DIZÊN BAJARÊ WANÊ

Piştî erdheja Herdîş û Wanê û hilweşîna avahîyan, piranîya helkê yan koçberî bajarên din, an jî çûn “Xîbetên bajaran”. Di hinek sîteyan de çi kes neman û dergevan jî çûn. Yên ne li sîteyan de jî hinan xanîyên xwe terikandin, di hinek kolanan de 2-3 kes mane, ew jî ji ber kar û dikanên xwe bi roj diçin kar û bi şev jî 2-3 kes bi hevre di xîbetekê de dimînin.

 Ev rewş ji bo diz, xîz û talankeran bûye firsend. Ji bo dizîyê ji bajarên derva yên wek  Dîyarbekir, Mêrdîn, Elezîz, Adana, Samsûn,  Mêrsîn û hwd. tên dizîyê. Hinek kes bi tiran û bi pêlankên agirkujîyê tên dikevin apartimanan û sarinc, qesîner, makînên cilan û firaxşûştinê, mase û mobîlyên buha  jê derdixin û dibin. Hinek bi dedektoran dikevin malan zêr û zînetan dibin. Berî niha bi çend rojan camêrek tê serdana mala xwe ya çartebeq, lê dinere vaye çend kesan pêlang danîne û mala wî vala dikin.

Xwedîyê xênî ji wan dipirse: Hûn çi dikin?

Ew jî dibên: Xwedîyê malê mala xwe bar dike, em jî karkerên wî ne.

Camêr ji tirsan qet dengê xwe nake,  ji wir dûr dikeve û têlefonê ji bo polîsan vedike û dibê: “Hinek hatine mala min vala dikin”.

Polîs tên diz digirin. Diz bi tira xwe ve ji bajarê Samsonê hatiye û li xwe mikur hat ku heta niha 36  mal şelandine.  Her şev û roj bi kêmanî  bîst mal tên şelandin. Polîs pê nawestin, dema hinek dizan digirin û teslîmî polîsan dikin,  polîs dibêjin: “Gazî me nekin, lêdin, bikujin û bavêjin, kes dawayê li we nake û we tawanbar nake.”

Li bajarê Wanê ji ber dizan teqandina çekan serbest kirine, heta serê spêdê kes nikare ji ber teqandina dermançan û dulûleyan razê. Hema hema li ba her kesê ku di xîbetên nava kolanan de dimînin û li ba nobedarên sîteyan, dermançe hene. Di xîbeta ber derîyê xanîyê min de sê kes dimînin û du dermançên çardexwer yên patpatok bi wan re hene. Hema kî bi şev rabe mîza xwe bike ji bo tirsandina dizan carcorek peqpeqokan vala dike.

Taqtîqa taxa xaçokê /yenî mehele.

Li taxa xaçokê diz dikevin mala yekî. Xwedîyê malê û cîran diz  digirin û tiştekî nabêjinê, hema benekî tînin diz di binê – 10 pîle bi dîreka elektirîkê ve girê didin û diçin dikevin xîbetên xwe û çaya xwe vedixwin.  Pîştî 3-4 seetan tên serdana girtîyê xwe dikin, çi bibînin! Hema ruh tê de maye. Dilê wan bi diz dişewite, wî  berdidin û jê re dibêjin: “ Me di te kiroooo,  dê here  niha dizîyê bike ha!”

Wê agahdarîyên  bajarê Wan ê bidomin..

Wan

About The Author