loranî) jî ku sohbet bikin û li her derê jî ku bibin dilê wan li cem hev e û ji hev ra digursê.

Malan danî bîne bîneکاروان کوچروها اتراق کردن اردو به اردو    

http://www.youtube.com/watch?v=lcfqYXtaxJA

Malan bar kir koç bi reket کاروان کوچروها بارشان را بستند و کوچ به راه افتاد  

http://www.youtube.com/watch?v=6ubqp2n9ZCA

Malan bar kir, lêlê lêlê way wayاردوی ایلات کوچ کردند، آهای خانم خانما وای وای   

http://www.youtube.com/watch?v=2-yDNikPWho

Qismek ji mûzîk û awazên Kurdên xorasanê, çîyayî û zozanî ye ku bi bang kirin û qîrîn û deng berdanê çê dibin û pêk tên. Li kêleka wê mûzîk û awazên deşt û colegan e ku nerm û aram in.

Heray (derketime tepê kulî /gişt çîyan elêlo mergano)  هرای (به قلهء کوهها رفته ام آهای شکارچی)

http://www.youtube.com/watch?v=SY8Sm02o11U

Çîyay ser me zekerîya yeکوه بالای سر ما ذکریا است    .

http://www.youtube.com/watch?v=FpXgAgd_RfE

Xecê lor eخدیجه، غربت لالایی و ناله است     

(لور در واقع آواز غریبی و با ریتم سنگین است، که معمولأ مادر با لالایی برای آرامش و خواب بچه اجرا  میکند)

http://www.youtube.com/watch?v=CTQ64r1a8hg

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/11/CTQ64r1a8hg

Yarê min dizane ez şivanimیارم  می داند که چوپان هستم      .

http://www.youtube.com/watch?v=ZXLRUyXA71M

Dutar û Kemançe li menteqa kurmanc a xorasanê ji alet û sazên kuhne (kevin) û qedîmî li vê navça ne. Şaîr û arîf ên Kurd li menteqê ji zimanê mûzîkî sa gotin û neqil kirina hedef û îhsasên xwe û xelkî xwe îstifade dikin û wan bi kar tînin.

Kemançe û dihol

http://www.youtube.com/watch?v=kgqgDHVmbEo

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/1/kgqgDHVmbEo

Dutar (mûzîka Kurdên xorasanê)

http://www.youtube.com/watch?v=VatA0py31ik

http://www.youtube.com/watch?v=AFP1rTRmkXU&feature=related

Mûzîkvan û hunermendên Kurd yên mûzîka meqamî li bakûra xorasanê bi piranî bi sê qisman in:  1 – Aşiq (dengbêj) , 2 – Bexşî (stiranbêj) ,  3 – Lûtî / lotî (qelender) tên naskirin û navkirin. Helbete Bilûrvan û Lologer jî dikarin li vê lîstê hunermendan bêbin zêde kirin.

1 – Aşiq (dengbêj), qedîmîtirîn û kevintirîn mûzîkvan û hunermendên xorasanê ne ku saz û aletên Zirne, Dihol, Qoşme, Kemançe, Bilûr, û Dayrê lêdixin û hem jî ji lîstikvanên qabil û bi navûdeng ên Kurdên xorasanê ne. Li zemana berê her sê qismên honermendan ji dayîna bac û xerac û malîyat miaf bûn. Lê tenê ew kesên ku dikaribûn (şedikirin) bi rêya hunera xwe gazî / gilî û rexne ji hikumetê bikin û nêbin cezakirin, Aşiq û lûtî bûn. Aşiq hostakarê torê (tore derxistin / tiatr / nemayîş / şano) û tore çê kirinê ne. Ji rêya tore dikaribûn ji Êl-xan û hakimê mihelî gazî bikin. Tore ew nemayîşên kendar û bi gilî û gazî ne ku bi mûzîkê va tên îcra kirin. Torevan bi hereket û gotin û mûzîka xwe  nemayîşa xwe sa xelkê ra îcra dikin. Mûzîkvan li alîyêk rûdiniştin û meclîs bi coş û geş dikirin. Carina momkin bû ku bi torê ra awaz jî bixwendina. Herçend ku awaz xwendin bi piranî ji hunerên Bexşîyan tên hêjmartin. Aşiqan der bi saz lêxistin û dengbêjîya xwe esil ferheng / çand û edebîyata şefahî (zimanî / devkî) ya Kurdî hem dewlemendtir dikirin hem jî digêhandine nesek din û ew didan domandin.

kelema Aşiq der esil ji kelema êşq der tê, yanku aşiq li dawetan bi hunera xwe êşqa navbeyna bûk û zavan bi hev ra girê didin û zindigî / jîyana wan ya taze (nû) bi rindîyê û şadîyê û xweşîyê destpê dike. Li bakûra xorasanê aşiq li merasimên werzişî jî şirket dikin (beşdar dibin) û wan bi saz û kilam û awazên xwe dixemilînin û bi heyecantir dikin.

2 – Bexşî (Stiranbêj), dutarvan û dengbêj û çîrokvan (beyatîbêj) in ku ji rêya mûzîka xwe va zanîna xwe bi xelkî xwe ra pareva dikin. Şehrên Bijnurd, Şêrwan, Qoçan û Kelat navendên serekî (gir / girîng) ên bexşîyan li bakûra xorasanê ne (Şehrên eslî û merkeza qodreta sîyasî ya berê li bakûra xorasanê). Bi neqilek amîyane û gotinek adî Bexşî ew kesên qabil û hunermend û bijarte ne ku xwedê va xelata hunerî ya zahf kêfdar û zewqdar, û pir karî û tesîrdar daye wan. Bi vê gotina her kes ku dutarê lêxe nabe Bexşî, der esil Bexşî li kêleka hosta bûn li ser dutarê xwe lazim e ku ji alîyê ruhî û rewanî û zanîn û şexsîyetî jî bi qencî têr hatibe xemilandin.  

Bexşî bi dîtina xwe û mijar û babeta meclîsê şiîr û hengên xwe hildibijarin. Li merasimên sunet kirinê û dawetan hengên şad, li merasimên ferhengî û milî hengên minasibî wan sa serbilindî û serfirazî û pêşvaçûn û bi serketinê dibêjin û lêdixinin. Bexşî li meclîsên xisûsî jî dastan / çûrik û awaz û heta hengê lîstikê û hwd lêdixin û dixwînin (bi piranî Bexşî li merasimên tezîyet û fatehxanî û xemgînîyan şirket nakin) . Kelema bexşî der esil ji kerem kirin û baxşandin der tê, yani bexşende. Piranîya bexşîyan li merasim û komcivîn ên ferhengî / çandî, edebî, hunerî, tarîxî, neteweyî (milî) û fistîvalan û hwd … mûzîk û kilam û awazên xew ên pir bi nirx û hêja û menîdar û giranbiha ji kerema xwe ji pay dil da dibaxşînine xelkî wê meclîsê.

