Misto bû dijminê herî mezin

Me digot qey tenê em Kurd ji bavê  Tirkan Misto Kemal hez nakin û wî wek dijmin dibînin (ji xeynî Kemalîstên Kurd ). Lê xuyaye yên ku ji me zêdetir jê hez nakin û dijminên wî ne jî hene.  Meselen Ingilîz.

Mûzeya Artêşa Netewî ya Ingilîztanê bi rêya înternetê ankêtek bi navê „Dijminê herî mezin“ çêkir û xwest zanibe bê ka Ingilîz herî zêde ji kê aciz in, kê wek dijminê herî mezin dibînin.

Di encama ankêtê de dijminê herî mezin kî derkeve baş e?

Bavê Tirkan Misto Kemal… Kemalo bi 3 hezar 90 dengan bûye yekemîn dijminê Ingilîzan.

Piştî Atavirqo jî Ingilîzan Mîchael Collîns ê Îrlandî wek dijminê mezin dîtine. Lê di rêza yekem de Atavirqo dijminê herî mezin ê Ingilîzan derketiye.

Axir, heta bi Ingilîzan jî Atatirko wek dijminê xwe yê herî mezin dibînin. Lê hinek Kurdên xwelîser û Kemalîst dîroka xwe û Kemalo ji bîr dikin, wî wek melayîketê xwedê pêşkêş dikin û xwelîya heft gundan li serê xwe û 101 bavê Kurdan dikin.

Ez serê we bêşînim û neêşînim, ez bawerim ji Tirk û hinek Kurdan pê ve kesekî ku ji Mistoyê Selanîkî hez bike tuneye. Lê wê Kurdên xwelîser kengî dev ji alastina potîna Kemalo berdin ez wê nizanim…

London

About The Author