Lotikxane bi xwe amadeye kek Mesrûr!

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêr û silêmanîyê be, dibêjin serokê dezgeha Parastinê kek Mesrûr Barzanî gotiye ku „Ez alîgirê serxwebûna Kurdistanê me, lê divê berê gelê Kurd ji serxwebûnê re amade be“ û kêfa me anîye.

Welle û bille, bi sê telaqên jinberdanê, gelê Kurd nizanim lê Partî Demokratî Lotikxane û em lotikxanecî ji zû de ji serxwebûnê re amadene kek Mesrûr. Hema kîjan roja ku we pêl bişkoka kesk kir û we go „Ya allah û ya xwedê„, emê ala serxwebûnê di Lotikxanê de bilind bikin. Di vî warî de bila qet şik û gumana we çênebe canekem…

De xwezî bi wê roja ku gelê Kurd amade be û dengê def û zirna serxwebûnê di ezmanê heftan re derkeve der û hûn sax…

Duhok

About The Author