Bexşî û dutar (Stiranbêj: Artîn Ferxwende).

http://www.youtube.com/watch?v=iNfm3Qk5HPQ

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/0/iNfm3Qk5HPQ

Bi adetî hunerên Bexşîyan (Stiranbêjan) li kêleka mûzîka dutarê: awaz xwendin, gep kirin (axaftin) û gotinên şefahî (devokî) û neqil kirin û çîrok-bêjî ye. Bexşî rewayetgerên ferheng (çand)a devokî a kurmancan e, helbete Bexşî gerê ji alîyê agahî û îrfan da gihiştibe merhelêkê ku layîqê vî nava (Bexşîtî) bibe. Li rojgarên berê riqabet û hemberî hev sekinina navbeyna du Bexşîyan bi rêya awax xwendin û mûzîkê va bûye, li berê resim bûye ku ji dûy vê riqabet û tewlaseya (talaşa) hunerî da, Bexşîyê ku baydabû sazê xwe (dutara xwe) dibaxşande yê din. Helbete paşê va resma kêm kêm hate guhertin û yê ku dibir xelat didanê, va xelata jî bi destê xwedîyê meclîsê dihate dayîn û pêşkêş kirin, ku bi piranî beranek û qalibek qend (tîkêk şeker) bû. Bi resm û rêçên berê, mûzîk li cîhên ku bi piştî û xalîçe û navmal û … hatibûne xemilandin bi rê dikirin. Carina jî li van cîhan mûm (find / şem) ya çira fanûs vêdixistin (agir li nav tarîxê da sa Kurdan sembol û nîşana paqijî / temîzî, ronahî û germîyê bûye ku li dora wê şadî / şahî, henek û ken û … û Roj kanîya bêbinî ya wê (agirî) yeku li dilî ala Kurdistanê cîh girtîye.

3 – Lûtî (Qelender), Helbete Lûtî ya Qelender bi Derwîş va ferq dike, çinku derwêş pirtir li barey dîn û mezheb (bi xisûs sûfîgerî) dixwînin û xebat dikin. Drewîş ku bi piranî teberzîn (bivirê qiçik) û keşkûl (tûrikê darîn)ên xwe hene ew jî li nav xelkê digerin. Lûtî der esil qasid û peyamgihan li nav xelkî xwe li menteqê ne ku aleta mûzika wan jî Def (dayre) ye ku aheng û meqamên lîstik û carina jî torê (tore derxistin / şano / tiatr / nemayîş) lêdixin û kilaman jî dibêjin. Lê honernemayîya Lûtîyan bi rindî û qencîya Aşiqan nabe. Lûtîyên Kurd ku timêşe li nav xelkê digerîyan îtifaq û bûyer û tiştên nav xelkê ji rêya mûzîka xwe bi kilam û ken û henek û lîstik û torevanîyê va radigihînin û sa xelkê ra neqil dikin. Helbete hinek Lûtîyan / Qelenderan feqîrên gerok dizanin ku bi defa (dayra) xweye zengildar li nav xelkê neqil û xebat dikin, hema qelender ya lûtî li nav xelkê bi êhtiram bûne. Kelema lûtî / lotî der esil ji kelema lot / lotik (bazdan, hilperîn, hilfirîn, xwe xem û rast kirin, û çeng kirin) der tê, çinku rewş û haleta dayre lêxistina wan û lîstik û torevanî û hunera wan pirtir ji rêya xwe xem û rast kirin, pest û bilind kirin û bazdanê çê dibe û îcra dikin.

Lotîyêk ji bakûrê Kurdistanê (kilama îtifaqa zembilfiroş û xatûnê)

http://www.youtube.com/watch?v=D4xBjQbOro4

Yêk din ji xasîyetên lûtîyan (qelenderan) jî va bûye ku sa encam dayîna hunera xwe dayîm li nav xelkê digerîyane; li nav çîyan û colegan, kele bi kele (gund bi gund), menzîl bi menzîl, bîne bi bîne, war bi war diçûne (ji vê dera bazdidane / diçûne dera din, û ji dera din diçûne ya wêdatir).

Lûtîyan (qelenderan) jî li zemana berê mîna Aşiqan heq û mafên xweyî neqid û rexne kirinê hebûne, û dayîm li sefer û gerîn û rêwîtî kirinê bûne ku li vê zemana îro kêmzêde bêmefer bûne û qowet û remex û rexwet li wan nemaye. Lûtî bi piranî goyende û naqil ên xeber û îtifaq û bûyer û heta tiştên tarîxî li nav xelkî xwe bûne. Li vê zemana îro li bakûra xorasanê lûtî kêm bûne û va qisma mûzîkvanan û torevanan bi esefî (mixabin) kêmzêde ji beynê çûne.

Yêk din ji xasîyet û taybetîya mûzîka meqamî a Kurdên xorasanê cûr bi cûr bûna wê ye ku hevaltî kirin û tevlihev bûn bi mûzîkên bêganan va bûye sebeba çêkirina cûr û haletên bêhempa li nav koma mûzîka meqamî li menteqa kurmanc ya bakûra xorasanê.

Li vê zemana îro jî hîn mûzîkvan ên hostakar û bi navûdeng ên Kurdên xorasanê bi libas û cilûberkên bi rewş û qeşeng û rengbireng ên Kurmancî li dîlan û ceşnan, li fistîval û bernamên Ostanî, Kişwerî û şayed carina jî li xaric (dervê welêt) hazir û beşdar dibin (şirket dikin), daku dengê huner û ferheng û çanda Kurmancî ya dewlemend û rîşedar bi aheng û meqamên esîl ên Kurdî ku mîrasa (mêrata) bi nirx li menteqê ne bigihînine guhên (guçikên) gişt xelkê û hebûna xelkî kurmanc li menteqê bidin naskirin û belav bikin.

Çêkirin û bi cîh anîna dîlan û ceşn ên mûzîk û kilamên Kurmancî, sebeba pêş va xistina vê hunera dibe û bi giştî dagirtina wê diparêze. Şandina hunermendên Kurd bi ceşn û fistîvalên ku li Têhranê û welatên din sazdibin dibe sebeb ku xelkên wan deran jî bi huner û hunernimayî ya Kurdên xorasanê pirtir aşina bibin û hebûna me nasbikin. Cîhê xoşbextî û xoşhalî û bextewarîyê ye ku ciwan û xurt (hem keç û hem jî law) li kilam û mûzika xwe a Kurdî xwedî derketine û lê nirx û rêz û êhtiram digirin, û dest bi hêvosîn û mamostayî ya mûzîka xwe dikin, ku dibe sebeba mayîn û berdewamîya mûzîka meqamî ya Kurdên xorasanê. Lê mixabin bi xatirê mişkûlên ku li Êranê hene loma hêjmar û amar ji mûzîkvan û kesên ku li ser mûzîka Kurdî li xorasanê kar û xebat dikin jî tune ye.

Lîstik û reqs  رقص        

Lîstik û reqsîna Kurmancî li bakûra xorasanê cûr bi cûr in mîna : yêk qerse , du qerse , sê qerse , çar qerse , şeş qerse , heşt qerse , çeperaste , Enarekî , Çobazî û … ne ku bi piranî aleta mûzîka wan jî mîna zirne, dihol, qoşme, dayre (def) û kemançê ne ku pirtir bi destên Aşiqan tên îcra kirin. Lîstik li bakûra xorasanê pirtir (bi piranî) rezmî û bezmî ne. Çobazî şûna şûr lêxistina cengawerên berê girtîye. Li merasimên pehlewanî (koşnî girtin)ê jî hengê koroxlî ku pir rezmî ye û bi zirnê û diholê îcra dibe.

