Dîrok, çand û nasname

Dîroka çandî ne dîrokeke gelemperî ye. Ji dîroka çandî re dîroka qronolojîk ne girîng e, ya girîng: Di dema herikandina vê dîrokê de; jîyanên borî,  guherîna hizr û ramanan, berfirehbûne zanist û teknolojîyê û binavgînîya vana guhertinên di jîyanê de ye.


Bêjeya çandê bi latînî; ‘Culture’ ya bi maneya çandin û ber jê girtin û bi erebî jî; ‘Hers’ e.
Wek ku tê zanîn dîrok bi nivîsê destpêdike. Ji dema berîya nivîsê re jî prehistorya tê gotin. Herkes dizane kû dîroka kurdan hê berî çend salan jî di dema prehistorya yê de bû.
Ji boneya nivîsandina bi kurdî qedexe bû. Dîroka kurdan tenê bi devkî dihat gotin, nedihat nivîsandin.
Lê niha derfetin çêbûne. Divê ji van derfetan sûd were girtin û kesên dîroknas van derfetan xweş binirxînin. Divê dîroka kurdan jî êdî ji bin destên çandên serdest/domînant bihête derxistin û kurd dîroka xwe binivîsînin. Ger kesên dîrokzan vê rola xwe ya dîrokî neleyzin dê di pêşerojê de mehcûb bibin.
Meriv dikare bibêje dîrok li ser çandê ava dibe. Ji ber vê yekê divê meriv ji dîrokê bêhtir li çanda xwe miqate be. Lew dema çanda gelekî xirab bibe tê wateya xirabûna wî gelî. Ji boneya vê yekê divê meriv li guhertinên çandê miqate be.
Tiştên bandorê li guhertina çandan dike gelek in, lê yên herî bi bandor globalizm, aborî û koçberî ye.
Globalizm û peywendiyên aborî çendî ji boneya berfirehbûna çandan sedem bin jî, herwuha sedemên tunebûn, qirkirin û dûrketina ji çandan in jî. Ji ber vê yekê divê mirov dîroka çanda xwe xweş bizanibe da ji bişaftinê bihête parastin. Ev yek gelek girîng e. Lê mixabin ev têgihiştin pirr caran ji ber îdeolojiyên fermî, hin caran jî ji ber ne nivîsandinê bê derfet e… Divê çand were nivîsandin. Divê ev nivîsandin jî bi tîpên ABEya wî gelî be. Û li gorî min: Ji bo ABEyek bibe ABEya gelekî, divê bikaribe timamê dengên wî gelî vebêje.
Ji wan hersê sedemên girîng ya sêyemîn koçberî ye.
Çi koçberîya ji dil; wek koçberiya Ingilîz, Ispanya û Fransîyan. Gelê van hersê netewan bi kêfa xwe berê xwe dane wan welatên kû ji hêla wan ve hatibûn dagirkirin
Çi koçberîya bi zorî be; wek koçberîya Efrîqayîyan bi hêla Emerîka ve; kesên Efrîqî wek kole bi zorê ji welatê xwe dihatin derxistin û dihatin şîyandin Emerîkayê.
Îroj jî bi bayê globalîzmê bandorek mîna koçberiyê li ser çandan heye û gelek kes bi ber vî bayî ketine û ji çanda xwe dûr ketinin; û bûnin dilbijên çanda welatên bipêşketî. Ev jî bi xwe re nakokiyan dihîne û pirsgirêka nasnameyê jî derdixe holê.
Kesên zanyar, dema pirsgirêka nasnameyê dinirxînin dibêjin kû; insan, ji sedsalan û vir de li bersiva van pirsan digerin: “Em kî nin, ji kê nin, ji ku ve tên û bi ku ve diçin?”
Herkesek bersiva van pirsan li gorî xwe dide û her civak van pirsan li gorî xwe dibersivîne. Bersiva van pirsan li gorî demê jî dihête guhertin, lê pirs bi xwe tim wek xwe ye, nayê guhertin.
Îroj jî li bersiva van pirsan dihête pirsîn. Lê îroj bersiva wan pirsan ne bi wateya “Ez, ev an ew im, gelo ez ji van im an ji wan im?” Belgo lêgerîna bersiva pirsa azadiyê ye. Ev lêgerîn bi nasnameya civak û çandê ve jî girêdayî ye û ji ber vê yekê bi dîrokê ve jî girêdayî ye. Dîrok jî bi nasnameya gelan ve pêwendîdar e. Dema qala gelekî bihête kirin, divê berî her tiştî çand û baweriya wî gelî bihête zanîn.  
Çand bi ziman û bawerî jî bi bingehên olî ve girêdayî ye. Yanî divê kesên bixwazin dîroka kurdan binivîsin,divê xweşik bi zimanê kurdî û bi bingehên baweriya gelê kurd bizanibin.
Hin kes bi guhertina hizr û ramanên xwe bi pêş ve dikevin û hin kes jî hê bi guhertina navên xwe dema xwe diborînin.
 Divê em jî bêyî ku ji çanda xwe dûr bikevin, bikaribin bi zaneyî û bêyî kû em bêne xapandin ji derfetên guhertinê sûdê werbigrin!
Dem dema guhertinê ye, kesên xwe neguher in dê bihêne guhertin.

Nûçevan

About The Author