Kengî cîgerim?

Serokwezîrê Tirkiyê cîgerim Kasimpaşalî Receb, di civîna partîya xwe de dîsa behsa çareserkirina pirsa Kurd kir û got „Bê lam û cîm, emê vê quzilqurta pirsa Kurd çareser bikin, lê bazirganên çek û sîlehan, PKK a taşeron filan û fîstan rê li ber me digrin, nahêlin em pirsgirêkê çareser bikin babam“ û serê hefsêr berda.

Yaw cîgerim, îşê me ji bazirgan û mazirganên şer tune, êdî sebra me nema wî. Law berî mirinekê vê quzilqurta pirsa Kurd çareser bike, xwe jî û mejî ji vê çiravê azad bike babam, halla hallaaaa! PKK û MKK, taşeron û nizanim çi jehr û ziqûm, law hele ka berê di makzagonê de Kurdan, nasname û zimanê wan nas bikin bavo, piştre hûn karin lotikekê li bazirganan xin bavê min, ma hema çareserkirina pirsa Kurd ketiye xurcika bazirgan û taşeronan, wey!

Na na cîgerim, gunehê me di stuyê te û 101 bavê te de be. Heke berî mirinekê tu mesela Kurd çareser nekî, bi dîn û îman, emê li axretê destê xwe têxin qirika te û wê qerewata te di stuyê te de babidin û hew, êdî bes e lan!

Enqere

About The Author