Duqerse; lîstika duqerse ya îro der esil vedigere ser yêk ji merasimên zemana berê qedîm ku merasimek xem û nalîn bûye ku ji dû qetil û koştar û qirkirinê îcra dibûye. Li vê merasima xelk li dor cenazên xwe berif dibûne û zikir digirtine, bangî û gîrîn, hereket û  livîn û cûlîn jî hebûye, û bi vê rêya sa mirdên xwe ku bi destên neyaran dihatine koştin rêz û ehtiram digirtine. Çar qerse; lîstikek nerm û aram e. Heşt qerse; lîstikek bi lez û bezîn e.

Lîstika Kurmancî ya Kurdên xorasanê      رقص کُردی خراسان

http://www.youtube.com/watch?v=xaUZ9l_3FaE

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/a/u/0/xaUZ9l_3FaE

Ela (La / Lo) mezar e, lîstik û hengek e ku der esil vedigere ser yêk ji mrasimên zemana berê ku ji dû xaret û koştar û talan kirin û hêsîr kirina Kurdan, li ser mezar (mezel / gor / qebir) ên azîzên xweyî ji dest çûyî dixwendin û îcra dikirin. Ela mezar e, va çi rojgar e?  

Ela Mezar e (Ela/ la/ lo Mezar e)   آهای جماعت این مزار (محل دفن عزیزانمان) است    

http://www.youtube.com/watch?v=O4R-2T_xBpc

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/4/O4R-2T_xBpc

Enarekî, lîstik û hengê îroyî enarekî der esil vedigere ser yêk ji merasimên zemana berê qedîm ku ji dû êrîş kirina dişmen û bêganan û koştina Kurdan çê dibûye, li vê merasima jinên kurmanj berif dibûne û gîrî û qîrîn û bangewazî dikirine û nar (hinar) diavêtine.

Hengê Enarekî , Kurmanj music Northern khorasan

http://www.youtube.com/watch?v=FC1CkhSbSaM

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/1/FC1CkhSbSaM

Çobazî (lîstika bi daran), lîstik û hengê îroyî ço-bazîyê jî der esil vedigere ser şûrbazî û xencerbazî û yan jî temrîn kirina ciwanên (gencên) Kurd sa amadegîya rezmî, ya zemana berê qedîm û kevin. Çobazî jî li vê zemana îro li merasimên werzişî mîna kuşnî pehlewanî (bi xisûs kuşnîya bi çoxî / çox = kincê dirêj ku bê hoçik e û ji hirîya pêz çê dibe) ku kêmzêde mîna rezmî û şervanî ya berê ye, bi lêxistina Zirnê û Diholê îcra dibe, ku pirtir ji hengê koroxlî û hengên din îstifade dikin.

Lîstika bi ço / çoyan  رقص با چوب  

http://www.youtube.com/watch?v=Ey6J1WORT-A

http://www.youtube.com/watch?v=SLiBIJwBTO8

http://www.youtube.com/watch?v=dVk8dNMLQ_Y

Bi piranî hêjayî gotinê ye ku ew hedef û qesd û nîşana xem û nalînê ya mersimên berê di nav tarîxê (dîrokê) da heta îro kêm kêm ji bîr bûne (helbete rewş û nasîna Kurdî ên wan hatine parastin û bi zimanê Kurmancî îcra dibin û didomin). Niha wan merasiman şûna xwe daye lîstikên cûr bi cûr yên Kurmancî ku îro pirtir li merasimên şad û bextewarî û dilgeşî û heta li dawetan û komcivînên hunerî û ferhengî îcra dibin. Bi herhal (herwiha)  dîsa jî cîhê xoşhalî û xoşbextîyê ye ku hîn jî îcra dibin û bi zimanê Kurmancî tên domandin, Omîdwarim ku hîn bi qowetir û bi hêztir bibin.

Lîstika Kurdên xorasanê     رقص کُردی خراسان

http://www.youtube.com/watch?v=xaUZ9l_3FaE

http://www.youtube.com/watch?v=xI4GfvBicdA

http://www.youtube.com/watch?v=AzRpCW2t2Ik

http://www.youtube.com/watch?v=tuOK6m28ddk

http://www.youtube.com/watch?v=Qd-D2A9L1d8

http://www.youtube.com/watch?v=VH2U-_J-ZEc

http://www.youtube.com/watch?v=UlhZNq6lE8E

http://www.youtube.com/watch?v=HBaaZ5dqiqk

http://www.youtube.com/watch?v=-WIKnNrXNUU

http://www.youtube.com/watch?v=C5BoMUCobpw

http://www.youtube.com/watch?v=uddziQyY5V8

Lîstika Kurdên bakûr    رقص کُردی باکوور (ترکیه)

http://www.youtube.com/watch?v=_pWkPs4pYqE

http://www.youtube.com/watch?v=BnDOpgzLgDY

http://www.youtube.com/watch?v=qSiCqA3oKsQ

Lîstika Kurdên rojava    رقص کُردی روژآوا (سوریه)

http://www.youtube.com/watch?v=OjpZ4aM4oYI

http://www.youtube.com/watch?v=Db6lDNpaMf8

http://www.youtube.com/watch?v=4IEYJniLy48

http://www.youtube.com/watch?v=QgAtbekvmug

http://www.youtube.com/watch?v=XmSBb_CF-HA

Lîstika Kurdên duhokê    رقص کُردی منطقه دوهوک (شمال کردستان عراق)

http://www.youtube.com/watch?v=bzJVLV3ht4M

http://www.youtube.com/watch?v=uL6dHdhhj14

Saz û aletên mûzîka Kurdên xorasanê

ساز و آلتهای موسیقی کُردهای خراسان

1 – Dutar        دوتار

Dutar , ji sazên nav mal û colegan e (ji sazên çiyayî û zozanî nîne) û bi destên bexşîyan tê lêxistin. Dutar li bakûra xorasanê du cûr kok dibin: yêk li bira çarim ya din jî li bira yan nisbeta pêncim e. Bi dîtina cenabê Alî Xolamrezayî (honermendê Almecoqî) bi koka çarim ra koka Newayî û bi koka pêncim ra koka Kurdî dibêjin û hengên Farisî ya bakûra xorasanê jî bi koka pêncim îcra dibin.

Cenabî Mihemed Yêgane (Dutarvanê Hostakar) li vê bawera ye ku, kokên dutarê yêk Kurdî ye û a din jî Tirkî ye. Bi kokên Kurdî hengên Kurdî mîna: Ela mezar (ela / la / lo mezar), durne (quling), Lo, Ceferqolî, û … îcra dibin, bi kokên Tirkî jî hengên mîna; Giraylî, Tecnîs, û … tên îcra kirin. Li meclîsên şadî û dawetan li destpêka şevê sa çêkirina lîstik û heyecanê ji Zirnê û Dihol û Qoşmê îstifade dibe, û li axira şevê (dû / dawîya şevê) jî Bexşî li hundirê malê Dutarê lêdixin û kilaman dibêjin.

