Wê Erşed Zaxoyê bi 7.5 derece bihejîne

Hunermend û lotikvan Erşed Zaxoyî stranek nû çêkiriye, xwedêgiravî wê di demek nêzîk de wê strana xwe biweşîne û bi xelkê Zaxoyê ve par veke.

Li gora sîxurên me yên di nava rojnameya War de dibêjin, lotikvan Erşed bi şeş telaqên jinberdanê sûnd dixwe û dibêje ku “ezê bi vê strana xwe Zaxoyê bihejînim” û daye lotikan.

Belê gelî xwendevanan, xuyaye erdheja bajarê Wan ê berê xwe daye Zaxoka rengîn. Li bajarê Wan ê bi hezaran Kurd mirin û bi hezaran jî şerpeze bûn. Lê ez nizanim wê erdhej û hejandina hunermend Erşed Zaxoyî çend Kurdên Zaxoyê bikuje û şerpeze bike.

Li gora jinik û minik li ser tenûran dibêjin, wê himmet û qiweta hejandina Erşed zêdeyî 7.5 dereceyan be û ji himmeta hejandina wî wê bajarê Zaxo serûbinê hev bibe.

Werhasilî kelam, min bi xwe ji niha ve buxçika xwe li kerê kiriye û berî erdhej û hejandina bajarê Zaxoyê ezê birevim û terk û dinya bibim.

Îcar tembîya min li Zaxoyîyan be. Wa hunermend Erşed dibêje “ezê Zaxoyê bihejînim” qurban. Hûn bi ya min dikin berî ku Erşed Zaxoyê bihejîne û qiyametê rake, birevin, bi çol û çiyan bikevin, can û malê xwe xilas bikin heyran.

Ji min gotin…

Piştre nebêjin haya me ji erdheja Erşed Zaxoyî tunebû haaaaaa….

Zaxo

About The Author