Du kes di heman demê de dimirin, ruhê wan li esmanan digehe hev û ji xwe re sohbetê dikin.
Yek ji yê din re dibê:
– Sedemê mirina te çi bû loooo?
Ew jî dibê :
– Ez ji qehran mirim !
– Kuro mirov çawa ji qehran dimire ?
– Ez ji te re bêjim mirov çawa dimire.
– Min şik dibirin ku dostikê jina min heye.
Min li ber veda, şevekê min dît vaye yek çû mala me. Min xwe panzdeh deqîkan girt ku ez wan di rewşa xirab de bigirim.
Min derî vekir ez ketim hundur, jina min rûse/şipil tazî di nav cihan de cilên dostikê wê jî li wir in, derî û pencere jî di hundir de girtî ne. Min li mitbexê nerî kes tune, li serşok û avdestxanê nerî kes tune, binê nivînan, li kulînê geryam min kes nedît. Min li jinikê jî xist wê jî negot û ez bi qehra nedîtinê beecîm û mirim.
Mirîyê din dibê:
-Malnexirab, hema te derîyê sarincokê/sarkerê vekiriba.
Ne ez dimirim, ne jî tu….
Aqil taca zêrîn e
Kurmê şîrî û xeyalên beravêtî
Lotikxane amade ye kredîyê bide we kaka