Dutarên zemana berê (qedîm) li bakûra xorasanê ji sazên îro qiçiktir bûne. Kasik û rûpel a dutarê pirtir ji dara Tûtê (dartû) û destê dutarê jî pirtir ji dara zerdalû (qeysî)yê çê dibin. Li zemana berê li şûna sîm ji hevrîşim (ebrîşim / herîr) îstifade dikirine. Li bakûra xorasanê qîyas û modilên Dutarê ti standardek bêlû tune. Dutarên îro, yazdeh û carina jî duazdeh perdên xwe hene. Perdên dutarê li navbeyna nîv-perdê pir deqîq û serast nayên girêdan û navberên qiçiktir ji nîv-perdê li perdebendîya dutarê tune ye.

Dutara Kurmancî   دوتار کُرمانجی   

Dutar (Hunermend: Bano Monewer Morewic , Kurdên xorasanê)

http://www.youtube.com/watch?v=VatA0py31ik

Dutar (Hunermend: Elî-Reza Şîrwanî , Kurdên xorasanê)

http://www.youtube.com/watch?v=AFP1rTRmkXU

2 – Zirne (Pîq)          سورنا (پیق)

Zirne, jî ji koma sazên der e (ya hundirê malê nîne) li bakûra xorasanê ku bi destên Aşiqan tê lêxistin. Mîna ku li qedîm (zemana berê) sazek girtir û nola zirnê hebûye ku pê ra Korna digotine. Va saza îro tune ye, û hinek jî bi zirnê ra korna dibêjin. Ji zirnê li merasimên dawetan û pirtir sa hengên lîstikê û hem jî merasimên werzişî mîna kuşnî pehliwanî ya çûxî (çoxî / çoxa / çox = kincê dirêj ku bê hoçik e û ji hirîya pêz çê dibe) bi hengî koroxlî, hem jî carina li merasimên xem û cenaze defin kirinê hengên mîna Lo, Heray û hengên Serdaran îstifade dikin. Sazê ku bi Zirnê ra tê lêxistin Dihol e.

Zirne û dihol , ya Kurdên xorasanê

http://www.youtube.com/watch?v=UUusOKc-fyM

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/2/UUusOKc-fyM

3 – Kemançe          کمانچه

Kemançe, jî yêk ji wan sazan e ku aşiq li bakûra xorasanê lêdixin. Kemançe hem ji sazên ku li hundir malê tê lêxistin û hem jî li dereva îstifade dibin e. Dengê kemançê carina jî li merasimên xemgînîyê belav dibe. Kemançe li bakûra xorasanê pirtir tê dîtin û her çi ku rû li jêrtir li xorasanê herî (meselen li şehrî Nîşabûrê) va saza kêmtir tê dîtin û şayed jî hêç nêbe dîtin. Kemançên bakûra xorasanê sê sîm hene lê îro carina kemançên çar sîmî jî îstifade dibin. Sazên zerbî ku bi kemançê ra tên lêxistin Def (dayre) yan jî Dihol e ku ew jî bi destên Aşiqan têne lêxistin.

Kemançe û dihol , ya Kurdên xorasanê

http://www.youtube.com/watch?v=kgqgDHVmbEo

Kemançe ya Kurdistana bakûr (were were gulbihar, sa te bûme dîn û har)

http://www.youtube.com/watch?v=0CeR_cC2ic8

4 – Dihol         دهل

Dihol (ya ku bi dar (tîrik)an tê lêxistin), ew saz e ku bi Zirnê ra hevrê dibe û bi destên Aşiqan tê lêxistin. Dihol (yak u bi destan tê lêxistin) bi Qoşmê û Kemançê ra jî hevrê dibe û tê lêxistin. Dihol li bakûra xorasanê ji her du alîyan tê lêxistin. Dihol ji daran û postê heywanan çê dibin. 

Hengê Lo, (Lologer: 1- Mohsin Biharî, 2- Recebelî Êranî). Saz: Dihol û Qoşme.

http://www.youtube.com/watch?v=j5M55u-BPXc

5 – Bilûr (Nêy)         نی

Bilûr, ew saz e ku li bakûra xorasanê şivan pir jê hez dikin. Bilûr bi piranî li ceşn û  merasimên şad û hem jî xemgînîyê îstifade dibe. Li bakûra xorasanê bi Bilûrê hengên (meqamên) cûr bi cûr îcra dibin, mîna hengên çiyayî ku bi dengberdanê (xija kirin/ xîja kirin / xîjexîj kirin / qîjeqîj kirin) ne û hem ji sa pez çêrandin li ser çîyan û … îcra dibin.

Bilûr  (Lologer: Emîrqolî xedeng Alxasî)

http://www.youtube.com/watch?v=SY8Sm02o11U

Bilûra bi qirtikê / qurtikê (Hunermend: Rostem Mêrigan)

 نی با حنجره (هنرمند: رستم مهرگان معروف به کُرمانج حنجره طلا ) 

http://www.youtube.com/watch?v=yddc8zKMSmk

6 – Def (dayre)      ( دایره)   دف

Def (dayre), ew saz e ku bi Qoşmê û Kemançê ra hevrê dibe û bi destên Aşiqan û Lûtîy (qelender)an tê lêxistin. Li zemana berê yêkim saz û tenê sazê dest lûtîyan (qelenderan) def / dayre bûye. Îro ku lûtî (qelender) li bakûra xorasanê pir kêm bûne va saza bi destên Aşiqan têye lêxistin û hîn jî zînde maye û tê domandin (berdewam e).

Hengê Lo, elêlê delalê elêlê hevalê (Lologer: Morad Hesenzade, bi Def û dutarê)

http://www.youtube.com/watch?v=br-YeyrKLvk

7 – Qoşme        قشمه

Qoşme, aleta mûzîka bayî ya Kurdên xorasanê, ku li menteqên Kirmanşan û Îlam pê ra duzile (du nêy) dibêjin, yêk ji sazên din e ku li bakura xorasanî bi destên Aşiqan tê lêdixin. Li menteqa Kurmanj ya bakûra xorasanê sê cûr Qoşme tên dîtin.: 1 – Qoşmên ku pênc kun hene (Qoşmên pênc kunî)  2 –  Qoşmên ku şeş kun hene (Qoşmên şeş kunî)  3 –  Qoşmên ku heft kun hene (Qoşmên heft kunî), li paş gişt Qoşman ti kun tunin. Qoşme pirtir li dawetan bi def (dayre) û yan jî dihola ku bi destan tê lêxistin hengên lîstikê îcra dike. Qoşme pirtir ji hestîyên qanatên têr û yan jî yên durnê (quling) û carina ji qamîş (nêy) û heta carina jî ji hesin (lûlên hesinî mîna lûlên antîna tilivîsyonan) çê dibe, ku dengê Qoşma hestîyî dilnişîntir û rindtir e. Qoşme sazek cotî (dutayî, du lûlên dengdar) ye û dirêjîya wê bi gir û qiçik bûna hestîyê firendan ne. Li serî her yêk ji lûlên Qoşmê, pîzpîzk (ser pîq) ku ji qamîş in siwar dibe. Her du lûlên Qoşmê bi piranî hevdeng kok dibin, lê mimkun e ku carina (helbete pir kêm) kokên din yê hevnasîn, mîna koka sêyim û heta carina koka duyim bêbin dîtin. Van kokana pirtir Qoşmevanên hostakar îstifade dikin. Şayed hinek van kokana ji natewan bûna (nekar bûna) Qoşmevan li ser kok kirina deqîq û serast a Qoşmê daynin, hema wer nîne û îstifade kirin ji van kokên neaşina û hevnas bi giştî û tevahî agahane ye û sa daynamîsm û cûlîna (livîna) pirtir pîyade dibe. Qoşmevan dîsa sa çêkirina daynamîsm û cûlînê carina jî du dengên ferqdar ku pirtir li kêleka hev in ji rêya lûlên Qoşmê xwe çêdikin.

