Em jî radyoyekê dixwazin kek Nêçîr!

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêrê be, dibêjin endamê parlamentoya Kurdistanê ya lîsteya serbixwe ya Tirkmenan Şêrdil Tehsîn, bi sê telaqên bêfitû sûnd xwariye û gotiye „Di dema serdana me de Nêçîrvan Barzanî soz daye me ku di zûtirîn wext de kanalek televizyonê ya asîmanî ji me Tirkmenan re veke“ û kêfa xwe anîye.

Ê welle bavo soz û lotikek baş û pîroz e. Ma bila rebenê Tirkmenan bê kanalên asîmanî bimînin kaka? Ma xelk can in Tirkmen bacan in? Wey li ser xêrê be rebbî û xwedê kek Nêçîrvan ji ser serê Tirkmenan kêm neke. Belkî hema bi xêra kesên wek kek Nêçîrvan hinek Tirkmenên qûnreş ji dewleta Tirko dûr bikevin û nebin kurtanên wan.

Axir, dibêjin niha kêfa Tirkmenan li cî ye û bi çar çavan li benda kanala xwe ya asîmanî ne.

Lê qîma me lotikvanan jî nayê ha kek Nêçîr!

Ma em Lotikxanecî ji Eyşika Ereb in kaka!

Em rebenên xwedê ne televizyona me heye, ne radyoya me heye û ne jî rojnameyek me heye. Qe nebe soza radyo yan rojnameyekê bide me evdalên xwedê jî canekem, ma Tirkmen ji me çêtirin kaka!

Werhasilî kelam, Tirkmen dibin xwedîyê televizyonek asîmanî. Aqûbet li serê me rebenên xwedê be û hûn sax…

Duhok

About The Author