XALO EM KETINE BER BEXTÊ TE !

Tucarek Kurd li navçeyek bajarê Antalyayê karê xalîçe û caciman dike, navê wî Nûredîn e. Hîna nû dest bi vî karî kiribû, ji ber wê malbat neanîbû, bi serê xwe tenê di dikanê (firoşgeh) de dima.

 Demekê di dikanê de radiza. Li wir cîranên wî yên  bêşekar (esnaf)  pir jê hez dikirin û rêzgirtî bûn.

       Kurdê me bi şev derê firoşgeha xwe girt û palda ku razê, saet 3’ê  nîvê şevê bû. Teqîn li derî ket, yekî got “ Xalo derî veke ez Omer, karekî min ket alîyê te  em biaxivin “.

 Nûredîn derî vekir, got “ Omer xêre vê şevê çi qewimî ?

Omer got “ Xalo hela were derve, Necatî jî  di tirimpêlê (otomobil) de ye, dixwaze bi te re biaxive “.

 Nûredîn derket derve û çi bibîne; du keçik û jineke gerok(tûrîst) yên Îngilîz  bi Necatî re li benda wî ne. Merhebatî da wan, hev nas kirin.

 Necatî û Omer bi hev re lavayê Nûredîn kirin: “ Xalo wele me dilê van keçikan kir, lê dibêjin heta hûn ji dêya me re jî yekî nebînin em qayîl nabin bi we re bikevin têkilî û lotikên xweşik “ werhasil.

Jinika Îngilîz carê carek porê xwe li ba dikir, qûna xwe dihejand ku Nûredîn qayîl bibe. Çavê xalê Nûredîn li bejn û bala jinikê bû, lê şerm dikir ku li xwe mukir bê.

Nûredîn got “ Kuro lawo ez ê feqîr belengaz li ku lotik li ku, dev ji pêsîra min berdin, ez nikarim tiştekî wilo bikim, ma ez zinêkar im ? “ filan bêwan.

 Herdu xortan cardin lava kirin gotin “ Em ketine ber bextê te, bila gunehên te di stûyê me de be. Tu îşev ji me re vê qencîyê bike wê cîhê te buhişt be ha “ werhasilî kelam.

   Bi kurtasî, xalê Nûredîn qebûl kir û heta sibê ji ser sing û berên jinikê neket xwarê, serê sibê ji xortan re got “ Law we xêrek mezin qezenç kir, çar meh bûn min mêranîya xwe ji bîr kiribû “.

  Necatî û Omer gelek caran ji bo ji kesekî re nebêjin bertîla xwe ji xalê Nûredîn bi kebab xwarinê  standin.

Êê karê dinyayê hemî wisa ne, carna sihûd derîyekî nû ji mirov re vedike, wek xalê Nûredîn.

About The Author