Mûzîkên mihelî (herêmî / navçeyî) yêk ji mohimtirîn serwet û sermîyên ferhengî li her menteqê ne, li bakûra xorasanê jî va mijara (babeta) bi ronayî tê dîtin. Dutar û Qoşme ji mohimtirîn saz û aletên mihelî li bakûra xorasanê ne. lê ez bêtirs û bêguman û bêperwa dikam bêjim ku li vê navbeyna da Qoşme xerîbtirîn û mezlûmtirîn û bê piştîvantirîn mûzîka Êranê ye. Li alîyê rojava Êranê û menteqa Êlam / Îlam va saza bi navî duzile tê naskirin. Zil yani qamîş / nêy, û duzile yani dunêy / duqamîş ku li hevdu nûsikandine / girêdane. Li zemana berê va saza bi navên coftan / coftî û nirmar-al-mosena jî dihatine nasîn. Hinek êranî dibêjin ku va saza / aleta yêkim car Farabî (şaîrê Faris) çêkirîye û paşê li nav miletên cûr bi cûr belav bûye û kamiltir û rindtir û hezkirî bûye!

Aleta qoşmê ji du qamîş / nêy bi dirêjîya li dor 20 santîmitir,an ku li kêleka hev (li cem hev, qoş yani muwazî/ rastênhev) danîne û bi hev girêdane (nûsikandîne) çêdibe. Li menteqa Kurdên xorasanê bi xisûs bilûrvan û qoşmevan yên hostakar û destbikar ku li kelan / gundan û li nav koçer û bînan in li şûna qamîşan ji hestîyên lingê têr / şahîn îstifade dikin. Ji alîyê mûzîkî da va saza oktavek kamil e yanku dikaye heft notên mûzîkî ên eslî lêxe.

Va saza ku bi xisûs (bi taybetî) sa merasim û kom / komcivîn ên dawet û dîlan û şadîyê ye, pirtir ji 70 ta 100 sal berê sazek bûye ku qaşmar û qereçî (mitrib)an li ceşn û merasim ên dawetan bi dirav lêdixistine ku bi zimanê xelkî adî carina bi wan ra mitrib jî  digotine. Bi vê hal û rewşa da bi rastî qodreta dengê dilnişîn û tewana ecîb û qoweta matmayî kirina vî sazî mihelî tiştek bêhempa ye, lê mixabin (efsûs ku, heyf ku, esefnak e ku) li rêya ji bîr kirinê û wendabûnê ye. Omîdwarim ku hunermendên kurmanc li xorasanê vî saza bi nirx bigirin û biparêzin û bi qowet bidomînin.

Qoşme: Elî Abçûrî , Def: Husên Bebî (Hunermendên Kurd ên xorasanê)

 علی آبچوری ، دف حسین ببی (کُردهای خراسان) قوشمه 

http://www.youtube.com/watch?v=fH3FdMCfjYE

http://www.youtube.com/watch?v=uzLJKGjd56g

http://www.youtube.com/watch?v=NkJBs9jLWiM

Qoşme (bi dengê Bexşî: Mozefer Hemîdî)

http://www.youtube.com/watch?v=tOcMi03_92k

Qoşme : Xan-mihemed ji şehrî Şîrwanê (bakûra Xorasanê)

http://www.youtube.com/watch?v=Fp94nypoeuE

http://www.youtube.com/watch?v=mekNbcBgVqw

Li vir hinek ji hengên cûr bi cûr û goşên (beyatîyên) destgehên mûzîka Kurdî ya bakûra Xorasanê bi hevdu ra temşe dikin.

Hengê Torxê (Kemançe: Welî Rehîmî, Bexşî (stiranbêj): Husên Ezîzî

 (قسمتی از موزیک)، کمانچه: ولی رحیمی، بخشی: حسین عزیزی. آهنگ تورغه

http://www.youtube.com/watch?v=ce9hjNJzCNQ

Hengê Torxê (Bexşî (stiranbêj): Berat Moqîmî

 (قسمتی از موزیک)، بخشی: برات مقیمی. آهنگ تورغه

http://www.youtube.com/watch?v=6zMkuoRjCdQ

Hengê giraylî (Lologer: Morad Hesenzade, Xwendeva: Mehbûbe Siadetmend, Dutar: Mohin Mîrzade. مقام گرایلی، مجریان: محسن میرزاده، محبوبه سعادتمند، مراد حسن زاده

http://www.youtube.com/watch?v=sk_oBF9POGI

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/0/sk_oBF9POGI

Hengê Heray û derdê xerîbîyê (Lologer: Emîrqolî Xedeng Alxasî)

 آهنگ هرای، فریاد از درد غریبی

http://www.youtube.com/watch?v=SY8Sm02o11U

هرای فریاد کوهستان است و گویای زندگی پرحادثه و پرسوز و گداز و آوارگی مردم کرد است.

Hengê Heray û şewata evînê (Bexşî: Nêmet Zembîlbaf و سوز و گداز)  آهنگ هرای (عشق  

http://www.youtube.com/watch?v=zQh5L21Inzk

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/3/zQh5L21Inzk

Hengê cudayî û xerîbîyê, çûme çîyan (Lologer: Morad Hesenzade)

http://www.youtube.com/watch?v=0MvDW3_WqYc

Hengê Lê yarê gulnarê (Lologer: Yelda Ebasî)

http://www.youtube.com/watch?v=RdO4vMzkfwQ

Erman erman yarê can (Lologer: Yelda Ebasî, Mohsin Mîrzade)

http://www.youtube.com/watch?v=b9I_MGahXW0

Hengê Herayî, rojekê ez ser hiltînim (Lologer: Morad Hesenzade)

http://www.youtube.com/watch?v=wQhvjxaiAhQ

Hengê evînî, min meterkîn bila nebim xemgîn (hunermend: Mohsin Biharî)

http://www.youtube.com/watch?v=pUjUP0HJGZc

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/0/pUjUP0HJGZc

Bi bang kirin û deng berdanê        همراه با فریاد

Tu gulek bi rewşî dayê can ax dayîk can, (Selman Teqdîsî, Kurdên xorasanê)

http://www.youtube.com/watch?v=WLSxlTI6xIQ

Hengê Lo: mal ji vira çûne (Lologer: Qasimî , dutarvan: Ferxwende)

http://www.youtube.com/watch?v=FpXgAgd_RfE

Hengê Lo: yarê min gulbûte ye (Bexşî: Mozefer Hemîdî, Saz: Qoşme)

http://www.youtube.com/watch?v=tOcMi03_92k

Hengê Lo: Derdê li me hezar hezar, erman (Bexşî: Mozefer Hemîdî)

http://www.youtube.com/watch?v=MFHceDIL6Bs

Hengê Lo: elêlê elêlê, mirim ji hûvehûvê çîyan (Lologer: Emîrqolî Xedeng Alxasî, dutar: Remezan Berderî)

