Şivan ê wî ye, lê zimanê Şivan ne medenî ye

Belê, Cîhgirê Serokwezîr Bulent Arinç, di civîna bîranîna şaîr M. Akîf Ersoy (zirtoyê ku marşa netewî ya Tirkiyê nivîsandiye) de çend lotik avêtin û axavtinek qerase kir.

Cîgerim Arinç, di axavtina xwe de behsa şaîran kir û got: „Bi ellawekîl, bi serê Elî û Welî kim, M. Akîf Ersoy jî yê me ye, Nazim Hîkmet jî yê me ye û Şivan Perwer jî yê me ye. Em tev endamên malekê ne“ filan û fîstan.

Erê lo, Şivan Perwer jî yê Tirka ye û ji xwe re dikin mal. Lê heman Bulent bey kare bêje ku „Zimanê Kurdî ne zimanê medenîyetê ye“ û heqaretê jî li zimanê Şivan Perwer û zimanê Kurdan bike. Balkêş e, ew gotina ku cîgerim Arinç dibêje „MEDENÎYET“ bi xwe jî ne bi Tirkî ye, bi Erebî ye. Xuyaye haya Bulent bey ji çeqilmastbûna zimanê Tirkî tuneye.

Axir, siyaset wek quzê xaltîka Nico çelqo belqo ye. 

Xaltîka Nico rojekê ji mele re dibê:

– Xalê mele, li gor te quzê min li pêş e,  yan li paş e?

Ê mele zane ku li pêş e:

-Ma kî nizane, wele quzê te li pêş e.

Xaltîka Nico ji paşde derpî dadixe û quzê xwe pêş mele dike:

-Te tê dernexist xalê mele, biner li paş e.

-Ka dîsa tê derxe, quzê min li pêş e yan li paş e xalê mele?

-Ma ne min bi çavê xwe dît, bi sê telaqên bê fitû îcar li paş e.

Xaltîka Nico îcar ji pêş de dawa xwe hildide û quzê xwe pêş mele dike:

-Dîsa te tê dernexist xalê mele, biner li pêş e.

Xalê mele jê re dibê:

-Ê yadê quzê te wek mirêka erd û ezmên e, geh li pêş e, geh li paş e, geh li jêr e, geh li jor e, quzê te çelqo belqo ye bavo…

Îcar siyaset jî wek mesela quzê xaltîka Nico ye ellawekîl. Rojekê xweş e, roja din reş e. Rojekê rastî tê de heye, roja din înkar û derew wesselam…

About The Author