Partîyek din li Kurdan zêde bû, kilîlîlîlîlîlî!

Heke ne ji xalê me Şukrî Gulmuş û malpera wî www.sercavan.com ê bûya, bawer bikin em pê nedihisiyan. Lê xwedê û pêxember ji xalê me Şukrî razî be, bi xêra wî em pê hisiyan ku partîyek din li Kurdan zêde bûye û navê wê partîya qerase jî „Partîya Qûntazîyên Kurdistanê“ ye.

Belê, li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin wê PQK bi qûnên tazî şoreşek ji şoreşa Lenîn û Mao Zeytûn mezintir li dar xin û di demek pir nêzîk de „Kurdistana Rût û Tazî“ êlan bikin.

De li ser xêrê be rebbî..

Heta niha Kurdan bi doxîn, şerwal û derpîyan tiştek bi ser nexist. Hêvîya me maye „Qûntazîyên Kurdistanê„. Heke tiştek ji qûna qûntazîyên me jî nehat, bi ellawekîl heta bi roja qiyametê jî Kurdistan azad nabe û hûn sax…

Amed

http://www.sercavan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1411

About The Author