http://www.youtube.com/watch?v=MHUrEH8_jv8

Hengê Lo : lêlê lêlê lêylî lêylî , Bexşî : Berat Moqîmî

http://www.youtube.com/watch?v=wdLoO3piD00

Êşq û evînî  عشق و ئوین

Hengê Evînî, Fatime can (Lologer: Yelda Ebasî)

http://www.youtube.com/watch?v=QyK3j6sVL3g

Hengê Lo, elilê lêlê delalê elilê lêlê hevalê (Lologer: Morad Hesenzade)

http://www.youtube.com/watch?v=br-YeyrKLvk

Hengê Evînî, Ferhad û Şîîrîn (Lologer: Mihemed Elî Qasimî, dutar: Artîn Ferxwende, …)

http://www.youtube.com/watch?v=Ro9kXxI3D8Y

Hengê Evînî, te dibînim dişewitim (Lologer: Kambîz Xoşnewaz, ji Kurdên xorasanê)

http://www.youtube.com/watch?v=ARTG_xX84Gc

Hengê Evînî , Şewitandim agirê dilberê (Bexşî/ stiranbêj: Nêmet Zembîlbaf)

http://www.youtube.com/watch?v=zADdX4jmAF8

Hengê evînî,  darê tûba li bejina te (Bexşî / stiranbêj:  Omîd Baxçixî)

 (درخت طوبی / درختی در بهشت که میوه های آن محبت زاست)

http://www.youtube.com/watch?v=3qF46_tXTSk

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/a/u/0/3qF46_tXTSk

Hengê evînî,  ferîba can (Bexşî / stiranbêj:  Omîd Baxçixî)

http://www.youtube.com/watch?v=r78VNkvceJ8

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/0/r78VNkvceJ8

Hengê evînî,  Tebîyet çiqes rind e (Bexşî / stiranbêj:  Omîd Baxçixî)

http://www.youtube.com/watch?v=pUmMmOF29aM

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/a/u/0/pUmMmOF29aM

Hengê evînî, Meryemê (Bexşî / stiranbêj:  Omîd Baxçixî)

http://www.youtube.com/watch?v=slwxBuBZjcw

http://www.youtube.com/user/Kavanlu?feature=mhee#p/u/1/slwxBuBZjcw

Hengê Lo, Hûrî û perî (Bexşî / stiranbêj:  Omîd Baxçixî)

http://www.youtube.com/watch?v=QpHipE1gY6Q

http://www.youtube.com/user/Kavanlu?feature=mhee#p/u/0/QpHipE1gY6Q

Evînî – Erman (Ermanc / Armanc / Arizû) bihar e (Bexşî: Omîd Baxçixî)  

 (آرمان یا آرزوی ایده آل)

http://www.youtube.com/watch?v=4JhQRt6QFZY

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/a/u/0/4JhQRt6QFZY

Hengê Lo, (Lologer: 1- Mohsin Bihar, 2- Recebelî Êranî).

http://www.youtube.com/watch?v=j5M55u-BPXc

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/3/j5M55u-BPXc

Hengê Herayî û derdê xerîbîyê , Kurmanj music (Northern khorasan)

http://www.youtube.com/watch?v=SY8Sm02o11U

Hengê Herayî, halê (ha lê / lê) dil xerabe îşev (Bexşî: Nêmet Zembîlbaf)

http://www.youtube.com/watch?v=zQh5L21Inzk

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/7/zQh5L21Inzk

 

Hengê Lorikê, lor dikim lorikê xwe (Stiranbêj: Husên Ezîzî)

http://www.youtube.com/watch?v=R0iWi5WoHfw

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/0/R0iWi5WoHfw

  “   Destgeha Lo      دستگاه لو    „

Hinek ji mûzîkên Kurdî ên Destgeha Lo li menteqên Kurdî

گوشه هایی از موسیقی کُردی “ دستگاه لو “  در مناطق مختلف کُردی

Mexama “ ela / la / lo mezar e “ ,  hengek e ku ji dûy xaret û koştar û hêsîr kirinê li ser mezar (qebir / gor / tirb)a azîzên xwe yên mirî dihatîye xwendin. Ela (la / lo) mezar e, va çi rozigar e?  Mixama ” du qerse ”, ji dû pirkujî û qir kirinan, mirîyên xwe li navbeynê kom dikirin û li dora cinazan (meytan) diçerxîn û zikir dikirin û va bû destpêka lîstina du qersê. Mixama ” Enarekî ” girêdayî bi wextên ku ji dû yêrîş û hicim kirina bêganan, û koştar û berhev / berif bûn û komkirina cinazan bûye, ku jin li dora cinazan kom dibûn û nar diavêtin (davêtin) û girî û zarî dikirin. Mexama “ Heray “ bangî û qîrîn li ser çîyan e û nîşana zîndegîya tijî îtifaq / rûydan û pir şewat û derbider bûna xelkî kurmanc e. Mixam û hengê ” Way way Reşîdxan “ ji dû mirina Reşîdxîn, sa şidet û tengasîya îtifaqa ji dest dana wî çê bû û bi destê bexşîyan (stiranbêjan) jî kêmzêde hate  domandin.

Li zimanê Kurdî, zarava yan lehcên Kurmancî û soranî kêmekê bi hev ra ferq dikine, (helbete ku va normal e û ji xwe dewlemendî û besît bûna zimanê pir rind û şîrîn ê Kurdî digihîne, Kurd li her derê û bi her lehcê ku sohbet dikin gerê (divê) loqet û kelemên menteqên xwe biparêzin û bidomînin ku bi xwe qismek ji gencîneya mezin ya ziman û çand û edeb a miletê Kurd e). Ferqa nav wan carina li hêla mûzîkê jî bêlû dibe, sa nimûne (wek mînak) em dikarin li hengî »  Lo «  îşare bikin ku yêk ji rindtirîn, esîltirîn û kevintirîn (kuhnetirîn) aheng û awaza Kurdî ye ku wech û rewşa cudayîya Kurmancî û soranî jî ye. Menîya wê va ye ku eger kesek bikaribe »  Lo «  îcra bike û bixwîne, ji Kurmancan (Kurdên xorasan, Warmeye, Kurdistana bakûr, Kurdistana rojava, Kurdên behdînan li başûr û yan ji Kurdên menteqa qerebaxê li qefqaz) e.

Li barey »  Lo «   yan »  La  / Ela«  ku li zimanê Farisî kêm-zêde menîya xizîn (zarok) dide û der heqîqet bange xelkê (mirov) kirin e. Li waqîyet da kelema »  Lolo / Lala / Lêlo / elêlo «  bi  mêran (mirov) û yan jî bi giştî bi xelkê ra tê gotin. Eger sa jinan ra bibe »   / Lêlê / elêlê «  dibên (tenê sa agahdarîya we : kesên ku li xwendina hengî Lo pir hosta û karbidest in pê ra Lologer dibêjin, Lologer bi giştî ti sazî nikarin lêxin lê pir rind heylo dikin, ji Lologerên qewî û bi navûdeng li bakûra zorasanê em dikarin rehmetî bano Gulçêhre / Bano Şîrwanî, û cenabê Emîrqolî Xedeng Alxasî û … nav bibin).

