TAX Û KOLANA ELÎ PAŞA

Tax  û kolana Elî Paşa taxek mezin e, piranîya avahîyên wê bi apartmanên şeştebeq, luks û modern in. Kolana Elî Paşa bi qasî du kîlo metran dirêj e. Di wê taxê de bi hizaran apartiman hene. Tevahîya wan jî  ji alîyê koparatîfan ve hatine avakirin.

Berî çend rojan ji bo seradana mirovek xwe, ez çûm wê taxê, lê xwezî ez neçûbama û min ew rewşa xirab nedîba!.

Di wê taxê û wê kolana du kîlometre dirêj de avahîyek ku xisar nedîtibe tune, hinek jê bûne wêran û kavil, hinek dîwarên wan ji derva û hindur de herifî ne. Ez ketim nava hundurê du avahîyan, lê xwezî ez ne ketibama! Dîwarên hindur hemî hilweşîya bûn ser mobîlyayên xênî, tiştek ku karibe jê bê filitandin nemabû. Di sîteyekê de bi tenê du malên ku li ber derîyê sîtê dixebitîn û ji dergevan pêve çi kes tunebû. Yên din tev yan çûbûn bajarên din, yan jî çûbûn xîbetê bajaran/çadirkent ku ew jî gelek li dûrî avahîyan bûn.

Dema çavên min li wê rewşê ket, sotinîyek ket dilê min, bê hemdî xwe min axîn û nalînek kişand. Li wêderê min zanî erdhejê çi kiriye û çi anîye serê xelkê. Ka carekê ji xwera xiyal bikin, taxek mezin, modern û luks ku tevde biherife, bibe kavil û wêran û mirov tê de nemabin. Û bi serde zivistana Serhedê ya bi nav û deng li ser xelkê de bê. Xanî û tiştên mirov di hindur de li ber çavên mirov bin, mirov ji sir û seqamê bikurfe û nikaribe bikeve hindur, ji xwe re betanîyekê derxe û xwe ji seqamê biparêze.

Di rewşek weha de wê çawa dilê mirov nesoje, kezeba mirov neperite û axînan nekêşe! Bi serde jî kesên di wan apartimanan de diman piranîya wan erd, xanî û parên teqawitbûna xwe dabûn wê daîrêyê û bi teqsîdan kirîbûn. Hêjta piranîya wan teqsîdên xwe bi temamî ne razandibûn. Dema mirov bi wan re dibeyive û rewşa wan dipirse, ji devê wan sed axîn û kovan derdikevin û bi kelegirî bersiva mirov didin. Hinek kes pisikolojîya wan xira bûye, yan dengê xwe nakin, yan jî bi dengê bilind û bi gotinên tevlihev dipeyivin. Lê ya baş ew e ku ji halê xwe şikirdar in û hêvî û ûmîda xwe winda nekirîne. Ji bo jîyanek nû berhevîya/amadehî /hazirî/ xwe dikin.

Vê gavê rewşa Taxê Elî Paşa wisa ye, xwedê li gel wan û alîkarê wan bit, xwedê sebrê bide wan.

RÊBER MISTO

Berî çend rojan ji bo ez bi xwîşk, bra, pismam, xwarzê û brazîyan sersalê pîroz bikim, ji Wanê derbasî Culemêrgê bûm. 28 ê mehê  bûyera qetlîama Qulaban ji alîyê artêşa dewleta Tirkên xwînxwar ve pêk hat. Ji bo wê jî li Culemêrgê di 30.12 2011 an de dikan hatin girtin û ji bo wan 35 kesan şîn hat lidarxistin.

Xelkê bajêr derketin kolanan û ev karesat rûreş kirin. Piştî belavbûna xelkê, polîs ketin nava kolanan û bû girgira tirinbêlan û teqîna bombên gazên bi bîber. Bi teqînê Mistoyê brazîyê min ê yanzdeh salî, hema lîmona xwe girt û derket eywanê. Ez jî li pê wî derketim û çûm rex wî sekinîm. Heke mirov tiştan nejî nizane çawaye. Devera bombe lê diteqandin 700-1000 mitroyan ji me dûr bû.

Misto got:

-Mamo, biner ev aqreb /dûpişk e. Ewa hanê ûçken/sêkunc e, bombên gazê tavêje, fotografan dikêşe. Ewa han Toma ye, avê tavêje û panzer e. Ev Ejder e /panzera reş e, fîşekên pilastîk tavêje.

Bû riqên û dîsa got:

-Biner ev bombên gazê ne, „dengek din hat“, ev  fîşeka hewayî bû. „Dengek din hat“, ha ev ji bomba deng bû. Biner mamo ew aqreba sipî ya li cem mizgeftê sekinî, newêrît jêlel/berjor  evrazîye, wê zaro wan perîşan bikin“ û ditefsiland.

 Welhasil, Misto wê rojê bûbû  rêberê min, kîjan cûreyê  navgînên şer û  hatina deng navê wan ji min re digot. Ne tenê rêberê min Misto, hemî zarowên Culemêrgê hemû cûreyên bomban, çekan û navgînên şer nas dikin.

Bombe piranî di ser rêya dorhêlê/çewrê dihatin avêtin. Me jî li ser eywanê lê dinerî di nava sûk û taxê de çi kes tunebû, lê wan bêbavan hema ji bo tirsandin, provoqasyon û terorê bi şeş navgînên şer seet 11 –  16 bê sekin bonbên gazê direşandin.

Seet di 16,30 de ez derketim eywanê. Tevahîya Culemêrgê ji ber wan bombên gazê bibû mij û dûman. Du xort ji bo nankirînê diçûn firnê, dema di ber derîyê avahîya me re derbazbûn, ji ber bandora gazê bêhiş ketin. Brayê min ew dîtin û birin cihê kalorîferê çavên wan bi ava sar şûçtin û şandin. Lê min nikarîbû zêde bisekinim, bêvla min û çavên min şewitîn û ez hema ketim hindur.

Li ser wê bûyerê, herkesek li gor xwe şiroveyekê dike. Li gor min, ev  ji bo ku alîkarê Erdoxan Bulent Arinc berî niha gotibû „Ziman, xwendegah û hwd mafê Kurdan e û emê wan mafên wan bidin wan“ misîlemeyek bi zanatî ji alîyê Ergenekon û celebên din ve  hatiye plankirin. Û bi zanatî ew kes hatine şandin û bi zanatî hatine qetilkirin da ku hikûmet bikeve tengahîyê û ew sozên dayî bi cih neyên. Lê kê kiribe û kê plan kiribe bila bike, ev karesat e, qetlîam e, bê wijdanî û xwînheramî ye. Bi vê wesîlê dibêjim xwedê gunehên mirîyan ef û aza bike û bi ceneta xwe şake.

Xwedê sebrê bide lêzimên wan û bila serê netewê Kurd sax be.  

 Wan

About The Author