Mêrê bi 100 mêrî, Îsmaîl Beşîkçî

Mêrê bi sed mêrî, rebbê zilaman, dost û canfedayê doza Kurd û Kurdistanê Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî, temamê jiyana xwe di ber doza Kurdî de feda û heba kir û hîna jî dike, ji dîtin û gotinên xwe misqalekê jî nehatiye xwarê. Beşîkçî ji milyon Kurdên tirsonek, xwefiroş û sextekar zêdetir Kurd û Kurdistan parazt û hîna jî diparêze. Çav berneda pare û malê dinyayê, bîr û bawerîya xwe bi pareyan nefirot, gotina Kurdistanê di mejîyê dewleta Tirk de çikand. Serxwebûna Kurdistanê her û her xewn û xeyala wî bûye û wek hinek serokên Kurdan xwe li ber rayedar û dezgehên dewletê piçûk nekir, serî dananî û tifa xwe nealast.

Axir, mesela me li ser pare, malê dinyayê, Kurdistan û helwesta Îsmaîl Beşîkçî bû.

Li ser bextê  Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz be, Gurbuz eşkere kir ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî salek berê Beşîkçî vexwendiye Kurdistanê, lê Beşîkçî gotiye heta Kurdistan serxwebûna xwe îlan neke, yan jî yekîtiya Kurdan ava nebe, ew ê neyê Başûrê Kurdistanê. Ango; serxwebûna Kurdistanê heta bi îro jî xewn û xeyala Beşîkçî ye û dixwaze berî mirinekê başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe êlan bike.

Rebbê zilaman Îsmaîl Beşîkçî, helwestek li dijî Ewrûpayê jî girtiye û tawîz nedaye wan. Li gora Beşîkçî, Ewrûpa û Amerîkayê Kurdistan kirine çar parçe û bi qedera Kurdan lîztine, derd û elemên ku Kurd dikşînin encama Lozanê ye û ev jî berhema welatên Ewrûpayê ye. Ji ber vê, Beşîkçî vexwendina Ewrûpîyan qebûl nake û naçe welatê wan, doxînê ji wan dişemitîne.

Ez serê we neêşînim, Beşîkçî di warê pare û malê dinyayê de jî xwedîyê helwestek mirovatî ye. Li gora tê gotin, ji bo Beşîkçî ji welatên Ewrûpayê 2 milyon Euro hatine şandin lê Beşîkçî ev pare qebûl nekiriye, nexistiye bêrîka xwe û ji Ewrûpîyan xwestiye ku tenê mafên Kurdan nas bikin û Kurdistanê radestî Kurdan bikin.

Îcar hûn helwesta gunikreş û rebbê zilaman dibînin ne?

Gelo 2 milyon Euro bişandina ji hinek Kurdên me re, wê Kurdistan jî nefirotibana? Bi şeş telaqan wê derpîyên jinên xwe jî li ser bikirana lo, wî! 2 milyon Euro kuro!
Werhasilî kelam, aha mêr û zilam wek Îsmaîl Beşîkçî ne babam. Bi dîn û îman, bi serê Îsa û Mûsa kim, heke 10 serokên qerase wek Îsmaîl Beşîkçî di nav Kurdan de hebûna, niha ji zûde Kurdistan azad bûbûûûûû..

Lê kaaaaaaaaa!?

Stenbol

About The Author