Lologer: Emîrqolî Xedeng Alxasîآهنگ لو ، امیرقلی خدنگ آلخاصی        

http://www.youtube.com/watch?v=SY8Sm02o11U

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/1/SY8Sm02o11U

Hengê Lo: lêlê lêlê bêdil zewicî, Lologer: Bano Gulçêhre Azîzî, Kurdên xorasanê.

 ، آهنگ لو (معروف به  بانو شیروانی) عزیزی بانو گلچهره

http://www.youtube.com/watch?v=NfAzaTEN9mg

Hengê Lo: Ela xanê ela canê, bi dengê Yelda Ebasî û Mohsin Mîrzade, Kurdên xorasnê,

 هنرمندان: یلدا عباسی – محسن میرزاده (ئلا خانِ  ئلا جانِ)

http://www.youtube.com/watch?v=mHaR7OHrjEc

Bi giştî şiîrên Kurdî pirtir bi şiklên hecayî (sîlabî / kîteyî) ne ku hêjmara sîlaban / kîteyan dikare ji heşt kîte heta şanzdeh kîteyan bibin. Stiranên evînî (aşiqane) pirtir li qalibên heşt kîteyî ne ku helbete hêjmara sîlaban dikare ji heşt heta şanzdehan bibe. Hengê «  Lo »   pirtir li qalibên yanzdeh heta şanzdeh kîteyî ye.

Kelema Lay der esil Lê ye (ku sa cinsa mê / keç û jin tê) hema li vir va keça hatîye hibijartin, bi gotinek din behsa keçekê ye ku dike bi lawikê hevalî xwe va bibin dergistîyê hevdu. Ji ber vîya kelema Lay yani: kesê alîyê din ya mê , hevta yê mê, hevala mê.

Hengê Lo: Lay layê layê, lay lay (Selman Teqdîsî, Kurdên xorasanê)

http://www.youtube.com/watch?v=lcfqYXtaxJA

Hengê Lo: Lay lay dibêjim hevalê hêstiran dirêjim – lay lay Sekîne.

http://www.youtube.com/watch?v=OJROW1aSqVw

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/a/u/0/OJROW1aSqVw

Hengê Lo: lay lay / lay layê lê.   

http://www.youtube.com/watch?v=j3hSx9FqpSU

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/a/u/0/j3hSx9FqpSU

Kelema Lar (Lar / Lara / Larî / Larê) yani keça ku ji alîyê ruhî û rewanî û fikira xwe va sa zewac û jîyana malbatî ra amade ye, û dixweze ku bizewice, bi gotinek din keça ber bext ku gihiştîye (ji alîyê civakî – bîologî va)  û bêyî komek û alîkarîya dêya (dîya) xwe dikare bermalî û xizandarîyê (zarokdarîyê) bike.

Hengê Lo: Larî  larî lay layê lê (Stiranbêj: Omîd Baxçixî, Kurdê Xorasanê).

http://www.youtube.com/watch?v=j3hSx9FqpSU

Hengê Lo: Lay layê laylay

http://www.youtube.com/watch?v=lcfqYXtaxJA

Hengê Lo: Lê lê lê rindikê (koma zerdeştê kal, Kurdên rojava / sûrîyê).

http://www.youtube.com/watch?v=hJ5noPdacLI

Hengê Lo (Hosên Ezîzî, Kurdên xorasanê).    آهنگ لو  

http://www.youtube.com/watch?v=cF0xhjndTEw

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/2/cF0xhjndTEw

Hengê Lo (Elê Gulê bihar e), Bexşî: Omîd Baxçixî, ji Kurdên xorasanê.

http://www.youtube.com/watch?v=tSjzOJ9Jj3I

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/0/tSjzOJ9Jj3I

Hengê Lo (lê herin bibên bi yarê ra lê carê rabe were vira), Bexşî / stiranbêj Omîd Baxçixî.

http://www.youtube.com/watch?v=9Hpjgyj3EqM

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/a/u/0/9Hpjgyj3EqM

Hengê Lo (elêlê  lêlê  hevalê), Bexşî / stiranbêj Omîd Baxçixî.

http://www.youtube.com/watch?v=oMFqjKRFatk

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/0/oMFqjKRFatk

Ela Mezar e (Ela/ la/ lo Mezar e)   ئه لا  مه زار 

http://www.youtube.com/watch?v=O4R-2T_xBpc

http://www.youtube.com/watch?v=-5ji8IoXGCE

http://www.youtube.com/watch?v=yddc8zKMSmk

Lê yarê gulnarê (Yelda Ebasî û Mohsin Mîrzadeh, Kurdên Xorasanê)     

آهنگ لو (یلدا عباسی – محسن میرزاده) 

http://www.youtube.com/watch?v=0h9DjIFjUUM

Lê yarê lê yare , qosan canê min xwarîye (Kurdên Xorasanê)

http://www.youtube.com/watch?v=YnE9p_QsnA0

Lê yarê gulnarê (Yusuf Roman)      آهنگ لو (یوسف رامان)   

http://www.youtube.com/watch?v=C_egNuZRHjM

Hengê Lo , Bexşî: Husên Ezîzî (Kurdên xorasanê)

http://www.youtube.com/watch?v=cF0xhjndTEw

Hengê Lo, Lologer: Bano Gulçehre Ezîzî  (Kurdên Xorasanê)

 عزیزی (معروف به بانو شیروانی) بانو گلچهره

http://www.youtube.com/watch?v=NfAzaTEN9mg

 

آهنگ لو، منطقه دوهوک    Lêlê Lolo ( Hengê lo ya Menteq dihokê, Kurdistana başûr)

http://www.youtube.com/watch?v=jOKUv3eSOPghttp://www.youtube.com/watch?v=yv9Lqnse6HE

 

آهنگ لو، کُردستان باکور   Lêlê (Hengê lo ya Kurdistana Bakur)

http://www.youtube.com/watch?v=Ay8z-Rho1I0

http://www.youtube.com/watch?v=9WYhb6NJ5wU

Loy loy dilo

http://www.youtube.com/watch?v=E45m_KdjqBc

Lêlê dayê

http://www.youtube.com/watch?v=b90FPWh3Pmg

http://www.youtube.com/watch?v=k44QRZaw74w

Hawar lê hawar lê,  kirasê te meles e

http://www.youtube.com/watch?v=Z6q4DLnwh7A

Ay lê gulê

http://www.youtube.com/watch?v=37STq-ney5U

Aylê (lê) gulê gula minê, şêrîna li ber dilê minê برای تأکید و تأثیر فراوان در جلوی یک اسم می آید.     ayکلمهء

http://www.youtube.com/watch?v=kvTzng1lnvY

Way lêlê way lêlê , xiftan lê

خفتان (شنل ، روپوش رنگی یا چوخای سبک و بلند زنانه، چوخا بیشتر از پنبه یا پشم و یا ابریشم درست می شود)

http://www.youtube.com/watch?v=Iw6ZyMRApK8

Yar yar gulê, lêlê gulê

http://www.youtube.com/watch?v=z5pXizTdZFQ

Lê gulê çima çima , Lo memo mebêj çima

http://www.youtube.com/watch?v=DXwSdeuvzT4

Lêlê bêmal

http://www.youtube.com/watch?v=kn20PulIAFc

http://www.youtube.com/watch?v=x-8paB1J8pA

Lolo lolo zava

http://www.youtube.com/watch?v=17mUUvrPb7M

Lêlê gulê

http://www.youtube.com/watch?v=Ga3k1egHQ90

Were Lêlê , birîna dilê pir kûr e

http://www.youtube.com/watch?v=YZ_ZNgmQEF0

Lolo Bavo , Lolo Mîro

http://www.youtube.com/watch?v=nbhYPjRm0q0

Lolo Mîro heylolo mîro 

http://www.youtube.com/watch?v=GP1_q6ldQiE

Lolo lolo misto (Mistefa)      آهای مصطفی ، مصطفی کوچولو

http://www.youtube.com/watch?v=gxQ-xexea2A

Lêlê dînê , garden sîsê por bi mircan

http://www.youtube.com/watch?v=dqedBmq-r5U

Lêlê kirîvê

(bi kardê va / kêrê va > kirîvê , آهای خانم کریو (کریو دوست سببی است، کلمهء کُردی کریو یعنی دوست به سبب کارد ختنه

http://www.youtube.com/watch?v=hEkrhc1xzp0

Lo lo dilo

http://www.youtube.com/watch?v=Vz5x_LH-sOA

http://www.youtube.com/watch?v=YpOEXmnRDQY

Hengê Lo  — > Cizîr e û cizîr e wer lêlê lê, wer lay lay

http://www.youtube.com/watch?v=vWhtq5u9Ac4

http://www.youtube.com/watch?v=gT3EeiizrYo

Lo bavo Lo bavoآهای بابا جان     

http://www.youtube.com/watch?v=js2Mzim3rsY

lê çavreşa min آهای خانم چشم زاغ من   

http://www.youtube.com/watch?v=QV_LT-TnGzE

lêlê wayê eyşanêخانم خانما  وای عایشه جان      

http://www.youtube.com/watch?v=0JFJFgxgx1A

Lê wayê lêlê wayê

http://www.youtube.com/watch?v=rS-G48d9PYg

lo şivanoآهای آقا چوپان     

http://www.youtube.com/watch?v=Y7b5vPVWNKI

lo pismamoآهای پسر عموجان    

http://www.youtube.com/watch?v=k6BtdCsHZ1E

Gidî lo lo (Gicî gicî lo lo)آهای آهای آقا کوچولوی بی وفا     

http://www.youtube.com/watch?v=9WYhb6NJ5wU

dilo melûlo lo dilo …  way lo li min  آهای دل ملول من  …  وای بر من آهای مردم

http://www.youtube.com/watch?v=ti3c3nb-qw0

Ax lê dayê can , ax lo bavo can

http://www.youtube.com/watch?v=gflBLPUGxhE

Lo berde lo berde, lawiko destê min berde (Gulistan Perwer

http://www.youtube.com/watch?v=fAwhJnscVl0

lêlê kirîvê (Şivan perwer

http://www.youtube.com/watch?v=aZzmdEtCZLo

lêylê lêylê leylanê em Kurd in … lêlê lêlê seyran e (Şehrîban Kurdî

http://www.youtube.com/watch?v=_tHN6KM_Qmg

“      Mûzîka Folklorîk   / مقامی موسیقی فولکلوریک 

Mûzîka folklorîk ku der esil bi çanda mihelî ya xelkê hatîye girêdan, mûzîkek e ku li barey xelkî her menteqê û îtifaq û bûyerên ku hatine serî wan, û yan jî mûzîkek e ku pirtir li ser çanda piranîya xelkê û bawerîyên wan e. Bi gotinek din ew mûzîka mihelî ye ku li barey bûyerên heqîqî ên evînî (mîna: xecê lor e, milwarî, mem û zîn, perî can, û …) û civakî û tarîxî û hwd bi rêya mûzîk û kilaman têye gotin. Yêk ji hunermendên mûzîka folkloric li menteqa kurmanj a bakûra xorasanê Cenabê Husên Ezîzî ye, ku kilamên mîna: Serdar Cecoxan, Serdar Yêwezxan, Xanê kelmîşî, û … xandine. Helbete hin ji hunermend û bexşîyên din jî li vê hêla folklorîk da mişqûl in. Li vir hinek ji heng û kilam û meqamên filklorîk ên Kurdî ku li menteqên cûr bi cûr îcra dibin bi hevdu ra guh bidin û temaşe bikin.

Omîdwarim ku xebatên li hêla mûzîka filklorîk li menteqa Kurdên bakûra xorasnê jî her zêdetir û bi hêztir bibin.

Malan danî bîne bîne

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/a/u/0/lcfqYXtaxJA

http://www.youtube.com/watch?v=WvwNU4ScivY

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/10/3ShUFF7VfTE

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/9/FpXgAgd_RfE

http://www.youtube.com/watch?v=0MvDW3_WqYc&feature=related

Malan barkir koç bi rê ket

http://www.youtube.com/watch?v=6ubqp2n9ZCA&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=pOSaU9lxq4M&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=5KaTlELBFmI&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=sRUW4CDN9Dc&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=GFbg7aQcL7Y&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=ET1e4OORD4s&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=NQ7lb1JTd0E&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=C2THV9vbLR0&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=KZP0nTBxN1Q&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=dRh1XI4s-IQ&feature=related

 

Malan bar kir ,  lêlê lêlê way way

 

http://www.youtube.com/watch?v=2-yDNikPWho&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=gQpnvwhrdhw

http://www.youtube.com/watch?v=eIQ43iI7-QM&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=AjkfgEyZmK0&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=rQkKAlX8ZYo&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=19yW9dWbvJs&feature=related

Stirana folklorîk a zembîlfiroş li bakûra Kurdistanê

ترانهء فولکلوریک زنبیل فروش در باکور کُردستان 

http://www.youtube.com/watch?v=D4xBjQbOro4

http://www.youtube.com/watch?v=0LJiQuy0lHg

http://www.youtube.com/watch?v=Y_jWhJGPtGs&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=o-h0ejWWiKc&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=QgvgzptP9aA&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=sMUK4kZNZDw&feature=related

http://www.youtube.com/watch?v=ckpgM85FIv4&feature=fvwrel

http://www.youtube.com/watch?v=3lb-WdIDR08

http://www.youtube.com/watch?v=RZdgGAKqX2E&playnext=1&list=PLE4C7DF7887B9A50F

http://www.youtube.com/watch?v=pyP9sBSy-Rk&feature=related

Hengê wargeha dil ,Mûzîka folklorîk ya Kurdên Lor li Kurdistana rojhelat.

موزیک فولکلوریک کُردهای لور در شرق کُردستان (آهنگ: خانهء دل)

http://www.youtube.com/watch?v=uOe4GrhfQNE&feature=related

Hengê Xecê lor e (Lologer: Mihemed Alî Qasimî, ji Kurdên xorasanê). Va henga aware kirina Kurdan û êş û cewrên ku li rêya koçerîyê hatine serê wan, dibêje.

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/u/0/QbkwObhBa4E

Hengê Xanê Kelmîşî (Serdar Gul-Mihemed Xan ê ji Êla Topikanlo / Xanê Kelmîşî) ku bi fêlbazîya hikûmeta M. Reza Şah li sala 1948,an a zayînî li menteqa serwelayetê (ya Kurdên bakûra xorasanê) hat koştin.

http://www.youtube.com/user/Kavanlu#p/a/u/0/gnRDM3Dqb9o

About The Author